Genocide ya Sariqamîşê – 2

Sddik BOZARSLAN

300 hezar eskerê perwerdekirî di 4 Orduyên Osmanî da hebûne   

Li vir divê were xuyakirin ku berîya şer jibo modernîzekirina orduya osmanî, bi navê Liman van Sanders mereşalek ji Almanyayê hatîye Stanbolê û digel hukumeta Bab-î Alî û Almanyayê peymanek çêbûye. Li gora wê peymanê, ev fermandarê alman dibe mufettişê giştî yê Orduya Osmanî. Balkêş e, pisporekî almanî li ser daxwaza dewleta osmanî tê dibe berpirsîyarê giştî yê orduya osmanî. Loma vê têkilîyê û politikayê ya Îttîhatçîyên Turanist, berîya şer dest pêkirîye û gaf bi gaf pêşta çûye û bi despêkirina şer ve ketîye jîyanê. Bi gotineka dî ev politika genocideyê jibo ermen û kurdan ku ”Tirkên Cuwan” li ser navê Turanizmê xeyal kirine, di jîyanê da pêkhatîye.

Berîya ku fermandarê alman dest bi modernîzeya orduya osmanî bike, orduya osmanî ji 6 karargahên sereke pêkhatîye; yanî bi gotineka dî ew xwedîyê 6 orduyan bûye, lê ew paşê bûye 4 ordu. Di despêka şer da 4 orduyên osmanî hebûne ku di wan da 300 hezar eskerên ku perwerde bûne, hebûne.  Lîsteya wan li jêr weha ye:

Orduya Yekemîn (Stanbol, Fermandar Mareşal Liman van Sanders)

Orduya Duyemîn (Stanbol Fermandar, Wezîrê Deryayê Cemal Paşa)

Orduya Sêyemîn (Erzurum- Erzincan, Fermandar Hasan Îzzet Paşa)

Orduya Çaremîn (Bagdad- Surîye)

Orduya Osmanî ku digel Dewletên Tifakdar beşdarîya şer kirîye, di van neh enîyên (cepheyên) şer da beşdarî kirîye; van enîyan li jêr in:

A) Enîya Êrîşkarîyê (Taaruz)

  1. Enîya Kafkasyayê, bi rusan ra
  2. Enîya Qanala Suveyşê, bi ingilîzan ra

B) Enîya Parastinê

3. Enîya Filistinê- Suriyeyê, bi ingilîz û fransizan ra

4. Enîya Îraqê, bi ingilîzan ra

5. Enîya Hîcazê- Yemenê, bi ingilîzan ra

6. Enîya Çanakkaleyê, bi ingilîz, fransiz û italîyan ra

C) Enîyên Alîkarîyê (li dervayê erdên osmanî)

7. Enîya Makedonyayê, bi yunan û fransizan ra

8. Enîya Romanyayê, bi romenan ra

9. Enîya Galiçyayê, bi rusan ra

Kurdên ku beşdarî şer kirine

Nuqteyeka balkêş ew e ku berîya îlankirina seferberlixê, li Dîyarbekir û li hin herêmên dî yên kurdan propaganda şer hatîye kirin ku kurd beşdarî şer bibin. Mîsal, Padîşahê Osmanî Sultan Reşad, bi sîfeta Xelîfeyê Îslamê di 14yê çirîya paşîn 1914an da ”Banga Cîhad- i Ekber” dike ku hemî musulmanên di bin rêberîya osmanî da dijîn, beşdarî şer bikin. Lê walîyê Dîyarbekrê Hamit Beg, hê di 3yê  çirîya paşîn 1914an da girseya gel li meydanê dicivîne û ji wan ra li ser navê dîn û îmanê, îslamê û wd. gazîyê xelkê dike da ku xwe amade bikin û herin şer. Digel wê nutqa walî beg, fermandar Ahmet Îzzet Paşa jî vala nasekine. Eskerên ku di bin fermandarîya wî da ne û orduya duyemîn pêktînin jî li sukên Dîyarbekrê meşên eskerkî dikin û bi tekbîr û selawatan xelkê vedixwînin enîya şer û xelk jî bi tekbîran piştgirîya eskeran dikin û sond dixwin ku ew hemî dê herin şer. Di vê çarçoveya propaganda dînî da ku serê xelkê da bixwînin û hestên wan ên dînî îstîsmar bikin û wan hemîyan bikin qurbanî û genocide bînin serê neteweyê kurd, rêvebirên Îttîhatê bi piralî xebitîne. Şêx Hezretê Bedlîsî dihere li Pasinlerê waaz dide jibo şerkirinê; Heci Yusuf Efendîyê Nakşîbendî jî dihere Hinisê; bi gotina rastirîn ew tên rêkirin jibo bi rîya waazê çavê xelkê girêdin û wan rêkin mirinê. Sed mixabin ku encam jî weha bûye. (Fuat Dündar, İttihat ve Terakkinin Müslümanları İskan Politikaları (1913- 1918), İletişim Y. 2002, s. 138)

Propagandeyek jî di derbarê rus û ermenan da hatîye kirin. Di wê çarçoveyê da propaganda çêbûye ku orduya rusî ji bakurve ketine hundur û digel hêzên ermenan gelên musulman kuştine. Li gora wê propagandayê hema bêje her kes wê herin şer. Hêzên milîs ku hatine çêkirin, ew di enîya Kafkasyayê da ketine şer. Esker û fermandarên kurd ku ketine nav orduya osmanî jî hem di enîya Kafkasyayê da û hem di enîyên Hîcazê û Surîyeyê da beşdarîya şer kirine.

Ev resma jorîn ku di 1914an da em li Dîyarbekrê dibînin, ez pêwist dibînim ku dema min bi çend hevokan behsa wê resmê kir; ez gelegirî bûm, her du çavên min tije hêstir bûn, ji ber ku 70 sal paşê li Amedê li Derê Çîyê ez rastê resmeke weha bi zindî hatibûm û loma wek şerîda sînemayê min wan her du resman da ber hev. Di navberê da 70 sal derbas jî bibe, her du resim wek kopyayên hev bûn. Di resma min a zindî da hemî hêzên dewleta dagirker, digel def û zurneyan hestên dînî yên xelkê Dîyarbekrê rakiribûn ser pîyan û bi sloganên ”Allah û Ekber” û ”Kibrîsa me musulmanan em nahêlin kafir lê bijîn! Kibrîs ya me ye û divê em herin wê derê bi şer bistînin! Û wd..” Di bin sîya wan slogan û propaganda dînî da careka dî xelkê Dîyarbekir rabûbû ser pîyan û digotin ew amade ne jibo mirinê herin şer da ku ”Kibrîsê ji destên kafiran rizgar bikin!”

Wek em di naveroka resmên jorîn da û di du resmên nivîsarên çûyîn da dibînin; civata kurdî bi sedsalan bûye bindestê hukmê osmanî û di pratikê da gotina bapîrên me xwe têxistîyê jîyanê ku civata kurdî, bûye mehkûmê jîyana man û nemanê. Ev gotina pêşîyan weha ye: ”Tu nanê kê bixwî, tê şûrê wî bikşînî”  Ev, ne tenê jibo civata kurdî li welêt, her weha li seranserê cîhanê jibo her civatî rastîyeke heyatî ye ku muhra xwe li jîyanê dixe. Loma pêwistî pê heye ku di çend resmên dî da ez li ser wê rawestim.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *