Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat: “ Em êrîşa bo ser serweriya axa Îraq û Herêma Kurdistanê şermezar dikin”

Şeva 25 li ser 26ê Befranbara 1402 a Rojî, beranber bi 15 li ser 16ê Kanûna duyem a 2024 a Zayînî, çend cihên medenî li Hewlêra paytexta Herêma kurdistanê, ji aliyê spaha pasdaran a rejîma Îranê ve kirine armanc û hatine mûşekbaran kirin. Li encama vê destdirêjiya spaha pasdaran bo ser Herêma Kurdistanê û cihê rûniştina nûneratiyên biyanî û dîplomatên biyanî û balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê û bi taybet mala yek ji kesayetiyên dewlemend ê Başûrê Kurdistanê, mixabin“Pêşrew Dizeyî”, û çend kes ji malabata wî şehîd bûn û bi 10an kes ên medenî yên din jî birîndar bûn û xisareke gelek zêde ya malî bi welatiyên nêzî wan cihan kevtiye.

Spaha pasdaran a rejîma Îranê li dawî daxuyanuiya xwe de tevî li stugirtina vê êrîşa terorîstî, tolhildan ji bikerên teqîna li bajarê Kirmanê û kuştine çend moreyên xwe li Sûriyê, dike hêcet bo vê êrîşa terorîstî ku bi gotina wan, cihên ku kirine arman, cihê kombûna sîxurên dezgehên sîxurî li dijî Îranê bûye ku navendên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew îdiaya spaha pasdaran ret dike.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku qurbaniyê destê terorîzma rejîma Îslamiya Îranê ye û salek berî niha û li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de binke û bargehên vê ji aliyê spaha pasdaran a rejîmê ve bûne armanc, vê êrîşa terorîstî ya spaha pasdaran bo ser serweriya axa Îraqê û Herêma Kurdistanê şermezar dike û hevdem tevî sersaxîdan bi malbat û kesûkarên şehîdên vê kiryara terorîstî, hêviya başbûna lezgîn a birînên birîndaran dixwaze.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêbeberiya Giştî

26ê Befranbara 1402 a Rojî

16ê January 2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *