Divê kurdî jî li e-reçetemê bê zêdekirin û zimanê kurdî jî li gel tirkî bibe zimanê fermî

Wezareta Tenduristîyê ya Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê, li gel zimanê tirkî 5 zimanên din(Îngilîzî, Fransizî, Almanî, Rûsî, Erebî) jî li sîstema e-reçetemê zêdekir.

Wezareta Tendirustîyê ya ku 25 milyon Kurd tune hesiband û ev biryara wergirt, piÅŸtî ku bertekên berfireh li himberî vê biryarê rûdan, di derbarêvê biryaraxwe da “îzehetek” belav kir.

Wezîrê Tenduristîyê Dr. Fahrettîn Koca di twîteke xwe da weha got “Me ji ber pêwîstîya tûrîstan û nexweşên biyanî van 5 zimanan li sîstema e-reçetemê zêde kir. Hemwelatîyên Cimhûrîyeta Tirkîyeyê bes dikarin bi tirkî feydeyê ji vê sistema e-reçetemê bigirin “.

Biryara Wezareta Tenduristîyê jî, wê daxuyanîya Wezîre Tenduristîyê ya meriv dikare bêje “îzeheta wan ji qebaheta wan xerabtir e”, di eslê xwe da hiÅŸmendî, sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê yên 100 sale bi asîmîlasyonê û bi înkarê ve hatîye hûnandin dide der.

Ev hişmendîya asîmîlasyonê û înkarê di hemû warên perwerdeyê, rêvebirîyê û sîyasetê da bûye beşeke laşê Dewleta Tirkîyeyê.
Belê, di sîstema e-reçetemê da tune hesibandina kurdî, careke din jî nîşan dide ku ev hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê ya ku 25 milyon kurdan tune dihesibîne hîna jî berdewam e.

Divê kurdî jî li sîstema e-reçetemê bê zêde kirin.

Divê Dewleta tirkîyeyê hebûna miletê kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike; divê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Divê ev mafên kurdan di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê û di hemû yasayên peywendîdar da bêne bicîh kirin.
Aşkere ye ku qebûl kirina van mafan, dê bibe destpêka çareserîya gelek pirsgirêkên esasî.

30.08.2023

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *