IFJ: Di sala 2023an de 120 rojnameger û xebatkarên medyayê hatin kuştin

Li gorî daxuyaniya Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) ya 31ê Kanûna Pêşiyê, di sala 2023an de 120 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin. Ji wan rojnamegeran 11 jin bûn.

Li gorî daneyên IFJê beriya 10ê Kanûna Pêşiyê Roja Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) 94 rojnameger hatin kuştin û Sedema zêdebûna vê hejmarê şerê ku Îsraîl li Xezeyê birêve dibeye.

Federasyonê diyar kir ku îsal ji  rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên li seranserê cîhanê hatin kuştin jê sedî 68ê wan li Xezeyê hatin kuştin.

Di encama şerê li Xezeyê de 75 rojnamevanên Filistînî, 4 Îsraîlî û 3 rojnamevanên Lubnanî hatin kuştin. Li Sûriyeyê jî 3 rojnameger hatin kuştin.

Li herêma Asya-Pasîfîkê li Hindistan, Afganîstan, Fîlîpîn, Bangladeş, Pakistan û Çînê bi giştî 12 rojnameger hatin kuştin. Li Amerîkaya Bakur û Başûr di sala 2023an de 10 rojnameger hatin kuştin.

IFJ, li Kamerûn, Sûdan, Lesoto, Malî, Somalî, Mozambîk û Nîjerya li Afrîkayê 8 rojnameger hatin kuştin. Li Ruandayê rojnamevanek di encama qezayekê de mirine.

Li ser sînorên Ewropayê, di şerê Ûkraynayê de 3 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê, 1 Ukraynî, 1 Rûs û 1 Fransî mirine. Li Arnavutlukê jî rojnamegerek hat kuştin.

(HA/AY)

Biyanet

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *