Bila 1ê îlonê bibe destpêka rawestandina operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî

Îro 1ê îlonê Roja Aştîyê ya Cîhanê ye.

Netewen Yekbûyî ewilî roja 1ê îlonê wek Roja Aştîyê ya Cîhanê pîroz kir. Lê paşê dîsa Netewên Yekbûyî ev roja guhert û roja 21ê Îlone wek Roja Aştîyê ya Cîhanê qebûl kir.

Lê mixabin, ev hêvîyên gelên cîhanê yên aştîxwazîyê bicîh nehatin; piştî bidawîhatina Şerê Duyem yê Cîhanê dîsa şer û qetlîam û jenosîd berdewam bûn.
Li gelek welatan agirê şerî pêketin. Li welatê me Kurdistanê jî, mirin, wêranî, qetlîam û jenosîdan her berdewam kirin.Û îro jî welatê me her bûye cîhê şer û kuştinê.

Êrîş û şer û sîyaseta li dijî Kurdan a Dewleta Tirkîyeyê îro jî her berdewam e.Mixabin hîna jî tu nîşanên aştîyê û yê çareserîya sîyasî li holê tune ne.

Em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Ev sîyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, eve 100 sal e tu pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke. Sîyaset şerî, pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike.Dest ji vî şerî, dest ji vê sîyaseta ku li ser dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin berdin.

Em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku, hemû partîyên Kurdan wek mixatap qebûl bike û jibo ku rêya çareserîya sîyasî ya pirsa Kurd û Kurdistanê bi dîyalogan vebe gavan bavêje.

Îro çalakîyên çekdarî zerarê dide gelê Kurd, rê ji êrîş û plan û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya şerî û ya xetimandina rêya çareserîya pirsgirêkan re xweştir dike. Li Bakurê Kurdistanê pir bi zelalî aşkere bûye ku, şer û çalakîyên çekdarî rêya çareserî û amûrên sîyasî, demokratîk, sivîl digire, têkdide. Jiber vê yekê divê PKK dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne da ku rê ji sîyaseta şerî ya Dewleta Tirkîyeyê re xweştir nebe.

Jibo ku ev Roja Aştîyê ya Cîhanê di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de, di bidestxistina azadî, demokrasi, aştî û edaletê de bibe destpêkek, em bangî hemû alîyên peywendîdar yên Kurdistanê û Tirkîyeyê dikin da ku dengên xwe bilind bikin, bihevre gavên hevbeş bavêjin.

Bi minasebeta Roja Aştîyê ya Cîhanê careke din em dixwazin bînin bîra hemû dewletên cîhanê û bîra gelên cîhanê ku, kilîdeke esasî ya aştîya Rojhilata Navîn û ya Cîhanê jî azadîya Kurdistanê û mafê çarenûsîya miletê Kurd e li her çar perçeyên Kurdistanê.
1ê Îlona 2023yê

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)
TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *