Parlamenterê HUD PARê piştgirî da parlamenterê DEM Partiyê

Parlamenterê HUD PARê Serkan Ramanli piştgirî da parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çêftyurek û got, “Mijara ziman, nexasim Zimanê Kurdî serdestî partiyan e. Ji bo vê banga we, ez we pîroz dikim.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek bangî Wezareta Perwerdeyê ya ya Tirkiyeyê kir ku dema hilbijartina dersên bijarte heta 20ê Sibata 2024an dirêj bike.

Çîftyurek di mijara Kurdî de rexne li partiya desthilatê AK Partiyê girt û got:

“Mixabin ji aliyekê ve AKP dibêje, hûn dibînin, min mafê dersên hilbijartî daye û ez asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî radikim.

Li aliyê din, astengiyên mezin ên li dibistanan di derbarê dersên bijarte yên zimanê Kurdî jî tên afirandin, paşguhkirin. Em vê helwesta dualî ya AK Partiyê şermezar dikin.”

“Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nake”

Çîftyurek herwiha ji bo dersên bijarte bangî malbatên Kurdan kir û got:

“Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nake. Lê dîsa jî gavek girîng e. Werin em vî gavî bavêjin.

Di serî da banga me ji gelê me re, eger gaveke piçûk be jî ji bo zarokên xwe Kurdî wek zimanê dayikê hilbijêrin û serî lê bidin.”

“Ez we pîroz dikim”

Parlamenterê HUD PARê yê Êlihê Serkan Ramanli jî li ser hesabê xwe yê Xê piştgirî da Sînan Çîftyurek û wiha got:

“Mijara ziman, nexasim Zimanê Kurdî serdestî partiyan e. Ji bo vê banga we, ez we pîroz dikim rêzdar Sînan Çîftyurek.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *