Di temamê dibistanên Kurdistanê de wê yek deqe rêzgirtina şehîdan bikin

Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di temamê dibistanên Kurdistanê de, sibê ji bo kesên di êrîşa Hewlêrê ya Îranê de şehîd ketine yek deqe rêz bigrin.

Di daxwuyaniya wezareta perwerdê de hat gotin ku ji bo kesên di êrîşa ser Erbîlê ya 15ê mehê ku Îranê bi moşekan kir, wê di 21ê mehê de, berya ku dest bi dersan bikin, merasima rêzgirtina ji bo yek deqe bikin. Wezaret weha got:

“Wê siba di temamê dezgeyên perwerdê de, li ser êrîşa Îranê ku ti sedem tinebû, bi zilm û bi sûcekî mirovî kiryara ku kir, wê ji terefê rêvebiran de axaftin li ser bêkirin, wê îrada Kurdistanê nîşan bidin û peyama aştiyê bidin.

Bi sedema şermezarkirina êrîşa Pasdaran ya ser Erbîlê û ji bo bibîranîna rihên şehîdan, di temamê dibistanên fermî û taybet de, roja 21.01.2024an de, berya ders destpêbikin, wê sirûda ‘Ey Reqîb’ bixwînin û yek deqeyekî rêz bigrin.”

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *