Dibistana fêrbûna Kurdî ya online

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mine Karakaş ragihand ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di nava 2 hefteyan de 2 hezar û 70 kesî ji bo fêrbûna zimanê kurdî serî li sazî û dezgehên fêrkirina ziman dane.

Hevseroka MED-DERê Mine Karakaş beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa kursên fêrkiana zimanê Kurdê bi rêya online kir.

25 komele û weşanxane hatine ba hev û bi rêya online dest bi kursên zimanê kurdî kirine.

Mine Karakaş amaje kir ku hejmareke zêde ya hezkirên zimanê kurdî serî li vê kursê dane û got: “Serlêdana xelkê roja 15ê Gulanê destpê kiriye û heta 1ê Hezîranê berdewam bû. Di wê demê de 2 hezar û 70 kesan xwestine beşdarî kursên ziman ên online bibin. Pêştir me tenê kursên xwe li Amedê dida, lê niha ji hemû bajaran beşdarî dibe, lewma hejmar jî zêde ye. Kursên me dê bo heyama 6 hefteyan berdewam bikin.”

Karakaş da zanîn ku piştî serlêdanan, 27 pol hatine vekirin û bi riya bernameya ZOOM dersên kurdî têne dan û got: “Jixwe di plana me de dersên online hebûn, lê ji ber belavbûna vîrusa koroya bû pêwîstiyek.”

Hevseroka MED-DERê da zanîn ku kursên kurdî bi 2 zaraveyan, Kurmancî û Kirmanckî ango zazakî têne dayîn û wê perwerde heta 6 hefteyan berdewam bike.

Karakaşê di heman demê de eşkere piraniya mamosteyên wan ên zimanê Kurdî, derçûyên saziya wan in, piştî perwerdeyeke 9 mehî ew dikarin bibin mamoste bi mercê ku di azmûnan de serkevtî bin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1006202018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *