AMED – 3 xwendekar li ser asta cîhanê bûn yekemîn

Li Amedê 3 xwendekarên keç ên Lîseya Okyanûsê di Pêşangeha Destpêşxerî û Vedîtinên Ciwanan a Cîhanî de îsal bi projeya xwe ya li hemberî pençeşêrê li ser asta cihanê bûn yekemîn.

Bi saya projeya her sê xwendekaran hestpêkirin û çareserkirina pençeşêrê dê gelekî hêsantir bibe.

Projeya Yaren Kahramanoglu, Faide Firdevs Akaydin û Fatma Gul Akaydin ji bo wan û lîseya wan bûye cihê şanaziye.

Ew pêşengeha ku têde bûne yekemîn jî yek ji organîzasyonên herî mezin ên zanistî ye li cîhanê.

Xwendekara Koleja Okyanûsê ya Fen û Teknolojiyê Yaren Karamanogluyê ji Rûdawê re got:

“Me dest pê kir û em bi li ser nebata aronya xebitîn. Me dît ku bi rastî jî li ser pençeşêrê bandora aronyayê heye.

Piştî me ev yrk ferq kir, me li ser pençeşêra memikan dest bi xebatê kir. Çîroka me wiha dest pê kir.”

“Dê ji nexweşên pençeşêrê re bibe derman”

Xwendekara Koleja Okyanûsê ya Fen û Teknolojîyê Fatma Gul Akaydinê jî got:

“Nexweşiyên herî zede mirovahî pê re şer dike di rêza yekem de nexweşiyên dil û tamar in û ya duyemîn jî pençeşêr e.

Ev vedîtina me dê kêrê çi were. Bê guman dê bibe rêgirî li ber ura pençeşêrê. Bi awayekê dê ji nexweşên pençeşêrê re bibe derman.”

Xwendekara heman dibistanê Faide Firdevs Akaydinê jî wiha behsa hestên xwe kir:

“Em bûn yekemîn, bi rastî ev surprîzeke xweş bû lê ne hêsan bû. Em hemû bi hev re gelekî bikelecan in. Ji bo me pêvajoyeke baş bû.”

Pêşbirk îsal ji aliyê zanistên Endonezyayê ve bi awayekî online di 13ê vê mehê de hat lidarxistin.

Xwendekarên Dibistana Okyanusê ya Fen û Teknolojîyê bi projeya xwe ya bi navê “Stop Canser With Aronya”yê  di nava ji 29 welatan û 380 projeyan de pileya herî bilind bi dest xist.

“Amed gelekî bi başî dan nasandin”

Mamosteya xwendekaran Goncagul Altunê jî got:

“Her sê jî xwendekarên keçik in, Amedî ne û wan bajarê Amedê gelekî baş dan nasandin. Koleja Okyanûsê gelekî baş dan nasandin. Ez bi wan gelek şanaz im.

Rêvebirê Giştî yê Dibistana Okyanûsê ya Fen û Teknolojiyê Muzaffer Kilinç jî got:

“Em dê berhema wan bidin testkirin ka ti tesîreke wê ya neyînî heye yan na. Eger tesîreke neyînî ya vê berhema wan nebe, em dê dest bi pêvajoya wergirtina patentê bikin.

Ev jî ji zarokên me re heta dawiya jiyana dê bibe dahatek medî û manevî.”

Yaren, Firdevs û Fatma Gul bi vê gava ewil a zanistî û di temenê ciwan de navên xwe bi cîhanê dan hesandin.

Ew niha ji bo serkeftinên mezintir li ser plan û projeyên xwe berdewam dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *