Mele Şukrî Ekinci- DİLPET JELİ

Cano AMEDÎ

Weke em hemû dizanin, ji destpêka nexweşîya Covîd-19 an virde, li seranserê dinê bi milyonan mirov nexweş ketin û ji wan hejmarek gelek mezin bi vê nexweşîyê mirin.  Li hemû beşên welatê me ev nexweşî, li ser jiyana rojane û derûnîya civatê bandorek  gelek nebaş  çêkir. Bi hezaran hemwelatîyên me bi vê nexweşîyê mirin.

Ji 2019 an vir de, encamên nexweşîya covîd -19, gelek giran bû.  Ev nexweşîya kanbax di van demên dawî de, li hemû beşên Kurdistanê, li ewropa, li dîyaspora û Kafkasya, ji hemû beşên civatê û nifşan mirovên rewşenbîr, sîyasetmedar, kadro û kesên di warê xwe de pisporbûn ji nav me girt.  Cıvata Kurd bi derfet û îmkanên xwe li hemberî wê nexweşîya kambax xwe parast lê mixabin têr nake.

Roj tuneye mirovekî me, nas û dostekî me, xizim û hevalekî me bi vê nexweşîyê nemire. Êdî rûpelên medyaya civakî an jî dengdana zengilê telefonan dibe sebebê nûçeyek reş û xemgînîyê…

Welatparêz, sîyasetmedar, nivîskar û şairê Kurd Mele Şukrî Ekinci – Dilpêt Jêlî ji ber sedema nexweşîya covîd-19, li bajarê Mersînê, di 72 salîya xwe de ji nav me koç kir. Mele Şukrî-Dilpêt Jêlî mirovekî kedkar, dilsoz û bawermendê doza netewî bû, jîyana wî bi giştî di nav pêlên têkoşîna rizgarîya netewa Kurdistanê de derbas bû.  Zehmetî, alozî û tengasî her tim li hemberî wî radiwestîya, lê Seydayê hêja, her tim bi bawerî û coşek mezin berxwedanek nîşan dida.

Ji sala 1979 an vir de ez Mele Şukrî nasdikim û şahidê jîyan û helwestên wî me. Bi mehan ez û hevalên xwe, li mala wî bi cîh bûne, nan û ava xwe bi hevalên xwe re par ve kirîye. Seyda mirovekî civatnas û heskirî bû. Di nav civatê de, gelek aktîf bû. Di warê pîvanên civakî û olî de pêşketî bû.

Mele Şukrî di sala 1949 an de li bajarê Sêrtê, navça Dihê (Eruh) li gundê Basnê ji dayik bûye. Seyda perwerda xwe di medresên Kurdî de sitendîye û di wan medreseyan de jî fêrî pirsgirekên cıvata xwe bûye û xwendina xwe li ser şopa Ahmedê Xanê, Melayê Cizîrî,  Feqîyê Teyra domandîye.  Bi taybetî  bandora helbestên Ahmedê Xanî û Seyda Cîgerxwîn li ser gelek zêdeye. Bayê şoreşa îlonê û karîzma Mele Mustafa Barzanî  li ser rêgeh û jiyana Mele Şukrî tesîrek mezin kirîye. Seyda ji rêgeha olî, derbasî rêgeha sîyasetê bûye û li gor derfetên xwe piştgirîya şoreşa îlonê kirîye. Pişt re di nav refên PDKT de cîh girtîye.

Piştî salên 1970 an şûnde, li bajarê Mersînê bi cîh dibe û bi hevalên xwe re, dest bi karên rêxistinî dikin. Di demek kin de li bajarê Edenê, Mersînê, îskenderûn û Antalya xebatên wan berhem didin û dest bi organîzasyonên metrepolan dikin.  Min Mele Şukrî piştî wan xebatên hêja nas kir. Di sala 1979 an de, li Mersînê ez û komek hevalên xwe, li gel Seyda û hevalên dî, me di nav rêfên PDKT/KUK de bi hevra xebatên sîyasî  domand. Ez yek ji wan şahidê wan roja me ku Seyda çiqas fedakarî dikir. Ked û xebatên wî, têkilî û fedakarîya wî nayê ji bîr kirin.

Di dema pîrozbahîyên yek Gulanê 1979 an de, Seyda bi zîrekbûn û mêjîyê rêxistinbûnîya Kurdî, ji derdora sed kesî re dibêje: “bi cil û bergên Kurdî beşdarî nav refên mîtîngê bibin! Gava  heval bi cil û bergên Kurdi beşdar dibin rêxistin û organîzatorên çepê Tirk bertekan nîşan didin û gengeşîyan derdixin. Lê belê Seyda, bi zanebûn û zîrektîya xwe, wan razî dike û heval beşdar dibin. Pişt re em pê hisîyan ku hêzên ewlekarîya dewleta dagîrker, ev bûyer ji bo Enkera rapor kirine û gotine: “Rêxistina cûdaxwaz KUK, bi pêşmergên çekdar beşdarî mîtîngê bûne(!)” Li ser wê raporê, li hemberî hevalan opresîyonek pêk hat û çend heval hatin girtin, pişt re wan birin girtîgeha Ankerê û li wir mehkeme kirin. Lê ev bûyer, di nav gelê Kurd yên metrepolên li rex derya naverast dijîyan û bi giranî karker bûn, bû sedema naskirin û girseyîbûna rexistinê.

Piştî salên 1980 an şûn de, li gor îmkan û derfetên xwe, dîsa bi heval û hogirên xwe re bû. Ji ber xebatên rêxistinî dewleta dagirker jiyan lê teng dikir. Piştî jenosîda Enfal û  Halepçê, Seyda ji ber helbest û Şîîrên xwe hat zîndan kirin. Bi salan di zîndanan de zulum, zehmetî û îşkence dît.

Seyda piştî ji zîndanê derket, dîsa li bajarê Mersînê bi problemên civata Kurd re mijûl bû. Di wan deman de, li kolanan çavnêrîya kujer û mirinê hebû, bêbext di demsala gera nêçîra mirovên dozê de bûn! Metirsîyek mezin li ser civatê çêbûbû û qesasên wezîfedar, di kolanan de her roj nêçîra welatparêzan dikirin.

Dilpêt Jêlî an Mele Şukrî, ne dikarî bêrêxistin û bêtevger bitebite, loma di nav xebatên legal de cîh girt. Partîya girsayî ya demokratîk (DKP) ku di bin serokatîya Şerafettîn Elçî de hatibû damezrandin kar û xebatên rêxistînî kir. Piştî ev partî hat girtin, di nav refên KADEP ê de kar û xebatên xwe domand. Tu carî ji heval û hogirên xwe yên demokrat û netewî dûr neket. Her tim bi pêwendîyên germ û bi coşek mezin dixwest rûbarê azadîyê geş bibe û biherike ku ew jî ciyê xwe di navde bigire.

Mele Şukrî Ekinci ji êla Jêlî û binemalek kurdperwar e. Temen û jiyana wî li ser rêgeha netewî, bi bîr û bawerîya Kurdistanê derbas bû.

Dilpêt Jêlî, mirovekî şair, nivîskar û lêkolîner bû. Heta niha çend pirtûkên wî çap bûye: “Dîroka bîranîna şehîdan weyla licê weyla Licê, Pazendname, xewna sibê Belîlaz, Kardukname” nivisîye. Ji bilî wan bi navê BOTÎNAME pirtûkek wî ya derheqê lêkolîna dîroka Kurdistanê de xebatek wî dom dikir.

Min xwest bi çend rêz û gotinên têr nakin seydayê hêja bidim nasîn. Mele Şukrî kedkar û xebatkarê doza netewî bû. Divê baş bê zanîn ku tevgera rizgarîxwaza netewa Kurdistanê PDKT/KUK bi fedakarî û dilsozîya kesayetên weke mele Şukrî û hevalên wî yên pakrewanên bênav, li seranserê Kurdistanê û metrepolan şax berda. Bi girseyî û bingeha netewî, her tim balkişan ser xwe.

Cardin ji gelê Kurd re, ji malbata Seydayê hêja re, ji heval û hogirên wî re sersaxî dixwazim. Cîhê wî li gel şehîdên Kurdistanê, li bihûşta nûranî be!

Cano Amedi 12/08/2021 AMED

 

 

 

 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir