Di Peymana Tîfaqa Milet de Kurd û demokrasî tune ye, Restorasyona Kemalîzmê û  ji HDPê re silav heye…

Îbrahîm GUÇLU 

Tîfaqa Milet, îdîa dike ku Hikûmeta Tîfaqa Komarî ne demokrat e û serokkomar jî dîktator e. Loma jî divê li hemberî Hikûmeta ne demokratîk, demokrasiyê biparêze û ava bike. Hezar mixabin Tîfaqa Milet heta nuha du belge pêşkêşî raya giştî kirin. Ji van yek belge, “Reşnivîsa Makezagonê” ye û belgeya duyemîn jî “Peymana Polîtîkayên Hevbeş/Mişterek” e. Herdu belgeyên Tîfaqa Miletê ji îdiayên wan dur e.

Makezagoneke nû, wek her dem dinivîsînim, dikarim bibêjim ku herkes û her partiyek jî vê rastiyê dipejirîne,  ji bona Tirkiyeyê gelek girîng e. Lewra makezagon nîşana dewleteke demokratîk û an ne demokratîk e. Dewleta Tirk, dema ku împaratoriya Osmanî xirab kir, ava bû; bû xwediyê felsefeyeke damezrenêr ya nû.. Gor ev felsefeya damezrênêr ya Dewletê jî makezagonek çêkir. Vê makezagonê Dewleteke yek îdeolojiyê, yek serokî, elîta burokratîk ya sivîl û leşkerî ava kir. Demokrasî ava nekir. Kurd, wek neteweyekê red û înkar kir. Got ku “Neteweya Tirk tune ye û Kurd jî Tirk in.”  Welatê kurdan Kurdistan, beşek ji erdê tirkan hesiband. Loma jî makezagona hatibû pejirandin, kolonyalîzm û dagirkerî û xesipkirina mafên neteweya kurd rewa, ji bona xwe wek heq qebûl kir.

Ew makezagona ku piştî Dewleta Kemalîst ava bibû hatibû qebûl kirin, her çiqas dem dem hatibe guhertin jî, ew guhertina şiklî bû û ji aliyê naverok de guhertinek çênebû. Dema di sala 2002an de AK Partî bû Hikûmet, piştî demekê ji bona makezagoneke nû dest bi xebatekê kir, lê di vê xebatê de gavek pêşve navêt. Bes çend xalên makezagonê guhert.

Hikûmeta AK Partiyê, di mafên neteweya kurd de çend gav pêşve avêt. Lê ev gavan, gavên esasî nebûn. Zihniyeta Dewleta Tirk di derbarê neteweya kurd de neguhert. De Facto hebûna kurdan hat qebûl kirin, lê ew nebû mijareke makezagonî.

Tîfaqa Milet xwezayî ye ku dibêje ez alternatîfa Hikûmet û Sîstema Tîfaqa Komarî me. Divê wê demê makezagona çêbike, nûjen be û demokrasiyê bipejirîne û hebûna neteweya Kurd û mafên neteweya kurd jî qebûl bike. Ji bona kurdan û Tirkan û hemû neteweyên din bibe peymaneke civakî. Makezagon bi îradeya wan neteweyan çêbibe.

Tîfaqa Milet xwediyê vê pêşniyarê û helwestê nîne.

Dema sîstemek û makezagonek, partiyek, mixalefetek li Tirkiyeyê mafên neteweya kurd qebûl neke, demokrat jî nabe. Di Dewleta Tirk de pejirandina mafên neteweya kurd, şertê avabûn û hebûna demokrasiyê ye.

Lê dema ku Reşnivîsa Tîfaqa Milet mirov mêze dike, ev rastiya tune ye.

Tîfaqa Milet di 30ê Çileya 2023an de jî “Peymaneke Polîtîkayên Hevbeş” pêşkêşî raya giştî ya Kurd û Tirk kir. Di vê Peymana Tîfaqa Milet de jî, ji bona mafên neteweyî yên kurdan û qebulkirina neteweya kurd û welatê wan Kurdistanê jî hîç xalek nehatiye pêşkêş kirin. Heta di Peymanê de navê “kurd” jî derbas nabe.

Peyman 244 rûpel e, Tîfaqa Milet dixwaze ku li hemberî Hikûmeta Komarî ya Ak Partiyê bibe alternatîf, ew tiştên di derbarê kurdan ji aliyê Hikûmeta Komarî de hatine qebul kirin, yek xalek jî lê zêde nekirine. Zihniyeta Dewleta Kemalîst bi hişkî di derbarê neteweya kurd de parastine. Siyasaeta Dewleta Tirk ya înkarkirina neteweya kurd wan jî qebûl kiriye. Xesipkirina mafên neteweyî yên kurdan jî rewa û hiqûqî û demokratîk qebûl kiriye.

Peymana Tîfaqa Milet ji kurdan qal nake û ji bona mafên kurdan tiştekî nabêje, lê ji bona ku dengên HDPyiyan bigrin ji bona wan daxwaz û pêşniyar hatine kirin.

Xalên azadiya fikir, xweîfadekirinê, rêxistinî jî, ji bona kurdan mafên xwe bi azadî bînin ser zimên û bi wan fikrên xwe organîze bibin jî, tu pêşniyareke Tîfaqa Mlet tune ye.

Ev helwesta wan ji bona dewleta diparêzin normal e. Tîfaqa Milet îdîa dike ku AK Partiyê Dewleta Kemalîst deforme kir û guhert û ji bona dewleteke Osmanî gavên girîng avêtin. Loma di sîstema Ordûyê de û di dezgehên Kemalîst de guhertin çêkir. Ordu xiste bin desthilatdariya siyasî. Divê em sîstema berê ku ordû xwediyê îmtîyazekê bin, emê ji nûve sîstema berê bînin. Ordûyê dîsa di sîstemê de bikin desthilatdar. Emê ji bona leşkeran Gatayê wek nexweşxaneya cûda jinûve ava bikin.

Beşek siyasetvanên kurd dibêjin ku “em partiyên Tirkan û blok û tîfaqên partiyên Tirkan nas dikin ku ji bona kurdan çareseriyeke wan nabe. Mafên kurdan qebûl nakin. Loma jî divê em ji wan tiştekî nepên û daxwaz nekin.”

Ew nêrîna di derbarê qerektera partiyên Tirkan û blokên heyî bi naveroka xwe rast e. Lê dema tê gotin ku “em ji partiyên Tirkan û Tîfaqên wan tiştekî nepên û tiştekî daxwaz nekin”, fikrekî şaş e.

Partiyên Tirkan dewletê birêvedibin, ji bona xwe dibêjin em demokrat in û ji maf û azadiyan re jî rêzgirtî ne. Ew dixwazin bibin beşekî dinyaya demokrat.

Ji aliyê din de pirsa neteweya Kurd pirsgirêka dewletê ye. Problemeke dewletê ye. Dewleta wan ev pirsgirêka, bi înkarkirina kurdan û xesip kirina mafên neteweyî yên kurdan pirsgirêk çêkirin. Heger ew dewletê birêve dibine, divê ku di çareseriya pirsa kurdan de û  ji bona mafên kurdan jî gav bavêjin.

Heger pirsa kurd em dixwazin ku di dewleteke federal de çareser bibe, dewlet bibe dewleta kurdan û tirkan û neteweyên din; ji bona ew dewleta federal ava bibe, divê ku terefa Tirk bêguhertin. Heger terefa Tirk ji bona dewleteke federal û statuyeke hevbeş ya Kurdan û Tirkan ava bibe neyê guhertin, wê demê stratejiya dewleta federal bê wate dibe.

Diyarbekîr, 3 Sibata 2023ê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *