Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê!

Åžeyhmus Ozzengin

Di welatekî de sîstem, ku bi demokrasîyê ava bibe, an jî avakirina sîstema demokrasîyê ji xwe re kiribe armanc, li wî welatî sazîya herî bilind û desthilatdar Parlemento ye. Hemû pirsgirêk li vir tên çareserkirin.

Ku partîyên endamê parlemento, ji dervê parlemento li çareserîya pirsgirêkan bigerin, ew, parlemento ji erkê xwe dûrdixin.

Parlemento, endamên wê bi hilbijartinan ji terefê gel de tên hilbijartin û nûnerên gel in. Nûnerên hilbijartî, li parlemento gel temsîl dikin. Mafê desthilatdarîya xwe ji vir digirin. Parlemento, cîhê çêkirina yasa û qanûnan bi xwe ye jî. Bi van yasa û qanûnan welat têt birêvebirin. Dolivgerî, asayîş, parastin, aborî, erkên qanûnî, sîstema perwerdê; bi sîstema yasayan têt dîzaîn kirin. Ev yasa bi destê nûnerên gel li parlemento tên amadekirin û tên pejirandin. Ji ber ku ew nûnerên gel, bi dengê gel hatine hilbijartin û meşrû ne, gel temsîl dikin.

Herêma Başûrê Kurdistanê fermî, li ser kaxizê bi sîstema parlemenî têt bi rêvebirin. Li Başûrê Kurdistanê, parlemento heye û ava bûye, lê nikare erkê xwe bîne cîh. Rûhê Partîzanî û berjewendîyên burokrasîya partîyan, rê nade û naxwaze desthilatdarî radestî parlemento bibe. Pêşî li parlementoyê digire, nahêle bixebite. Pirsgirêkên navbera partîyan û şerê berjewendîyan, pêşîya parlementoyê digire. Gel piştguh dibe, pirsgirêkên welat her taloq dibin û erka parlemento û postê parlemenan têt şikenandin. Ne li parlemento, li kuçe û kolanên bajarên xwe, di navbera hêzan de pirsgirêkan çareser dikin. Ev têt maneya ku nûnerên gel bê erk in. PDK û YNK li kolanên Hewlêrê û Silêmanîyê, li çareserîya pirsgirêkan digerin. Lê nahêlin ew pirsgirêk werin parlemento û li ber gel bên ber giftûgoyê, bên çareser kirin. Ne ku li ser sîstemê, li ser berjewendîyan li hev nakin.

Ev çendîn salin, PDK û YNK li başûrê Kurdistanê desthilatdarin. Herdû hêz jî wek dewletên piçûk hatine avakirin. Her yekê ji xwe herêmek xistîye bin bandora xwe û burokrasîyek wan, desthilatdarîyek wan û dewlemendîyek wan hatîye avakirin. Ji dewletê û sazîyên dewletê dewlemendtirin. Burokrasîya wan û hêza wan ji hêza dewletê û ji sazîyên dewletê bihêztir e. Ev herdû hêz jî naxwazin hêza xwe radestî parlemento û sazîyên dewletê bikin. Hêza partîzanî û berjewendîyên burokrasîya partîyan astenge, ku desthilatdarî radestî sazîyên dewletê bibe û dewlet bêt avakirin. Nahêlin parlemento erkê xwe bîne cîh.

Jiber wê jî PDK û YNK, naxwazin pirsgirêkên navbera wan çareser bibin. Nav li van pirsirêkan jî nayê kirin! Ev çi pirsgirêkin ku bi dehan salan e nayên çareserkirin?

Ev pirsgirêk, stratejîk, hizbî û di nav xwe de berjewendîyên burokrasîya partîyan xwedî dike. Ji hêla teknîkî de, her ku PDK û YNK ji bona çareserkirina pirsgirêkên xwe dicivin, piştî her civînê, ji bona ku lihev nekin li hev dikin. Ev nêzî 20 salane bi vî rengî mîna şanoyê li pêşberî Kurd û Kurdistanê sahnê digire û têt lîstin. Mafê ti hêzan tine ku hêvîya miletê Kurd ji bona berjewendîyên xwe bişkêne. Başûrê Kurdistanê, derfetek zêrîne di destê Kurdan de. Lê ev derfet eşkere, dibe qurbana berjewendîyên partîyan û burokrasîya wan.

Herdû hêz jî dicivin û daxuyanîyan didin, lê ev 20 sale hikûmeta Herêma Kurdistanê, parlementoya Kurdistanê di bin tehdîda bandora hêz û burokrasîya van partîyan de rû bi rû dijî û dem û fersendan wenda dike. Ev pêşî li çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr jî digire. Her ku diçe li henber Kurdistanê, destê Bexda xurt dibe û Bexda pirsgirêkan taloq dikme û dest dirêjî berjewendîyên miletê Kurd û Kurdistanê dike.

Ku yek partî jî li welat bibûna desthilatdar, wê tehlûkeyên din bi xwe re bianîya. Sîstema serkêşîya Partî(yan)yê û burokrasîya partîyan, ku bibe desthilatdar, pêşî li avakirina dewletê digire. Ev bi xwe re tehlûka brokrasîyek xerab jî tîne. Dewlet, dikeve destê kastek burokratîk. Berjewendîyên partîyê, berjewendîyên brokrasî ya partîyê, pêşî li berjewendîyên milet û niştimanê digire, dibe asteng ji welatekî demokratîk û piralî re. Dîktatorîyek burokratîk û totalîter, hêza xwe ji vê digire.

Sîstema serkêşîya partîyê her bi xwe re dîktatorîyek burokratîk tîne.

Di vir de, dema, îca ku du, an jî sê partî yên xwedî hêz û hêza leşkerî hebin; qayîş û berberî ya di navbera wan de jî tehlûkên mezin tînin. Her yek bi serê xwe, xwe dixe dewsa dewletê. Xwe wek xwedîyê dewletê dibîne û wek ku dewlet malê wan e tevdigerin. Pêşî li avakirina sazîyên dewletê û sazîyên civakî digire û dibe asteng ji avakirina sîstemek demokratîk a dewletê re. Yanî partî û berjewendîyên partîyê, derdikeve pêşîya berjewendîyên milet û welat. Partî xwe dixe dewsa milet û welat. Di virde, berjewendî û mafê milet têt binpêkirin û niştimanperwerî derbê dixwe. Dibe bingeha perçebûna navxweyî û xaka Kurdistanê.

Partî, dibe xwedîyê çavkanîyên aborî, xwedî hêza çekdar û xwedî burokrasîyek partîzanî û berjewendîyên van sazîyên di destê buroksîya partîyê de, rê nadin ku postên xwe radestî sazîyên dewletê bike. Tiştê ku ev 20 sale li Başûrê Kurdistanê dibe ev bi xwe ye. Divê Kurd xwe nexapînin. Ne parlemento, ne destûrek hilbijêr ku rolê peymana lihevhatina civakî temsîl bike, ne artêşek netewî, ne aborîyek navendî û ne jî sîstemek navendî a hiqûqî nehatîye avakirin. Tiştê hatîye avakirin, di xizmeta hêzan û burokrasîya partîzanî de hatîye parvekirin. Li ser vê jî van herdû hêzan (PDK û YNK), ne li gor berjewendîyên gel, li gor berjewendîyên xwe ev sîstema ecêb û burokratîk ava kirine.

Asayîşek baş û xurt heye li herêma Kurdistanê. Ev ji bona parastina berjewendîyên partîzanî têt bikaranîn. Lê ticarî van hêzên desthilatdar, nexwestine ku bingehek xurt, navendî a milî ji bona parastina welat û gel bêt avakirin. Du artêş, du îstîhbarat û du cûre aborî, du sîstemên dadgerî, her tên xwedî kirin. Sînorên Kurdistanê û dahatên van sînoran di navbera wan de hatîye parvekirin. Yek nizane bê li herêma yê din çi dibe. Dahata Kurdistanê radestî sazîyên dewletê nabe. Di navbera du partîyên (PDK û YNK) ku li herêmên xwe desthilatdarin, di navbera wan de têt dabeşkirin û bê kontrol ev dahat têt talankirin. Kasayên partîyan tije dolarin, lê kasayên wezaretên Kurdistanê vingî vala ne. Ne parlemento û daîreyên wezaretê, ku partî biryarê bidin rê ji xizmetê re vedibe. Yanî, Daîreyên wezaretê ji hêla xizmet û desthilatdarîyê de bê erkin.

Başûrê Kurdistanê wê çawa xwe ji bin vê bandora partîzanî û bandora burokrasîya van partîyan rizgar bike?

Herdû hêzên Başûrê Kurdistanê (PDK û YNK) yeko yeko ji ber berjewendîyan nikarin li hev bikin. Pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr, ji bona hêzên xwe bikartînin. Bexda jî ji vê sûdê digire û her li ser hikûmeta herêma Kurdistanê bandora xwe zêde dike.

Ji bona ku hêvîya miletê Kurd û Kurdistanê li vî beşê Kurdistanê şikestinê nexwe; divê herdû hêz jî, hêza xwe radestî parlementoyê bikin. Parlemento ya Kurdistanê, bibe cîhê çareserkirina pirsgirêkên miletê Kurd û Kurdistanê.

Parlementoya Kurdistanê, bi sîstemek navendî dest bi xebatên xwe bike. Destûrek milî, artêşek milî, îstîhbarat û perwerdeyek milî-navendî, aborîyek navendî bêt avakirin û bi hestek adîlane ku xizmetê ji miletê Kurd re bike. Eger ev gav neyên avêtin, wê miletê Kurd û Kurdistanê di vî beşî de destkevtinên xwe yeko yeko wenda bike.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *