Di pesn û şîn û bîranîna Şaredarê Melazkurd Mele Mehemed Tahir da

Mele Mehemed Tahir, dilovanê doza Kurd
Ji nişkava xelîya, ew çinar pir blind
Sed heyf û sed mixabin, Şaredarê birumet
Çuye dinya wîyalî, ew ji nava me derket
Hemî gelê Melazkurd, ew di şînê werbûne
Gişt sorgulên Qertewîn, ji derdê wê zerbûne
Mij û moran xwedaye, bilêcan û Sîpanê
Mehmet Tahir nabînin, dildarê Kurdistanê
Bê heval û hogir mam, heya saxbim li Cîhan
Ji nav Gelê Kurd çuye, ew zanayê dilovan
Cewa bê te dibêjim, li herêma Serhedê
Kû nebînim selwayê, ewê bejnê wê qedê
Di bajar û gulzaran, te delalî nebînim
Kesek êdî nemaye, bihna xwe pê derînim
Çemê Murad harbuye, bi qîrîn û heware
Hêstir ji xwin dirêje, ji bo te zare zare
Civat biwî geş dibun, biwî Zarê pir şirîn
Peyv u gotin gezo bûn, bixwe doba hingêvîn
Pêncî penc sal bê navber, wî xebat kir bo Welat
Xweş maqûl bû bi rastî, di nava kom û civat
Gişt dişîne noq bûne, Melazkurd Muş û Xelat
Jibo kû ew nabînin, gula baxê Rojhilat
Piştê Şêx Mehemed Emin, kû min te jî windakir
Tîrek xedar li dilda, hiş û sewda para bir.
Bê te hevalê hêja, bi rumet û serbilind
Samana min bi kî bêt, li Enqere Melazkurd
Lê ez kû nebînim, li nav baxê Xelatê
Li vê dinya derewîn, sebra min êdî nema tê
Bayê Biharê lêda, sorgula geş çilmisand
Wî navê mirina te, Welat bicarek hejand
Bûme dîlê ber dîwar, bê hogir û bê heval
Bo min kesek nemaye, ez qasekî herim bal
Ji derdi te miçiqî, ava çemê badîşan
Lewra êdî nabîne, xwedanê nav û nîşan
Wek wî camêr û zana, li cîhanê pir kêmên
Şaredarê bi rumet, heval û hogirê min
Nakim jibîr ta hebim, hevaltîya me borand
Sed korayî kû îro, bi bal gorê me te şand
Mela Mehemed Yaxmur, bo te çêkir pêşwazi
Piştî bixêrhatinê, got wek min serfirazî
Çi mêvanek Ezîzê, te roni kir goristan
Te ji wekî min nedît, azadîya Kurdistan
Ez bitenê bê te, çewa herim Îranê
Mesud qey hê nebêje, Şaredarê me kanê
Hêstir ji cav biherkin, fenanî tavîyên baran
Di bersivê bibejim, jibona Kurdin Îran
Sed mixabin şaredar, ji cihanê bu cuda
Çuye dinya wîyalî, buye mêvanê Xweda
Herim ser gora Qazî, silavê te bibêjim
Wekî wan carên borîn, Ruhnik ji cav birêjim
Emê şina te dayînin, li bajarê Ûrmîyê
Li Qamişlo li Zaxo, Dihok û Silêmanîyê
Gulzara banê Kelê, hêstiran dibarîne
Ji bo Şaredarê xwe, bi hewar û Qirîne
Dar u gûlên Qertewîn, wan pelên xwe weşandin
Gişt Çiyayên Serhedê, bi tera ser tewandin
Giştan bi hevra gotin, ka maqulê Rojhilat
Şarezayê mafê Kurd, paleyê kar û xebat
Ew hevalê te Seid, maye melul û hejar
Di keseratê daye, belengaz u situxar
Ber dilî dide berdîl, dibe dinya wihaye
Gelek hewal û cûwan, ji hev bune cudaye
Ka Xalid beg, Şêx Seîd, kanê Memê kanê Zîn
Kanê ew Ihsan nûrî, kanê Ferhad ka Şirîn
Kanê Hesamê Axê, gelo kanê Lalixan
Ka Adilbegê Miksi, kanê Alparslan Yaman
Kanê Musa, ka Wedad, kanê şêx Mehemed Emin
Ka Siyabend li Sîpan, kanê ew Xeca Zerîn
Roja çardê Adarê, du hezar û bist û çar
Xatirê xwe jime xwest, wî zanayê pir kêbar
Rojek piştê wê rojê, ew li gorê bu mêvan
Bila di dewsê saxbe, gelê Kurd û Kurdistan
Kiyê bêje Xelatî, bese dilê me nesoj
Tera pesnê wî nakin, dem û gav û şev û roj
Ger Xanî û hejarbî, neşê pesnê wî bêjî
Ma tuyê heya kengê, Ruhnik ji xwin birêjî
Xweş heval bu ji bo te, ew çuye êdî nayê
Lê rumeta wî maye, li nav Kurdên Dinyayê
Hîvîdar be ji Yezdan, cihê wî bibit bihîşt
Nav u rumetek pir qenc, li cîhanê bo xwe hîşt
Dawî Xelat
Seydayê Xelatî
15.03.2024

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *