Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, June 18, 2018

Heyeta PAKê Seredana Mezelê Mele Mustafa Barzanîyê Nemir Kir! 

Endamên Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê Evdirehman Gundikî û Orhan Kaya, li gel endamên Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Abdî Işık û Temo Ayas û gelek dostên PAKê roja 14.03.2017an bi minasebeta 114emîn jidayikbûna Mele Mustafa Barzanîyê nemir, li Barzan seredana mezelê nemiran Mele Mustafa Barzanî  û Îdrîs Barzanî kirin.

3Heyeta PAKê çelengeke gulan danî ser mezelê  nemiran. Rêzdar Şêx Xelat Barzanî yê Nûnere Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî pêşewazîya heyeta PAKê kir û spasîya xwe anî ziman. Li ser navê heyeta PAKê Evdirehman Gundikî jî  Mele Mustafa Barzanîyê nemir bi giramî bibîr anî û piştgirîya PAKê ji bo meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê bilêv kir.(14.03.2017)

Buroya Çapemenî û  Ragehandinê ya PAKê

Hinek nivîsên din:

Nerîna te