Di nava hefteyekê de 6 ji wan Kurd 8 kes hatin darvekirin

Îranê 6 girtiyên Kurd ên ku di dozên cuda de ceza li wan hatibû birîn, darve kirin. Herwiha 2 kesên din ên ku yek ji wan zarok e jî hatin darvekirin.

Ji wan kesan 4 ji Îlamê û 2 ji wan jî ji bajarê Kohdeşt û Mehabadê ne.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro girtiyê Kurd ê bi navê Eyûb Kerîmî yê xelkê Mehabadê ku ev 14 sal in di girtîgehê de bû, li Girtîgeha Qizil Hisarê ya Kerecê darvekirin.

Li gorî zanyariyan Eyûb Kerîmî û 6 kesên din sala 2009an li Mehabadê bi tohmeta kuştina melayê bi navê Ebdulrehman Tîna hatibûn girtin û Adara 2016an dadgehê biryara darvekirinê li wan birîbû.

Doh jî girtiyên bi navê Îqbal Fethulahî yê Îlamî û Muhsîn Emîrayiyê ji Kohdeşta parêzgeha Loristanê li Girtîgeha Qizil Hisarê ya Kerecê hatin darvekirin.

Her du kes jî berî 5 salan bi tometa bazirganiya madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.

Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan, doh 3 girtiyên din ên Kurd ên bi navê Şehram Mihemedbegî (38), Elî Axammihemedî (47) û Nasî Meqsûdî ku li girtîgeheke bajarê Îlamê hatibûn girtin, hatin darvekirin.

Hat ragihandin ku her 3 girtiyên Kurd ji parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ne û bi tohmeta “kuştina bi qest” cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn.

Zarokek hat darvekirin

Îranê herwiha 24ê Çiriya Paşînê Hamidreza Azeiyê 17 salî û Mîlad Zohrevendê 22 salî jî darve kirin.

Ofîsa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî darvekirina her du ciwanan şermezar kir û banga bidawîanîna cezayên darvekirinê kir.

Li gorî amarên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê (IHR) û Platforma Bihevre li hemberî cezayê darvekirinê ya li navenda Parîsê, par li Îranê herî kêm 582 kes hatine darvekirin û ji sala 2015an ve hejmara herî zêde ye. Sala 2021an jî 333 kes hatine darvekirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *