Em êrîşa dewleta dagîrker şermezar dikin!

Demeke dirêj e ku Dewleta Tirk bi bahaneya li dijî PKKê operasyonên xwe yên leşkerî li Başûrê

Kurdistanê didomîne. Armanca sereke ya van operasyonan ne ji bo şerê li dijî PKKê ye, lê

eşkere ye ku ev operasyon ji bo bêîstîqrarkirin û di encamê de rûxandina statuya neteweyî ya Başûrê Kurdistanê ye.

Yek ji van operasyonên dagîrkerî jî di 20ê tirmeha 2022an de, li devera geştîyarîyê ya gundê

Perexê ku bi Zaxoyê ve girêdayî ye pêk hat. Li gorî nûçeyên tên, di encama vê operasyonê de 9 kesan

jîyana xwe ji dest dane û 31 kes jî birîndar bûne. Ev qetlîam ne li dijî kesên çekdar pêk hatîye. Di operasyonê de tavaya kuştî û birîndaran geştîyarên sivîl in. Ev jî nîşan dike ku Dewleta Tirk ne li dû PKKê ye; lê ew bi van operasyonên ku li dijî xelkên sivîl, dixwaze çavên xelkê bitirsîne, heremê vala bike, pêwendîyên kurdên Başûr û Bakurê Kurdistanê ji holê rake û tehdîda dewletê ya dagîrkerîyê li ser desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bidomîne.

Balkêş e ku ev operasyon di dema civîna Turkîyeyê ya bi Rusya û Îranê re didomand, pêk hat û weha xuyaye ku dê Dewleta Tirk van operasyonên xwe bidomîne. Dewlata Tirk bi van operasyonan serwerîya dewleta Iraqê, serwerîya Kurdistana Federal binpê dike û li dijî peymanên navneteweyî tevdigere. Divê desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bi hevkarîya hêzên neteweyî van êrîşên hovane û dagirkerî yên Dewleta Tirk bide mahkemeya navdewletî. Divê desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê zextê li ser desthilatdarîya Iraqê bike ku li dijî van operasyonan raweste û di Neteweyên Yekbûyî de jî vê mijarê têxe rojeva wê.

Divê ev helwesta PKKê ya rê li ber van êrîşên hovane û dagirkerî ya Dewleta Tirk xweş dike, bi awakî berfirehtir û zelaltir ji raya giştî re bê diyar kirin. Pêwîst e ku bi hemû hêz û îmkanên xwe desthilatiya Başûrê Kurdistanê zextê li ser PKKê û hevalbendên wê bike ku demildest PKK hêzên xwe yên leşkerî ji Başûrê Kurdistanê derxîne.

Em TDK-Tevger vê êrîşa hovane û dagirkerî ya Dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin!

Bijî tekoşîna ji bo dewleteke serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê

TDK- TEVGER

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *