Kî Rastîyê vedişêre!

Nezîr AKAT

Dewleta Tirk ji dema avakirina xwe hetanî îro ji tuneyî miletekî ava dike. Avakirina miletekî ji tuneyî bêyî komkujî û jenosîdan ne mumkun e. Prosesa avakirina neteweya Tirk, hetanî îro jî berdewame. Loma jî divê meriv matmayî nemîne ku komkujîyên vê prosesê bidomin. Dîroka dewleta Tirk, dîroka jenosîd û komkujîyan e. Bi dîroka derewîn, bi jenosîda kurd, rûm û ermenan avakirina Miletê Tirk, şaneyên dîroka Dewleta Tirk in.

Dewleta Tirk bi behaneya xwedêgiravî şerê li dijî  PKKê, nêzî 40 salî ye ku li Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên xwe yên leşkerî bi dehan komkujî pêk anîye, bi hezaran gund û gelek bajar û bajarokên Kurdistanê wêran kirîye. Dewletê bi hêzên xwe yên eşkere û yên nehênî û tarî, huqûqa navxweyî û ya navneteweyî binpê kirîye. PKK jî bi siyaset û helwesta xwe rê li ber van êrîş, komkujî û wêrankirina Kurdistanê xweş dike.

Yek ji van komkujîyan jî di 20ê tirmeha 2022an de, li devera Zaxo, li gundê Perexê pêk hat. Di encama vê êrîşê de 9 kesan jîyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn. Tevaya wan kesan sivîl û geştîyarên ereb bûn. Biqasî agahdarîyên hetanî nuha berdest bûne, ev komkujî bi topên dewleta Tirk pêk hatîye. PKK li vê deverê hebe jî ev dever di bin desthilatdarîya Hukûmeta Başûrê Kurdistanê de ye. Ji bilî nûçeyên Dewleta Tirk, hemî nûçeyên din,  Artêşa Tirk tawanbar dikin. Tirkîye bi operasyonên xwe yên li Başûrê Kurdistanê serwerîya dewleta Iraqê û  desthilatdarîya Hukûmeta Başûrê Kurdistanê binpê dike û li dijî peymanên navneteweyî tevdigere.

Bertekên  vê carê yên dijî komujîya dewleta Tirk yên netewî û navnetewî mijarekê ji raya Kurdistanê û ji raya cîhanî re zelaltir dike. Heger PKK li başûrê Kurdistanê behaneyan ji Dewlet û Artêşa Tirk re xweş neke, dê dewleta dagîrker nikaribe hewqasî bi hêsanî êrîşên leşkerî li başûrê Kurdistanê bidomîne. Ew dê nikaribe bi hêsanî serwerîya dewleta Iraqê û desthilatdarîya hukûmeta Kurdistanê binpê bike û dijî peymanên navneteweyî tevbigere.

Bêgûman Dewleta Tirk dixwaze û hewil dide ku hemû destkeftîyên Kurdan jidest bibe. Lê destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bi yasayên dewleta Federal ya Iraqê, meşrû û rewa ne. Statuya Başûrê Kurdistanê di qada sîyasîya navneteweyî de li gorî huqûqa navneteweyî ye û cîhana demokratîk vê statuyê bi fermî nas kirîye. Li gorî vê statuyê PKK rê ji bahaneyên Dewleta Tirk re xweş neke, dê bi hêsanî nikaribe operasyonên xwe yên hovane li Başûrê Kurdistanê bidomîne. Lê mixabin PKK dest ji Bakurê Kurdistanê berdaye, li Başûrê Kurdistanê dijî statuyek millî ya Kurdistanî têdikoşe û li tevaya Kurdistanê vê helwesta xwe dom dike, lê li başûrê Kurdistanê ji bo çi şerê çekdarî didomîne nayê fêmkirin. PKK li Başûrê Kurdistanê kê ji kê azad dike. Li beşekî Kurdistanê ku bi xûna bi hezaran cangorîyan destkeftîyên neteweyî biencam bûne, pêdivî bi kanton û xweserîyên PKKê tuneye. PKK ji bo bicîkirina daxwazên xwe, ku ne kurdistanî ne, pêwîstî bi şerê çekdarî nîne. Lê PKK, di vî şerê çekdarî  de, li Başûrê Kurdistanê bi israr û bi biryar tevdigere û rê ji kiryarên Dewleta Tirk re xweş dike. Nîyet çi dibe bila bibe PKK, bi vê helwesta xwe dibe hevkarê komkujîyên dewleta Tirk.

Dewleta Tirk qatîl û tawanbar e. Serokê Meclîsa Dewleta Tirk Mustefa Şentop dibêje ku “Berîya herkesî êrîşa li ser sivîlan, Turkîyeyê nerehet dike.“ ne raste. Şentop derewa dike. Ew li ber çavên cîhanê, van derewên xwe weha didomîne:  ”Demeke dirêj e û bi dehsalan e ku Turkîye li dijî terorê têdikoşe. Tekoşîna xwe di çerçeweya mafê mirovan û li gor huqûqa navneteweyî didomîne… Vê êrîşê bi îhtîmala herî mezin terorîstan kirîye.” mebesta Şentop komkujîya Zaxoyê ye. Şentop bi vî awayî careke din derewan dike û rastîya hovîtîya dewleta xwe vedişêre.

Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu jî weha dibêje:  “Li gor agahdarîyên ji Hêza Çekdarîya Tirk, (Artêşa Dewleta Tirk) bidest ketine, li dijî sivîlan êrîşên artêşa Tirk çênebûye… Em desthilatdarên dewleta Iraqê hişyar dikin ku di bin bandora terorîstan de neaxifin… Em tawanbarîyên li ser dewleta Tirk qebûl nakin…. Me di axaftinên xwe de tawanbarîya vê bûyerê bi zelalî red kirîye. Hemî dinya dizane ku, Turkîye tu caran li dijî sivîlan êrîş pêk neanîye. Li gor huqûqa navneteweyî em li dijî terorê tekoşîna xwe didomînin.” Çavuşoglu jî weke Şentop derewan dike. Herdû jî û tevaya dezgeh û desthilatdarên dewleta Tirk jî dizanin, ku ji roja avakirina vê dewleta bêjî, hetanî îro bi komkujî û jenosîdan dewleta Tirk huqûqa navneteweyî, normên mirovahîyê û peymanên mafê mirovan yên navneteweyî ku wan bixwe jî bin îmze kirine, binpê kirîye. Dewletek li ser xaka miletekî din hatibe avakirin, bêgûman meşruîyeta wê jî cîyê minaqeşê ye. Ji ber vê sedemê ye ku, li dijî her rexneyê û dijderketinên serwerîya Tirk, dewlet û miletê Tirk bi hovane tevgerîyane. Devji huqûqa navneteweyî berde, huqûqa xwe jî binpê kirine.

Pispor, stratejîst, pisporên ewlekarîyê, sîyasetmedar û profesorên dewleta Tirk ku her roj di medya Tirk ya nîjadperest de, li dijî Kurd û Kurdistanê qibeqiba wan e; bûyera komkujîya Zaxoyê dixin sutiyê Îsraîl, Emerîka û PKKyê. Hinek ji wan jî Îranê tawanbar dikin. Ew kiryarên Dewleta Dagîrker di çerçeweya mafê mirovan de li gorî huqûqa navneteweyî şîrove dikin. Lê tevaya wan bi helwestên xwe yên nîjadperestî, devxwînî û kîndarîyê huqûqa navneteweyî binpê dikin û bixwe dibin tawanbar. Miletê Tirk dijî Kurdan har û hov dikin. Medya Tirk bi televîzyon, rojname, tora civakî, Parlemento, Hukumet, serokkomar, unîversîte û partîyên sîyasî ve derewan dikin û rastîyan ji raya giştî vedişêrin. Rastî û dadwerî du neyarên herî mezin yê Dewlet û mileta Tirk in.

PKK jî dixwaze vê bûyerê şolî bike û dixwaze  PDKyê jî bike şirîkê vê karesata dewleta Tirk û AKPê. PKK raste rast Dewlet û Artêşa Tirk tawanbar nake. PKK/HDP di xwepêşandanan de weha dibêjin: “Kujer AKP û KDP ye, bimre Îxanet bijî berxwedan.” Ev aqil ji kê re xizmetê dike? Bêgûman siyaset û helwestek weha ne di berjewendîyê miletê Kurd de ye. PKK ne tenê rastiyê berevajî dike ew herweha  gunehkarîya Dewlet û Artêşa Tirk jî  dûrçav dike. Berê gunehkarîyê diguhere, bi navê AKP yê, lê di esle xwe de PDKê tawanbar dike.  PKK, wek hercar karê xwe dike û rastîyê ji raya giştî vedişêre. PKK, wek hercar dîsan vê mijarê şolî dike ku Dewleta Tirk tawanbar nebe.

Medya cîhanê, Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê û ya Iraqa Federe, Emerîka, Ingiltere, Yekîtîya 22 dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî û tevaya tevgera Kurdistanî, dewleta Tirk tawanbar dikin. Lê PKK dixwaze PDKê tawanbar bike. Careke din PKK taşarontîya xwe bi zelalî ji raya cîhanî re eşkere dike. Dewlet komkujîyê dixe sutîyê PKKê û Emerîka, PKK jî komkujîyê dixe sutîyê AKP û PDKê. Rêya herdûyan jî ya şolîkirina bûyera vê qetlîama hovane ye. Herdû jî dixwazin rewşê şolî bikin û rastîyê veşêrin.

Endamê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê PDK, Hişyar Zebarî radighîne ku, “Artêşa Tirkîyê bi topên 155mm Zaxo topbaran kirîye û divê komîteyek hevbeş ya ji Hukûmeta Kurdistanê, dewleta Iraq û Tirkkîyeyê ji bo lêkolîna vê bûyerê bê avakirin.“  Li vir ya girîng ev e ku Hişyar Zebarî tawanbarê bûyerê destnîşan dike û dibêje Artêşa Tirk e. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên jî, li ser vê komkujîyê weha got:  “Li gor encamên lêkolînên ku kesên pispor û berpirsên leşkerî  kirine, ev komkujî ji alîyê artêşa Tirk ve pêk hatîye “. Fûad Husên weha didomîne; ”eşkere bû ku şerê dewleta Tirk ne li dijî PKKê ye. Tirkîye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagîr kirîye û xelkê sivîl dikuje… ew dê ji bo Asayişa Navneteweyî gilîyên li dijî Tirkîyê tomar bikin “.

Wezareta Derve ya Iraqê, bi fermî balyozê Tirkîyê bangî wezaretê kir û bi daxuyanîyekê daxwaz ji Tirkîyê kir ku demildest hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişînin. Daxwaz û helwesta wezareta karûbarê derve yê Iraqê, gilîyên dagîrkirinê li Tirkîyê û radestkirina pirsgirêkê ji bo Neteweyên Yekbûyî, ez weke helwestek nu û ciddî ya Dewleta Iraqê şîrove dikim. Ev prosesek girîng e. Pêwîst e Kurd û desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê vê prosesê bileztir û bihêztir bikin. Ji wezareta Karûbarê derve ya Iraqê re bibin alîkar.

Divê Dewleta Dagîrker tawanbar bibe. Divê pêşî li kiryarên PKKê bêne girtin ku pirsgirêkê di berjewendîya dewleta Tirk de aloz neke. Ev helwest, bivê nevê dê dijî tevaya hêzên çekdarên neyasayî û dagîrkeran raweste. Dikare bibe egera derxistina çekdarên PKKê, belavkirina beşekî heşda Şabî û biryarwergirtina derketina dewleta Dagîrker ya Tirk.

Nezir Akat

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *