Hey çemo çemo! … Çemê Mûsilê ! …

Şakir Epozdemîr


Çem, bi kurmancî ji averoyeke boş ra, averoyeke gurr û gumre ra tê gotin. Ro û Robar jî li Kurdistanê tê ziman ku ev tê manaya deşarzê. Mana xwe ew e ku ew ava baranan ango kaniyan diherikin, diâbiqin û berjêrî anku serejêrî dikişin. Kurd di zemanê qedîm mirîyên xwe avêtine çem. Niha jî gava yek ji yê din ra dibêje “ez diçim” ku ev yeka ha ne bi dilê hevalê wî be, ji hevalê xwe ra dibêje : “Çem û çem herr e! …”

Li Kurdistanê çemek dikarê bi dehan navan bistînê. Mesela Dicle: Dibe çemê Diyarbekir, Cizîrê û Mûsilê. Di nava van 3 bajaran da bi dehan navên din jî hene ku heryek li gora gund û bajarokan nav hildigirin.

Çemê Mûsilê, Zêya Mezin, Xabûr, Botan, Xerzan û Batmanê û bi dehan delavên din dighêjîne hev û li Bajarê Mûsilê dibe Ferateke bêqam. Ferat mana ‘Nehir’ e. Ji xwe Çemê Dicleyê her ‘Ferat’ e. Lê tenê vî navî li Çemê Fıratê ango Çemê Muradê kirin e.

Dîcle û Firat in ku mafê jiyanê dane dewletên Sûrî û Îraqê. Çemê Dicleyê ye ku Bajarên Amed, Hesenkêf, Cezîr, Mûsil, Tikrît, Samarra û Bexdayê avadan kirî ye. Ku ne ev çem bûya, ku ne ev delav û bi dehan delavên din buyan, belkî ku ev bajarên navdar ava nebûn a. Belkî kû ev Bahsîyên faşîşt jî çênebûna û evqas zilm û zordarî nedihata serê Kurdan.

Ji ber vê ye kû Dîcle afirandoka jiyanê ye. “Dijîle, diçîle, dihilhile, digurgure û dimeşê diçî û diçî û diçî … ji bajarê Bexdayê derbaz dibî, nêzî bajarê Besra yê ev herdû çemên gewre, çemên mezin, feratên bêqam hev hembêz dikin û dibine Şattul Ereb. Yanê Şetta Ereban. Eger ev av ji Kendavê biherikiya bi ser Kurdistanê va bihata, bawer bikin wê Ereban berê ava xwe veguhastan û peşkek jê nedidane Kurdan.

Cizîrî jî ji vî çemê jîyanê ra dibêjin ‘Şet’ . Bê ku ez bi dilê xwe seyahet bikim, min çemê Dîcle yê li Pîran (Dicle), Amed, Heskîf, Cizîr, Mûsil û li Bexda yê dîtî ye. Min li Besra yê “Şett-ul Ereb” jî dît. Çemên Kurdistanê piştî dikevine Çola Ereban hew dixulxulin. Bê deng û bê reng ber bi kendavê va dikişin. Her weka bê dilên xwe dimeşin. Meş jî çi meş e? Çewa ku Kendav bi zorê van çeman kaş dike nava xwe.

Kürdistanî bi ava çeman jî sînorên xwe, xaka xwe kifş dikin. Em di folklora Kurdan da vê yekê baş dibînin ku Kurd kilam û bêlîte û çîrokên xwe bi giranî li ser navên bajar, bajarok, gund, çiya, deşt, zozan û çemên xwe dibêjin. Kurd ne çem û çiya, ne jî çol û çiyayên di dervayê welatên xwe de naynine ziman.

Dibêjin çemê Mûsilê, lê nabêjin çemê Bexda yê. Dibêjin Çiyayên Nemrût û Sipan û Agirî, lê nabêjin Qafkas û Erciyes û Toros. Deştên Mêrdînê, Diyarbekir û Mûşê tim di folklora Kurdî da derbaz dibin, lê kes behsa Deşta Qonya, Bafra û Gedizê nakin. Kurd di sitranên xwe da Şam û Helebê, Wan û Ormîyê, Kerkûk û Mûsilê, Erzincan û Erzirûmê ango Sêwaz û Meletê tînine ziman, lê ne qabile ku bajareke di dervayê sinorên xwe da bikine nava folklora xwe.

Ji Şam û Bexda ango Stenbol qal bikin jî, ji ber vê ye ku ev bajêr alemî ne. Kurd bajarê Mûsilê weka bajarê xwe dipejirînin lê Heleb nîve nîv xwe şirîkê vî bajarî dibîn in. Ku we rastî bivê payê Kurdan di bajarên Şam û Bexda û Stenbılê da jî hey e. Ji ber Mela Goranî û Aqşemseddin em şirîkê Stenbolê ne. Bajarê Bexdayê meqamê Şêx Ebdilqadirê Geylanî û İmamê Henefî ye û ya giring Zilfîqar Begê Kelxwirî ji Şahê İranê Şah Tahmasp vî bajarî bi darê zorê stand û cewabêk ji Qanûnî Sultan Silêman ra rê kir got: “Kerem bike were, ezê vî bajarî bê pûl û bê pere teqdîmê cenabê te bikim. “Piştî ku Siltanê Navdar vî bajarî girt, navê Bexdayê bû “ Barış Diyarî “. Kesi Zulfîqar Beg naynî bîra xwe.

Bajarê Şamê, bajareke pîroz e. Lê pîroztîya wê ya herê giring bi Siltanê Mazın, Siltan Selaheddinê Kurdî cîyê xwe digirê. Mezinên Kurdan bi sedan li Şama Şerif radizên û taxêkê me bi navê “ Taxa Kurdan” li vî bajarî – eger Esad Efendi serobino nekiribî – hêja jî hey e.

Me qala Emîr Zulfîqar Begê Kelxwurî û Sefera Mihteşem Silêman ya sala 1535ê ku çobû şerê İranê kir. Li gor dîroka fermî Xweda giran be befreke girana giran li dora Tevrêzê dikeve erdê, rê û rêbor hemû kapat dibin, Artêşa Kurd û Osmaniyan xwe bi alê Bexdayê va dişeqitînê, xwe berjêr berdidin, dikevine germayîyan û piştî ku Siltan Bajarê Bexdayê goye fetih dike di ser Mûsil û Botan da dadigerê Amedê .

Di vêderê da ezê çîroka Mîrê Gurkêlê, Gurkêla Botan, Emîr Seyyid Ahmed û Qanûnî Siltan Silêman ji rupelên Şerefnameyê bo we xwendevanên hêja rêz bikim: Gava ku hun vê kurteçîrokê bixwînin, wê bi hêsanî hunê halê miletê Kurd bikarıbın dewra beriya 500 salan û dewra me ya ku em tê da ne bidine berhev û bihêjîn in. Hunê bibînin ka çi bi sere me va hatî ye.

Şeref Xanê gorbehişt di Şerefnameyê da vana qeyd dike: “Gava ku Qanûnî ji Bexdayê vedigerê, Emir Seyid Ahmedê Mîrê Gurkêlê ji zilamên xwe ra dibêje ku wî sax bixine tabûtek û danine ser rêka Siltan, gava Siltan tabûtê bibînê wê bipirsê ka ev tabût a kîye; hun bibêjin ku ev tabût ya Seyid Ahmed’e, Seyd Ahmed xwe sax xistîye tabûtê û gotîye:

“- Bajarê Mûsilê weka rihê min bû; madema ku Siltan Bajarê Mûsilê ji min standîye, nexwe ez xwe mirî hesap dikim. Ez mirî me û li pêşiya Siltan dirêjkirî me”. Gava ku Siltan tê û vê xeberê jêra dibêjin, ji hespê xwe peya dibî, tabûta Emir vedike, wî hembêz dike û careke din fermannameyek dinivîsê Bajarê Mûsilê dide Mîrê Gurkêlê, Gurkêl anku Gurgila Botan…(1)

De ka bêjin ev Mîrê hêja, aqilmend û zîrek di dereca 2. yê da Mîrekê Botan e. Li Botan 3 Mîr hen e. Yekemin derece Mîrê Cizîrê ye, duyemin derece mîrê Gurkêlê û sêyemin derece mîrêkiya Finikê ye. Mîreke Kurdistanê di dereca 2. yê da 500 sal berê dikare bi rêka aqil Bajarê Mûsilê bike binê hikmê xwe. Ma ev yekaha bala we nekişand?

Dibe ku xwendevan giringî nedine vê çîroka balkêş. Ez dixwazim Mewlana İdrisê Bedlîsî têkime dewreyê. Ezê beyanatê Mewlana İdrisê Bedlisî ku ji Yavuz Sultan Selim Xan ra nivisandîye bi Tirki weka eslê wê teqdîmê we bikim. Li gora erznameya ku Mewlana İdris ji Siltan Selim ra rêkirîye piştî Şerê Çaldıranê Emir Seyyid Ahmed li herêmên Behdinan û Soran roleke gelek giring leyîztî ye. Bi Tirkî: (2)

(…)  “ Hemedan Hâkim Tekan bey 300 tüfekçisi, 1400 askeriyle Emîr Seyit Ahmet’in üzerine yürüdü. Büyük bir savaş başladı. Emîr Ahmed’in ordusunda 200 kişiden fazla yoktu. Bendezâde 20 kişi ile büyük bir şecaat gösterip kafirler ordusunu üç kere yenerek Kızılbaşlardan 150’sini helâk etmişler, gazilerden de 15 kişi şehit olmuştur. Kâfirler ordusundan bir çoğu yaralı olduğu halde kaçmaya mecbur kaldılar ve bendezâde de bu arada beş yara almıştır. Bu muharebeden sonra bendezâde Emîr Seyid Ahmet’i 100 gençle beraber Emîrü’l-ümerâ (baş kumandan)ın huzuruna götürmüştür. Gelen haberlere göre Kızılbaş ordusunun hezimete uğramış olan kanadı Musul’da toplandığından başkumandan Emîr Seyid Ahmet’e Padişah namına hediyeler vererek onu 2-3 bin arapla birlikte Feyyaz Bin Derracı, Diracî Emîrlerini ve Kutluk beyi Muhammed’i Musul’a doğru gönderdi. Ümit ederiz ki, bunlar zafere ulaşırlar ve ondan Bağdat’ın düşmesi kolaylaşır”

Li gora vê beyanatê, Emir Seyid Ahmed bi 200 leşkerên xwe va zora 1700 leşkerên Tekan Begê hakimê Hemedanê birîye û 150 kes ji wana kuştîye û wana berepaş dagerandî ye. (…) Disa em ji beyanata Mewlana idris fêr dibin ku Biyiklı Mihemmed Paşa bi 2–3 hezar Ereban va dişeynê ser Mûsilê.(…) Yek jî em dibînin ku kurê İdris ku jêra çend caran dubare dike dibêje “ bendezade” jî bi 20 merivên xwe va di şer da ye û birindar bu ye. Her waha ne tenê Botiyan lê Rojkiyan jî hewl dane ku Bajarê Musilê rizgar bikin.

Mebest ji vê ewe ku Emir Seyid Ahmed ji ber ku Mûsilê ji destê Sefewiyan rizgar kirîye, – ku Musul wê demê bajarek ji bajarên Memlukan e – mimkine ku Mûsil li ser wî hatîye temlik kirin. – anku Kurd ne hewceyê temlikan û tapuyan û senedanın hema ku gotibî Musul ya mine dibe yaw î –  Bajarên weka Mûsil, Urfa û Meletê – ji ber ku mîrateyên Dewleta Eyyubiyan bûne – bajarên Memlûkan in. Yani ji Eyyubiyan derbazî Memlukên Misrê bûn e. Ev bajarên ku bi Misrê va girêdayînin û weka bajarên Malikî bê parêzvanin; di wê demê de bê zehmeti hatine vegirtin. Van 3 bajaran İdris daye Osmaniyan. Gava Amed jî ji bin destê Sefeviyan azad dibe, dibêjin ku Siltan selim vî bajarî li ser İdrisê Bedlisi temlik dik e. Zeman ew zeman bû. Soz û bext hebû.

Lêbelê Qanûnî ji ber ku kurê Yavuz’e û Yavuz di nava 2–3 salan da axa Osmaniyan kirîye 3 qat, hebek biser xwe va çu ye, pozê wî bilind bu ye. Çiqas ferq di navbera Serok Buşh û Obama da hebî, Jê bêhtir ferq di navbera bab û kurê da tê dîtin, lê bi ferqek, Qanûnî bi rastî mêr bû. Ez tiştek ji vî bê eslî yê reşik fêm nakim. Ez vê miqayeseyê ji ber Kurdan dikim. Ji me ra Buşh baş bû. Ji me ra Selim baş bû, ji me ra Siltan Ebdilhemid baş bû, ji me ra Tirgut Ozal baş bû; belki ku ji bo Kurdan û ji bo Tirkiya yê; Ebdillah Gul û Teyib Erdoğan jî baş bin. Ev ihtimalek e. Rewşa dinya îroyîn jî waha emir dike. (3)

Xebereke mezinan heye: “- Ki baş bî, ji xwe ra baş e. “

Rêz digirim 15.06.2014 – Ankara

T Ê B İ N Π:

(1) Mêzekin Şerefnama Şeref Xanê Bedlisi – M.Emin Bozarslan, Çapa 3-4 Weşanxana Hasad r. 169

(2) Mêzekin Şevket Beysanoğlu – Diyarbakir Tarihi Cilt 2 satfa 503-507 ve 507. Sayfanın dipnotu: Nazmi Sevgen, Kürtler, Belgelerle Türk Tarihi Dergisi, s.8 Mayıs 1968, sf. 47-50; aynı yazar, Doğu ve Güneydoğu Anadolu’da Türk Beylikleri, hazırlayanlar Şükrü Kaya Seferoğlu-Halil Kemal Türközü, Ankara 1982, sf. 35-38

(3) gava min vê makaleyê nivisand pêvajoya çareseriya mesela Kurd di navbera HDP û dewletê da dimeşîya. Ji ber vê yekê min birêz Ebdillah Gul û birêz Erdoğan xistiye rêza qencan. Tiştên ku ez nuha dibînim piştî helbijartina hezirana 1915 ê qenç kîye, xerab kîye nayê dîtin. Eger ku mesele waha bidomê, Tirk û Kurd nikarin bi hevra bijîn. Ew emega 500 salan bi avêva diçî. 500 sal zemaneke dûr û dirêje. Heyfe lê bê mehf e. Ligel rêz.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir