Dewlemendiya zimanê kurdî

Ez bawer dikim huqas nimûne û agahdarî bes e. Ku xwendevan bixwazin li ser zimanê kurdî zêdetir xwedî zanabûn û agahdariyan bin, ew dikarin wan çavkanîyên min şirove kirine, bixwînin.

Li gor Ferhenga Wikipedia ya dîgîtal, zimanê kurdî di nav 10 zimanên dewlemend yên dinyayê de ye. Û li gor lîsteya Wikipediayê zimanê kurdî bi 721 hezar 599 peyvên xwe di rêza nehemîn de ye. (1) Dîsan li gor agahiyên Wikipediayayê, di van mehên dawîn de peyvên zimanê kurdî roj bi roj zêde dibe. Û îro hêjmara peyvên zimanê kurdî ji milyonekî derbas kiriye.(2)

Li ser medya sosyal dewlemendiya peyvên zimanê kurdî ji aliyê gelek kesan ve hat munaqaşe kirin. Xêrxwaz û xemxwarên zimanê kurdî bi vê xebera Wikipediayayê kêfxweş û bi dewlemendiya zimanê kurdî serbilind bûn. Lê di heman demê de xêrnnexwaz û dijminên zimanê kurdî jî ji vê xeberê gelek eciz bûn û wekî her car bi hezarûyek derewan xwestin zimanê kurdî biçûk bixînin û xebera Wikipediayê wekî xebereka nerast nîşan bidin.

Bêşik gelek kes meraq dikin, gelo bi rastî wekî Wikipedia dibêje; zimanê kurdî ji aliyê peyvan ewqas dewlemend e, yan wekî xêrnexwaz û dijminên zimanê kurdî idîa dikin: Zimanê kurdî zimanekî qels û lawaz e?

Bêşik di dunyaya dîjîtal ya îro da bersiva vê pirsê jî bi awayekî zanistî, bi xêra kesên bispor, zimannas û lêkolîneran ve hatiye dayin.

Ez ê di vê nivîsa kurt de ji we ra tenê çend nivîsên zimannas û zimanzan yên ku li ser zimanê kurdî xebatên zanistî kirine, şirove bikim. (Tefsir bikim, mane bidimê, izeh bikim)

Berê dixwazim li ser cografyaya ku kurd lê dijîn çend tiştan bibêjim:

Ji ber ku demeke dûrûdirêj e, minaqeşaya ku Mezopotamya navende zimanê Hindî-Ewropiyê tê kirin. Û heta hîpotezek hebû ku hemû zimanên Hindî Ewrupî ji başûrê Mezopotamyayê zane û ji vê derê belavî dinyayê ku îro bi zimanên Hînd-Ewropî dipeyivin, bûye.(3)

Ev hipotez yan dîtin di kovara Scienceya amerîkî ya zanist û akedemîk de ji aliyê zimanzanên enstîtûya Max Planck ya Almanyayê ve hat piştrast kirin. Li gor zimanzan Paul Heggarty û Cormac Andersson zimanê Hînd-Ewropî herî pêşî li başûrê Mezopotamyayê ji aliyê endamên şaristaniya ku li wê herêmê hatiye damezrandin ve hatiye peyivîn.(4)

Bi baweriya min jî dewlemendiya zimanê kurdî piçek jî girêdayiya erdnînegeriya Kurdistanê ye. Ji ber ku pêkhatina zimanan bi avabûyîna şaristaniyan ve girêdayiye, bi awakî hêsan zimanên hevbeş bi avabûna şûnwarên mirovan ve pêk hatine.

Wekî tê zanîn berê cemedê her derê dinyayê girtibû. Di wê serdemê de mirovan nêçîrvanî dikir û cihekî sabit lê bijîn tunebû. Ew kom bi kom ji hevdu dûr wekî koçeran dijiyan. Û her kom yan grub jî bi zimanê xwe yê taybetî dipeyivî. Lê di salên 10 û 11 hezaran de cemed heliyan û dinya hêdî hêdî germ bû. Bi germbûna dinyayê ra li ser axê nebatên curbecur şîn bûn. Mirovan bi salan giya, pincar, belg, meywe û nebatên xwezayî xwarin. Û ji wan giya, pincar, belg, meywe û nebatan yên ku ji bo laşên wan rind û yên ne rind bûn ji hev cuda kirin. Mirovên wê demê di nav van giya, pincar, meywe û nebatan de dîtin ku ya herî pir zikê wan têrdike û ya peyda kirina wê hêsan e, genim e.

Li gor lêkolînên zanistî cara pêşîn genimê xwezayî (neçandî) li bakurê Mezopotamyayê hatiye dîtin.(5) Piştî çandina genim, mirovan dîtin ku heywan bermayiyê genim yanê bistikên hûrbûyiyê genim, zivistanê dixwin. Mirovan bistikên genim hûr kirin û kirin ka û di kadînan de parastin. Wê kayê jî zivistanan dan heywanan. Bi vî awayî jî kedîkirina heywanan dest pê kir. Mange, bizin û mîh piştî bidestxistina kayê hatine kedî kirin.(6) Dema mirovan dest bi genimçandinê kir, ew mecbûr man ku zeviyên xwe yên çandî jî ji heywanên ne kedî biparêzin. Ji bo vê yekî jî dev ji koçeriyê berdan û nêzîkî zeviyên xwe, ji bo starbûnê avahî çêkirin. Mirovên wê demê ku kom bi kom ji hev dûr wekî nêçîrvan dijiyan, bi zimanên cûda dipeyivîn, wan êdî nêzî hev avahî çêkirin û li zêviyên xwe nêrîn. Ji bo hududên zeviyên xwe û heywanên xwe ji hev cihê bikin, diviyabû diyalogek di navbera wan de hebûya. Bi vî awayî zimanekî hevbeş peyda bû. Ev bûyer destpêka şaristaniyê ye. Bi wext ra wan zimanekî mişterek peyda kir. Li gorî hîpoteza arkelogê brîtanî Colin Renfirew zimanê pro Hîndî-Ewropayî herî ewil li bakûrê Mezopotamyayê hatiye peyivîn.(7)

Arkelogên biyanî yên ku li cografyayên Kurdistanê de dixebitin, bi xebatên xwe îsbat kirin ku şaristaniya herî pêşî li vir pêk hatiye. Ji ber ku arkologan di van salên dawîn de gelek cîhên şaristaniyê dîtin, wekî Girê Mirazan ku 18 kilometre dervayî bajarê Ruhayê ye. Ya diduyan jî Şikefta Hilarayê ye, ew jî li Erxeniyê ye. Wekî din jî pir cîhên şaristaniyê ji aliyê arkelogan ve hatine kişif kirin. Ji bilî Girê Miraza û Şikeftên Hilarayê, Şikefta Şanîder, Perestgeha Xerebreşkê, Girên Helefê, li Kotikê li beravên çemê Hîlanê û newalê Çoriyê û Çermo gelek bermayiyên kevin hatine dîtin.(8)

Ev xebatên zanyar û arkelogan dide îspat kirin ku şaristaniyên berî vê 10 hezar salan pêk hatine, di navbera çemê Firat û Dîjleyê de pêk hatine. Wekî tê zanîn çemê Firatê û çemê Dîjlê li Mezopotamyayê derdikevin. Dirêjayiya çemê Firatê 2 hezar 800 km. ye. Dirêjiyaya çemê Dîjlê jî biqasî hezar û 800 km ye. Ev herdu çem li Iraqê dibin yek û heta kendava Basrayê diherikin. Bi yewnanî navê Mezopotamyayê welatê di navbera du çeman de ye. Ji ber ku beşek mezin ya Kurdistanê di nav çemê Dîjle û Firatê de ye, mirov bi hêsanî dikare bêje ku Kurdistan di dîrokê de bûye şûnwar û dergûşa şaristaniyanê. Û serdema neolîtîk ya pêşî li Kurdistanê dest pê kiriye.

Li gor nivîs û pirtûkên zanistî berî dehanhezar sal heta roja îro gelek medenîyetên cuda li ser axa Mezopotamyayê hatine ava kirin û hilweşandin.

Çend medeniyetên ku li Mezopotamyayê hatine ava kirin û paşê winda bûne, ev in; Sûmerî, Akadî, Persî, Babilî, Asûrî, Medî û hwd.

Bêşik ev medeniyetên ku cografyaya Kurdistanê de jiyane, ne ji milletek yan gelek, qewîmek yan jî ji xwerû nîjadek pêk hatibûn. Ew medeniyetên hanê ji gelek xelkên curbecûr pêk hatibûn. Û ew gelên li van medeniyatan dijiyan tesîr li zimanên hevûdu kirine, ji zimanên hevûdu peyv girtine û peyv dane zimanên hevûdu. Ev jî pir xwezayî ye. Ji ber ku ziman jî wekî mirovan zindî ne, di roja îro de jî gelek ziman peyv ji zimanên hevûdu digirin û peyvan didin zimanên din.

Ji ber ku ev medeniyetên ku me behsa wan kirin, li ser axa Mezopotamyayê jiyane tesîra li ser zimanê kurdî jî bûye, anku zimanê kurdî ji zimanên wan gelan ku di wê demê de dijiyan bi hezaran peyv girtine û bi hezaran peyv dane wan zimanan. Û ew peyvên ku hatine wergirtin, bi demê re bûne malê wan zimanan jî.

Ji bo vê ez dixwazim çend peyvên zimanê sumerîyan ku berî zayînê 4000 – 2000 sal jiyane û kurdîya îro bidim ber hev.

Sumeri Kurdî Tirkî

Baran Baran yağmur

Çiya sor Çiya sor Kızıldağ

Dar Dar Ağaç

Nivisar Nivîsar Yazar

Bapîra Bapîr Dede

Eşt Heşt Sekiz

Bara Bira Kardeş

Ji Çi Ne

Erd Erd Yer

Tu Tu Sen

Men Min Ben

Mu Bû Oldu

Kur Kur Ogul

Bap Bav Baba

Jen Jin Kadin

Ez Ez Ben

Ru Rû Yüz

Mal Mal Mal(9)

Wekî hûn ji nimûneyên peyvan jorîn dibînin, hin peyvên zimanê sumerî ku berî zayinê ve 4000-2000 hezar salan hatiye peyivandin û peyvên zimanê kurdî wekî hevûdu ne.

Ez dixwazii nimûneyek jî ji zimanê Medan yê ku berî zayinê di salên (708-550 ) de hukim kirîye û zimanê kurdiya îro bidim ber hev.

Di kovara A. Shanidze de profesor H.W Bailey di nivîsa xwe ya “Arnawutiya Kafkasyayê kişifkirî û Feyda wê ya ji bo Zanistê” de behsa duayekê dike. Ev dua bi suryanî, gurcî, farisî, erebî, tirkî û bi medî hatiye nivîsîn. Kopyayekê vê duayê di salên 1430-1446 an de hatiye dîtin.”

Dua bi zimanî medî bi vî awayî hatiye nivîsîn:

Pakêj xodê, pakêj zehm

Pakêj vêmerg, koy hatî xaçê, eş kirme. Rehmet ê ma

Bi kurdiya (kurmancî) îro:

Paqij xwedê, paqij zexm

Paqij bêmirin, ku hatî xaçê rehmet bike li me.(10)

Wekî ji nimûneya jorîn jî xuya dibe, di navbera zimanê medî ya wê demê û di kurdîya îro de ferqeka pir mezin tuneye.

Ji ber ku mediyan bawerî bi dînê Zerdûṣt dianîn, dixwazim çend peyvên pirtûka pîroz ya dînê zerdûşî Avesta ku berî zayinê 2300 sal hatiye nivîsîn û çend peyvên kurdîya îro bidim ber hev.

Avesta Kurdî Tirkî

atir adir, agir, ayir, ar ateş

axiştî aştî barış

avar hawar çiğlik

azî hez sevgi

bû bûn olmak

çaremen çerm deri

çenre çere, çêre otlak

da da, dan vermek

derêge derg.-e, dirêj uzun

dese des/deh on

dese gaye des gamî- deh gav on adim

dûret dûr uzak

einike enî alın

espe hespe-hesp at

eşte heşt sekiz

ewre hewr- ewr bulut

frezentey ferzende çoçuk

gao ga okuz

gewre gewre buyuk

hezenre hezar bin

keinye keyna- keçik kız

kûda kuda nereye

mahya meh ay

masiye mase-masî balık

neve neweû nû yeni

ped pê ayak

pesev pez koyun

sere sere- ser baş-kafa

teşte teşte- teyşt buyuk legen

tîgre tîre-tîr ok

vaceh vate-bêje kelime

xşveş şeş altı

zreya zerya-derya deniz (11)

Bi van agahdariyên zanistî min xwest nîşan bidim ka cografya Kurdistanê çi qasî qedîm û pîroz e û zimanê kurdî çi qasî zimanekî kevnare ye. Lewra zimanê kurdî bi hezar salan ve ye ku bûye zimanê zikmakî yê gelek medenîyetan û olan.

Nuha jî ez dixwazim ji aliyê ziman de, li ser dewlemendîya peyvên kurdî çend tiştan bibêjim.

Li gor zanist yan zimannasîyê, dema zimannas zimanekî tehlîl dikin, wî zimanî bi du awayan tehlîl dikin

1. Li gor koka peyvên wî zimanî. Yanê zimanên kokê wan nêzî hev in.

2. Li gor morfolojîya peyvên wî zimanî. Anku li gor çêkirina peyvên wî zimanî. Yan li gor avabûna wî zimanî tehlîl dikin.

1. Li gor koka peyvên xwe zimanê kurdî endamê malbata zimanê Hîndî-Ewropî ye. Anku kokên peyvên zimanê kurdî û kokê peyvên vê malbatê nêzîkê hevûdu ne.

Nimûne:

Peyva Stêr: Yıldız

kurdî, farisî, almanî, belûçî, îngilîzî, îtalî, norvecî, swêdî, yunan zellandî

stêr-stâre-stern-istar-star-astro-stjerna-stjärna-asterî-sterre

Di nav beşên malbata zimanê Hîndî- Ewropî de jî kurdî di nav beşa Asyayê de ye. Beşa Asyayê jî di nav xwe de dibe du beş: beşa Hîndû û beşa Îranî. Zimanê kurdî di nav beşa Îranî de ye. Di nav beşa Îranî de jî di nav gruûba Îraniya bakûrê rojavayî de ye. Di nav vê grubê de zimanên farisî (kevn,navîn, nûh) kurdî , osetî, belûcî, peştûyî hene.

2. Hemû zimanên dinyayê ji aliyê avabûna peyvên xwe dibin sê beş:

– Zimanên yekkîteyî (tekheceli) wekî zimanên çînî û tîbetî.

– Zimanên dûvgir (eklemeli) wekî tirkî, fînî, macarî.

– Zimanên tewengbar (bûkûmlû) zimanên hîndû-ewrûpayî, samî.

Ji ber ku kurdî endamekê malbata zimanê Hindî-Ewropî ye gelek zimannasan ji aliyê avabûyina peyvan de zimanê kurdî wekî zimanekî tewangbar (bukumlu) hesibandine (12). Lê hinek zimannasên zimanê kurdî jî, zimanê kurdî him zimanekî dûvgir (çekimli) him jî zimanekî tewangbar (bukumlu) dihesibînin.(13)

Bi ya min jî zimanê kurdî hem tewangbar e hem jî zimanekî dûvgir e. Ji ber ku em li gor îzahetên zanistî yên ku ji bo zimanê dûvgir û zimanê tewangbar binêrin, hemû krîterên ku divê di zimanê dûvgir û di zimanê tewangbar de hebin, di zimanû kurdî de hene. Ka em binêrin ev krîter çi ne:

– Zimanê dûvgir (eklemeli dîl): Zimanê bêyî ku tu koka peyvê biguherî, li pêş yan jî li paş peyvê bi pirtikan peyvên nûh çêbibe re, zimanê dûvgir tê gotin

Mirov dikare di zimanê kurdî de, bêyî ku koka peyva esasî biguherîne, bi xêra paşpirtik û pêşpirtikan bi hezeran peyvên nuh, lêker, navdêr, hoker û rengdêrên çêbike.

Nimûne: Bi pêşpirtikan ve lêkerên nuh çêkirin.

Kirin: Yapmak

Em nuha dikarin bi pêşpirtikan bêyî ku koka peyva kirinê biguherînin çend peyvên nuh çêbikin.

Pêşpirtik:

Ra-kirin= Rakirin: Kaldırmak

Ve-kirin= Vekirin: Açmak

Wer-kirin=Werkirin: üstünü örtmek

Girtin: Almak-Tutmak

Pêşpirtik

Da-girtin=Dagirtin: Doldurmak

Hil-girtin=Hilgirtin: Yüklenmek

Ra-girtin=Ragirtin : Kendini tutmak, beklemek

Ve-girtin= Vegirtin: Germek, kurmak

Wer-girtin=Wergirtin: Almak, tutmak.

Bûn-Bûyin: Olmak

Ra-bûn= Rabûn: Kalkmak

Ve-bûn= Vebûn: Açılmak

Hil-bûn = Hilbûn: Yükselmek

Bi çend nimûneyan bi alîkariya pêşpirtikan çêkirina navdêr, rengdêr û hokeran:

Navdêr

Der-pê= Derpê: Don

Der-man= Derman: İlaç

Der-dor= Derdor: Etraf/Çevre

Ber-bang= Berbang: Şafak

Ber-çavik= Berçavik: Gözlük

Ber-Devk= Berdevk: Sözcü

Rengdêr

Bê-tirs=Bêtirs: Korkusuz

Bê-xêr= Bêxêr: Hayırsız

Bê-kes= Bêkes: Kimsesiz

Bi-Xêr= Bixêr: Hayırlı

Bi-kêr= Bikêr: İşe yarar

Bi-nav= Binav: Adli, ismi olan.

Hoker

Bi-naz: Binaz: Nazlı

Bi-ber: Biber: Geniş, verimli

Î-sal: Îsal: Bu yil

Î-şev:Îşev: Bu akşam.

Î-ro: Îro: Bugün

Navdêr

Paşpirtika GEH

Havîn – geh : Havîngeh: Yazlık

Dad – geh : Dadgeh: Adliye, mahkeme

Girtî – geh : Girtîgeh: Hapishane

Rengdêr

Paşpirtika DAR

Al – dar: Aldar: Bayraktar

Ser – Dar: Serdar: Başı çeken

Deyn – dar: Deyndar: Borçlu

Hoker

Paşpirtika

Nivîs – kî: Nivîskî: Yazılı

Êvar – kî: Êvarkî: Akşamleyin

Nîvro – kî: Nîvrokî: Öğleyin

Lêker

Paşpirtika ANDIN

Çirîn – andin: Çîrandin: Yırtmak

Êşîn – andin: Êşandin: Acıtmak

Livîn – andin: Livandin: Hareket ettirmek

Revîn – andin: Revandin: Kaçırmak (14)

Wekî hûn ji nimûneyên jor dibînin, bi xêra pêş û paşpirtikan bêyî ku meriv koka peyvê biguherîne, çawan peyvên nuh çêdibin. Ji ber ku di zimanê kurdî de bi dehan pêşpirtik û paşpirtik hene, meriv bi wan ve bi hezeran bi sed hezaran peyvên nûh çêdikin. Û ji ber vê yekê ye ku zimanê kurdî zimanekî dûvgir e. Bi ya min dewlemendîya peyvên zimanê kurdî piçek jî ji zimanekî dûvgirbûna wî ye.

b. Zimanê kurdî zimanekî tewangbar e. (Bukumlu)

Li gor izeheta zanistî di zimanên tewangbar de li gor cî û wezîfeya xwe û girêdana bi peyvên din re, tên tewandin, gotin wekî xwe namînin, Di dema tewanga peyvê de hin tîpên peyvê diguherin. Ka em binêrin bi rastî di dema tewanga peyvan de hin tîpên peyvên kurdî diguherin yan na:

Nimûne

Bajar: Şehir Kanî: Çeşme

Ez diçim bajêr: Şehire gidiyorum.

Ez ji kanîyê têm: Çeşmeden geliyorum.

Wekî li jor xuya dibe di peyva bajar de tîpa a yê diguhere û dibe ê.

Peyva kanî jî pirtika tewangê ya yê digre û dibe kaniyê. Yanê di zimanê kurdî de peyv tên tewandin û dema peyv ditewe hin tîpên peyvê diguherin.

Di tewanga lêkeran de jî hin tîpên peyvê diguherin.

Nimûne:

a – ê

guhartin: Değiştirmek, Ez diguherînim, Değiştiriyorum

hilbijartin: Seçmek, Ez hildibijêrim, Seçiyorum

ş – j

kuştin: Öldürmek, Ez dikujim, Öldürüyorum

biraştin: Kizartmak, Ez dibirêjim, Kızartıyorum

s – z

bihîstin: Duymak, Ez dibihîzim

guhastin: Aktarmak, Ez diguhêzim

Bi dîtina min, ewqas nimûne têr dike ku em bi hêsanî bikaribin bêjin zimanî kurdî zimanekî tewangbar e .

Bi xêra tewanga lêkerên zimanê kurdî meriv dikare bi hezaran peyvên nûh çêbike. Ji bilî van nimûnan di zimanê kurdî de meriv dikare peyvên nûh bi hin awayên din jî çêbike. Ku em ji aliyê avabûna peyvan de li zimanê kurdî binêrin, sê babet peyvên zimanê kurdî hene:

1- Peyvên sade, wekî : dar, ar, sêv, aş, reş, ber, sor, zevî, gir ûhw.

2- Pevên pêkhatî (darijtî, dariştî) dema me li jorê behsa zimanê dûvgirî kir, me bi gelek nimûnan ve nîşan da ku,ka çawan peyv bi alîkariya paşpirtik û pêşpirtikan ve peyvên kurdî çêdibin. Bn: Zimanê dûvgir.

3- Peyvên hevûdudanî.

– Bi du navdêran ve çêkirina peyvên nûh:

Nimûne:

dar – simaq: Darsimaq = Sumak ağacı

jin – bira: Jinbira = kardeş karısı

kur- mam: Kurmam = amcaoğlu

gul- şîlan: Gulşîlan = kuş burnu

b. Bi navdêr û rengdêran ve çekirina peyvan

ser – hişk : Serhişk = İnatçı

xwîn – germ = Xwîngerm: sıcak kanlı

dil – reş: Dilreş = kıskanc, kinci

poz – bilind = Pozbilind: kibirli

c. bi rengdêr û navdêran ve çêkirina peyvan

sor – gul: Sorgul = Kırmızı gül

bed – bext: Bedbext = talihsiz

germ – av: Germav = ılıca

d. Bi koka peyvan û rengdêr û navdêran ve çêkirina peyvan

Gotin

Rader dema niha dema bê dema borî

Gotin Ez dibêjim Ez ê bibêjim Min got

Tu dibêjî Tu dê bibêjî Te got

Ew dibêje Ew ê bibêje Wî/Wê go

Meriv dikare bi koka dema niha ya peyvê ve hin peyvên nûh çêbike.

Koka dema niha

bêj

deng-bêj= dengbêj: Halk ozanı

xweş-bêj= xweşbêj: Hoşsohbetli

çîrok-bêj= çîrokbêj: Masal anlatıcısı

Meriv dikare bi koka dema borî ya peyvê ve hin peyvên nûh çêbike.

Koka dema borî

go-got

xweş-go= Xweşgo: Hoşsohbetli

rast – go = Rastgo: Doğrusözlü, dürüst

lez – go = Lezgo: Hızlı konuşan.

Ez bawer dikim huqas nimûne û agahdarî bes e. Ku xwendevan bixwazin li ser zimanê kurdî zêdetir xwedî zanabûn û agahdariyan bin, ew dikarin wan çavkanîyên min şirove kirine, bixwînin.

Belê xêrxwaz û xemxurên zimanê kurdî hûn çuqasî bi zimanê kurdî serbilind bin ewqas heqê we ye. Ji ber ku ev zimanê qedîm û pîroz, zimanê gelek medenîyetan û olan e. Divê em ji yên ku dijminatîya zimanê kurdî dikin û nahêlin bi milyonan zarokên kurd bi zimanê xwe yê wekî şîrê diya wan paqij li dibîstan bixwînin re jî çend tiştan bibêjin: Hûn bi sedsalane dixwazin zimanê kurdî nemîne û ji ortê rabe. Lê hûn bi ser neketine, zimanê kurdî hîn zimanekî zîndî ye û ji aliyên bi milyonan ve tê peyivîn. Yê baştir ew e ku hûn rojek zûtir dev ji dûjminatiya vî zimanî berdin, wekî dewletên medenî zimanê kurdî serbest bihêlin û rêbidin ku zarokên kurdan li dibistanan bi zimanê xwe perwerde bibin.

Bêguman zimanê kurdî dewlemend e. Bi saya serê lehengên bênav yên kurd; yên Wîkîpedîya Kurdî, Wîkîferhenga Kurdî, Wergerên li zimanê kurdî sîstema wergerên Googlê zêde kirî, lehengên Facebooka kurdî û hemû xebatkarên bi nivîsandina kurdî, rûpelan dixemilînin, kurdî ketiye nav 10 zimanên dewlemend yên dunyayê. Her yek ji wan hêjayî spasîyeke taybet e.

Binêre:

1- Bianet.org http//bianet.org. haber.

2-Bulanik. Gazete ve Medya 15. agustos 2019.

3 – Info welat.com Kurdistan navenda zimanê Hînd-Ewrupayê ye.

4 – Info welat.com Kurdistan navenda zimanê Hînd-Ewrupayê ye.

5 – SO – rummet De mesopotamiska kulturerna.

6 – SO – rummet Jordbruksrevolutionen.

7- Info welat.com Kurdistan navenda zimanê Hînd-Ewrupayê ye.

8 – Netewenavê kurd navê welatê wan di çavkanîyên dîrokî yên demê cûda de. Xerzî Xerzan.

9 – Wikipedia Kurtce ve Sumerce . Facebook 3 kasim 2023 , Tarih Mitoloji ve Dunya.

10 – Ortaogretim Kurt dili ve edebîyati ders kitabi. Tarih Vakfi ekim 2010.

11- Temel Aliştirma ve Metinlerle Kûrtçe Kurmancî Lehcesî, Kadrî Yildirim Avesta 2013.

12 -. Murad Ciwan Turkçe açiklamali Dilbilgisi 2014 Diyarbakir.

A.Bali Kurtçe Dilbilgisi Alan yayincilik mart 1992. Rêzimana Farisî – Kurdî. Nezir Ocek Sîtav 2018.

13- . Ortaogretim kurt dili ve edebiyati ders kitabi Tarih Vakfi Ekim 2010. Edebiyat ve şîîr dunyasi 5 Ekim 2013 Facebook.

14– Temel Aliştirma ve Metinlerle Kûrtçe Kurmancî Lehcesî, Kadrî Yildirim, Avesta, 2013.

Mustafa Uzun

https://www.gazeteduvar.com.tr/dewlemendiya-zimane-kurdi-haber-1653206

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *