Şerê Xendekan: Şerê Wekaaletê ye û Rewşa Kurdan Xerabtir Kir…

Îbrahîm GUÇLU
(ibtrrahimguclu21@gmail.com)

Beriya 4 salan bi serê kurdên Bakûrê Kurdistanê re keraseteke mezin hat. Ew jî “şerê xendekan” bû.

Şerê xendekan, di nav bajarên Kurdistanê de, ji aliyê PKKê de hat li darxistin.

Di vî şerî de gelek aşkere kurd bibûn hedef û armanc.

Loma ji bona ku şerê xendekan yê PKKé bê fahm kirin, divê mîsyon û wezîfeya PKKê bi zelalî bê nas kirin.

PKK, li Bakûrê Kurdistanê wek rêxistineke operasyonî hat ava kirin. Pişt re jî ev mîsyona xwe li her sê parçeyên din jî meşand. Bi taybetî jî di vê qonaxê de mîsyona xwe li Rojavayê Kurdistanê gelek xeter û serkeftî pêk tîne. Armanc û mîsyona PKKê jî ew e ku neteweya kurd û tevgera milî ya Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê ji armanca dewletbûna Kurdistanê dûr bixe. Kurdan tune bike.

Şerê Xendekan jî encama vê mîsyona PKKê ye.

Wek tê zanîn li Tirkiyeyê “pêvajoya çareserîyê” dest pê kiribû. PKKê ev pêvajoya ji bona xwe, wek xebateke amadekariyê didît. Loma jî armanca PKKê çareserkirina pirsan nebû. Gelek aşkere bû dev ji çek bernade, wek dê dev ji çek berde tevdigeriya.

Di wê qonaxê de, li Sûriyeyê jî li hemberî kurdan û li hemberî mixalefeta ereban şerê wekaletê li ser navê rejîma Baasê didomand. Encama ev şer û girêdana xwe ya rejîma Baasê PKKê, li Rojavayê Kurdistanê ji bona xwe herêmeke desthilatdarî ava kir.

Di heman qonaxê de gelek dewletan destwerdana Sûriyeyê dikirin. Dewleta Tirk jî yek ji wan dewletan bû.

Dewleta Îranê û Rejîma Baasê nedixwest ku Dewleta Tirk bi xurtî midaxeleya Suriyeyê bike û destwerdana xwe fireh bike. Loma jî diviya bû ku Dewleta Tirk bêhêz bikeve û an jî hêza xwe bi tevayî nikare sewkî Sûrîye’yê bike, stratejiyek meşandin.

Dewleta Îranê bi xwe nedikarî li hemberî Dewleta Tirk şer bike. Loma jî bi destê PKKê li hemberî Dewleta Tirk şer gûrkirin, li berjewendaîya wê bû.

Encama vê stratejiyê biryar hat girtin ku bi destê PKKê şer bê meşandin.

Lê ev mîsyona bi şerê çiyê pêk nedihat. Loma jî ji bona ku di nav bajaran de şer bê kirin, plan hat kirin. Gor wê planê jî PKKê wezîfedar kirin.

Ev plana di heman dem de li berjewendîya PKKê bû jî. PKKê baş dizanî ku şerê xendekan de serkeftî nabe. Lê ji bona ku li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarîya xwe bimeşîne, li ser navê Îran û Rejîma Baasê tevgerandin li berjewendaiya PKKê bû.

Lê hîç şik tune ku ev şerekî wekaletê bû.
Her çiqas PKKê ji bona ku vê stratejîyê veşêre, digot ku “ev şera ji bona kurdan û ji bona demokrasî û desthilatdarîya xweser e”; vî şerî bi kurdan, demokrtasî û desthilatdarîya kurdan re eleqederî tune bû.
Ev ne rast bû. Ev manîpulasyonmeke mezin bû.

Ev şera her çiqas li dijî dewleta Tirk xuya dikir jî, raste rast li dijî kurdan bû. Lewra di nav şerê bajarên Kurdistanê de xendek hatin kolandin. Ne li bajarê tirkan.

Ev şera li dijî kurdan bû, lewra bajarên şerê xendekan lê dimeşiyan, kurdan deng dabûn partiya PKKê û li van herêman ew kiribûn desthilatdar.

PKKê ev yeka jî di pêşerojan de ji bona xwe xeter didîtin. Ku kurd dema şîyar bûn dê li dijî wan rawestin.

Gelek aşkere ye ku ev şera ji Dewleta Tirk zêdetir li hemberî desthilatdariya van bajaran bi xwe jî darbeyek bû.

Hezar mixabin, ew kesên bi dengên kurdan bibûn serokên şaredarîyê, wan jî ji van şeran re alîkarî kir. Bi wê helwesta xwe dîyar kirin ku gelê me temsîl nakin.

PKKê bi şerê xendekan careke din dîyar kir ku gelê kurd û îradeya gelê kurd ji bona wan girîng nîne. Ew îradeya neteweya kurd temsîl nakin. Ev ne rêxistina kurdan e.

Di hemandem de ev şer bi destên kî/kê û ji aliyê kî de tê meşandin ew jî nedihat zanîn. Ew bi xwe jî xeterî û stratejîya tarî ya li hemberî neteweya kurd nîşan dida.

Di destpêkê de li Silopî û Cizîrê kolandina xendekan û şer dest pê kir; diyar dike ku staretjiyeke din ya taybet jî heye.

Wek tê zanîn, ew herêman du herêmên kurdperwer yên qedîm in.. Bi Başûrê Kurdistanê re girêdana wan ya raste rast heye. Li wir şerê xendekan mabest ew bû ku eleqeya Dewleta Tirk û Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê jî xerab bikin û bigrin.

Wek tê zanîn berê jî PKKê li hemberî Başûrê Kurdistanê nehişt ku erebeyên xwarinê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Erebe dihatin şewitandin.

Dîsa tê zanîn ku dema ku Herêma Azad li Başûrê Kurdistanê bi destê Emerîkayê û hevpeymanên wê ava bû, dewletên kolonyalîst bi xwe nedikarîn li hemberî herêma azad şer bikin, bi PKKê şer dan meşandin.

Di encamê de dikarim bibêjim ku ŞERÊ XENDEKAN, ŞERÊ WEKALETÊ YE Û REWŞA KURDAN XERABTIR KIR: BAJARÊN KURDISTANÊ WÊRAN KIR Û BÛ SEDEM KU LI HER DEVERÊ BI SEDAN CIWANÊN KURDISTANÊ BÊN KÛŞTIN.

Amed, 15. 02. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *