Derheqê mijara gera aştîyê de

Di van rojên dawî de, derheqê mijara aştî û demokrasî de gellek tiştên balkêş tên gotin. Di çapemenîya kurdî de ev herdû hevok her tim dubare dibe. Mirov gava ku bi awayekî balkêş li mijarê dinêre, dibîne ku ji bilî naqoqîyên curbecur tu tiştekî nêrînî xuya nake.

Rewşa ku îro li ser nikaş tên kirin di şibe lîstoka ker û lalan. Lewra derheqê çareserîya pirsgirêka Kurd û Kurdîstan de, dengê gelê Kurd ji xencî Kurda tu kes nabihîze. Bi rastî gava ku em li nikaş û şîrovên rojane mêze dikin; dibînin ku gellek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, di bin giranîya bêhêvîyê de westîyane û poşmanîyek kûr dijîn. Ji bo ev bar li ser milê wan dakeve çawê xwe girtine û her tim li çepikan dixin. Lê ew jî nizanin, ji bo çi li çepikan didin! Hinek jê jî, ji bo xwe bi dagirkeran re şîrin nîşan bidin rabûne 30-40 sal şûnde poşmanîya xwe diyar dikin.

Doza neteweyek ne di bin tekelê hinek şexis û hêzan de ye! Doza netewî wekî nav li serêye doza hemî beşên gel e! Bi darê zorê an bi çawsorîyê deshilatdarî bi kar nayê! Ger çavsorî û dîktatorî an jî yek rengî û yek dengî pere bikira vê gavê tu pirsgirek çênedubûn û wê ter tim dîktator li ser kursîyê xwe bûna! Lê rastî tiştekî ewha nîşanî me nade. Em baş dizanin ku rastîya jîyanê her tim aheng û xweşikbûna reng û dengan nîşan dide. Gava reng û dengên cuda bi aheng û armonîyek zanîtî bên cem hev tu asteng û bendav nikare pêşî li wan bigire. Ev rastîyek jiyanê bi xwe ye. Divê em her tim li gor rastîya mafê xwe yên xwezayî helwestan nîşan bidin.

Hêzên sîyasî yên Kurd bêrîya jî dijmînê xwe daxwaza aştî û demokrasî bikin divê berîya her tiştî di nav xwe de, di nav netewa Kurd de aştî û demokrasî bi kar bînin! Lê em dibînin ku di nav rêxistin û partîyên Kurd yên serdest de, ne mafê demokrasîyê heye ne jî bi hevra aştixwazin. Li gor pîvanên demokrasîya wan camêran tu mafê civatê tune ye, ew li ser navê civatê dikarên binpêkirina mafê berjewendîyên netewî di xwe de bibînin. Li gor daxwaz û projeyên deshilatdaran dikarin civata xwe ji nû ve bi afirînin! Li gor demokrasîya wan biraderan pêwîstîya civatê bi guhertinan tuneye.

Lewra ev pirsgirek, pirsgirekek civakî ye. Di amedebûna proje û çareserîyê de divê hemî beş û alîyên civakê têde cîhê xwe bigirin. Divê hemû berdevdekên çînî û sosyal karibin dîtinên xwe bînin ziman. Mafê tu kesî an hêzekî tuneye ku anbargo deyne ser hêzên li hemberê xwe an jî li hemberê dîtin û helwestên wan bendawan ava bikin! Doza Kurd û Kurdîstanê ne pirsgirek rojaneye. Ev dozekî dîrokîye. Ji ber wê yekê jî divê nexşerêya çareserîyê jî bi îrade hemû beşên civatê be. Naveroka projê divê li ser bingehîna berjewendîyên netewe bêdurust kirin.

Hêzên ku îro li ser navê gelê Kurd dixwazin polîtîka bikin divê derheqê pêşerojê de ne xwe ne jî gelê xwe bixin bin îpotekan! An jî li hemberê dîrokê xwe gunebar nekin. Em hemû dizanin ku di dema peymana Sevr ê û ya Lozanê de nûnerên gelê Kurd li ser masê tunebûn û neyarên gelê Kurd di nav xwe de Kurdîstan teqsîm kirin. Ji wê rojê vir de ev peyman wek bendavek li hemberê gelê Kurd bi kar tînin. Piştî kongreya Erzirom û Sêwasê niha jî, li gor pîvanên “Mîsak-i Mîllî” kongreyên berdewam tên amedekirin. Bi kurtayî mafê tu kesî an tu hezî tuneye ku peymanên 80 sale berê gelê Kurd qebûl nekirîye îro di bin hinek nav û projeyan de bi gelê kurd bide qebûl kirin! Em hemû baş dizanin ku ew projeyên li gor pîvanên “mîsak-i milli” û li gor çerçova zagon û destûra 1920 an tê amade kirin ji bilî xapandina gelê Kurd tu feydekî nagihîne me.

Wekî hemû netewên Cîhanê mafê netewa Kurd jî heye ku doza mafên xwe bike. Li gor pîvanên navnetewî gelê Kurd xwedî wî mafîye ku qedera xwe bi destê xwe tayin bike û di bin tu tesîran de nemîne û bi îradeyek azad derheqê dewletek serxwebûn biryar bide. Di pişt derîyan de, li ser navê gelê Kurd pêşnîyara biryarên pûç û bêbingeh ne karekî raste. Em baş dizanin ku ew kesên ku li pey berjewendîyên şexsî bazdane û xwestine berjewendîyên netew bin pêxin dirok tu car wan efû nekirîye. Ji ber vê yekê ew kesên ku dixwazin çareserîyek birûmet avabikin divê berîya her tiştî lihevhatin û aştîyekî zelal di nav gelê xwe de sazbikin.Divê guhertin, demokrasî û aştî pêşî di nav xwe de li darxin.

Em dibînin ku ew kadroyên di warê dîplomasî û sîyasetê de li ser navê tevgera Kurd di axifin wek sêwîyên ber derîyan; hêvî û bawerîya xwe bi kesên ku wek Ertuğrul Özkök, Îlter Turkmen, Mahîr Kaynak, Yalçin Kuçik, Doğu Perînçek û Tuncay Özkan ve girêdane. Rola “mîrovên akîl” dane wan! Gotinek pêşîyan heye, tê gotin ku: Ew kesê rêberê wî qijiq be pojê wî tu car ji nav gû dernakeve! Bi rastî gava em li daxwaz û daxunîyên hinek sîyasetmedarên Kurd dinêrin tu hêvî û ronîyek derheqê pêşerojê de nabînin. Ev camêrên hanê ji bo berjewendîyên xwe doza gelê xwe derxistine ber bazarê. Tu dibê qey li ser wan ferze her roj radibin dibêjin : “Kurd doza dewletbûnê nakin, em ax naxwazin, em naxwazin li Kurdîstanek azad, em dixwazin li Tirkîyê bijîn. Em xwe nêzîkî Kurdê başûr nabînin em xwe zêdetir nêzîkî Tirkan dibînin. Em ji doh ve amadene ku her tiştî bîrva bikin û hwd”

Di dema damezrandina komara Tirkîyê de Topal Osman û sê Elî hebûn (Kılıç Ali, küçük Ali kul Ali) Xuyaye îro rola wan xwînmij û kûjeran, niha cêwrikên wan girtine. Hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên binferman rabûne hêvîya xwe bi Ertuğrul Özkök û Yalçin Kûçik ve girêdane. Gelo Ertuğrul Özkök kî ye? Mîsyon û rola wî çîye? Rojnameya ku ew berpirsîyarê vê yê giştîye, li ser dinivîse “Tirkîye ya Tirkana” Navê rojname “Hurriyet” e, lê mîsyona wê ji dema avabûnê vir de berdevkê teşkîlata îstîxbaratê ye. Rewşa hinek kesan dişibe wek ev kesên bi xwe ne bawerin gava dikevin derya yê xwe dispêrin mar.

Pêşgotinek Efrîkî heye dibêjin: “Gava av bilind dibe masî mormorîyan (gêle) dixwin lê gava av dadikeve mormorî masîyan dixwin.” Ji ber vê yekê divê kes bi qewet û mezintîya xwe ya rojane zêde bawer nebe. Lewra mezinbûn û qewet li gor rewşa avê tê guhertin. Gava seknandin û daxwaz ne li gor demê bin kî nêçîre kî nêçîrvane herikandina avê dîyar dike.

04:09:2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir