Di 12 Îlonê de çi bûbû?

Weke tê zanîn roja 12 Îlonê sala 1980 an, di dîroka gelê Kurd ya nêzîk de wek bendavek cîh girtîye û ev roj li dijî têkoşîna gelê Kurd, ji nûve reorganîze hemû sazî û pergalên dewleta dagirker tê zanîn!

Ev roj, weke bûyerek reş di dîroka gelê Kurd û Tirk de jî cîh stend û navê xwe li nav rûpelên dîroka mirovahîyê de bi rûreşî nivîsand. Di hemû deman de, ev roj bi rûreşî û bi zilma xwe ya bêsînor wê di dîroka mirovatîyê de, bêlanet kirin. Lê bi taybetî ji bo gelê Kurdîstanê ew roj wê weke rojeke reş, dê her tim bê bibîranîn.

Ew kesên ku wan rojan dîtibûn di salvegera wê rojê de bi dilêşî weke fîlmê sînemayê vedigere wan rojan û jiyana bihûrî temaşe dike. Lewra berpirsîyar û îşkencekarên wê demê bêhesap û bêdadgeh li mala xwe rûniştine bi civatê di kenin. Li havîngeh û seyrangehên xwe de weke “hunermend” dijîn.

Artêşa Tirk di bin serokatîya general Kenan Evren û hevalên wî Nurettin Ersin, Tahsin Şahinkaya, Nejat Tümer, Sedat Celasun û Ali Haydar saltik de roja 12 Îlonê bi tanq û topên xwe êrîşê ser gel kirin. Gel di xewde bû û artêş bi hêsanî sûk û kolan dagirker kirin. Tirsa wan vala derket. Lewra wan hesabê helwestên çekdarî û berxwedanek mezin kiribûn. Lê tiştê wan hesab kiribû çênebûbû û ji wê rewşê pir kêfxweşbûn.

Gava ku artêşa tirk dest da ser îdara Tirkîyê; Ez di girtîgeha binav û deng zîndana Diyarbekir de dîl bûm. Ez û hevalên xwe bi dengê gotarbêj Mesut Mercan û daxunayaname Kenan Evren şiyar bûn. General Evren û hevalên wî wek gurên birçî rêzbûbûn û dizurîyan. Gava me zûra zûra wan bihîst em li hev civîyan û li ser girîngîya rewşê bi hevra şêwirîn. Pişt re me biryar girt ku li dijî wan faşistan helwest deynin. Em bi hevre derketin cihê gerê û me dest bi dirûşman kir. Me bi hevre li dijî kolonyalîzm û faşizmê bi slogan tûj helwesta xwe diyar kir. Bi govend û dilanan, me bi dengek bilind “kîne Em” xwend û bi vê helwestê me da zanîn ku “ em ji we natirsin!” Demek şûnda fermandarek bi kasî 100 leşker ve êrîşî ber derîyê kavûşa me kirin û dest bi fortan kirin. Bi çavsorî û zextên mezin li me qêrîyan û gotin: Heta niha me bi ve tiştekî nekiribû we û hevalên we propaganda îşkencê dikir. Êdî desthilatdarî di destê me de ye û ji vir pê de hûnê bibînin îşkence çewa tê kirin. Bi rastî 4 sal bi şev û roj çewa îşkence tê kirin nîşanî me dan! Bi sedan hevalên me kuştin û bi hezaran mirovên me seqet kirin. Ew roj di hemû kavûşan de helwestên wek hev hat nîşandan û bi dirûşmên sîyasî me xwest bêdengîya bîrcên Amedê bi çirînin…

***

Pişt re çi bû?
De werin em bi hevre lê binêrin ka çi bû? Ka em baş binêrin daqû wan rojan de çi çêbûye? Çend kes ji me rûreşîya 12 îlonê dizane?

Bi kurtayî 12 Îlonê şûnda:

650 hezaran zêdetir kes hat binçawkirin.
Nêzikî 2 milyonan hatin fîşkirin
Di 210 hezar dozan de 230 hezar zêdetir mirov hat dadgehkirin
7 hezar zêdetir kesan re cezayê idamê hat xwestin
517 kesan re cezayê idamê hat dayîn (yek ji wan jî ez im)
50 kes zêdetir hatin idamkirin
98 hezar 404 kes ji bo endametîya rêxistînî hat dadgeh kirin
14 hezar kes ji hemwelatîyê hat awêtin
30 hezar kes bûn peneber û çûn welatên devre
300 kes bi awayekî ne dîyare hat kuştin
171 yek kes bi îşkencan hatin kuştin
Di gîrtîgehan de 299 kes hat kuştin
14 kes di rojiya birçîbûnê de mir
16 kes ji bo ku “reviyan” e kuştin
95 kes di “pevçûnan ” de hat kuştin
Bi 10 hezaran zêdetir kes ji kar hat avêtin
Bi 1000 an kes bi fermana fermandarên leskerî hatin surgun kirin
Bi hezaran kes di bin navê “nesekinî” hatin kuştin
Bi sedan dîlên siyasî di girtîgehan de hat kuştin
Bi hezaran kes heş û mêzîyên xwe wundakir û seqet bûn
Bi sed hezaran malbat li ber derê zîndanan û cihê binçav de psîkolojîya wan xerab bû.

***

Çi bi generalan bû? Kesên ku bixwazê çi bi wan bû dikarin li ser înternetê lêgerînek kin bikin daqu çi bi wan hatîye?

Bi kurtayî Kenan Evren bû “wênekarê” laşê tazî û niha li Bodrum û Marmarîsê wêneyên tazî çêdike!

Tahsin Şahinkaya li gor nûçeya TİMES ê di nav dewlemendên cîhanê de di rêza 50 de cîh digire.

Yên din jî bûn xwedî holdîng û di warê dewlemendîyê de tu sînor nasnakin!
Ji bilî wan generalan yên din jî piştî teqawutê çûn bûn şirîkê holdîngên mezin. Ji bo zêde agahdarî hûn dikarin li ser internetê de peyvên OYAK û LOCKHEED bi tikînin daqu rewşa generalan çewa ye?

***

Îro gelek kes nizane ku 29 sal berê di vê de rojê çi bûyer qewimî bû an jî çibibû? Bi rastî nifşên ev salên dawî di derheqê dîroka nêzîk de zêde xwedî zanyarî nînin. Lewra gelê Kurd ev 30 sal zêdetire di nav şerek germ de dijî. Ew kesên ku temenê wan 25 an 30 sale di bin dengê top û gulan de çawê xwe vekirine û bîhna barûdê tu çar ji der û dora wan kêm nebûye. Belê, 29 sal berê rojek wek îro dewleta kolonyalist li hember şiyarbûn û xwe rêxistina civatê di bin fermandarîya Artêşê de cûnta leşkerî pêk anî.

Civata Kurd di bin sîya şer de jiyana xwe domand û her tim xwedî asoyek polîtik bû. Lê belê civata Tirk di bin bandora kemalîzmê de jiyana xwe domand û bi tirsa “perçebûna Tirkîyê” her çû nêzîkî celladên xwe bû. Rêxistinên çep û oldar di bin navê mûxalefetê de, li dijî gelê Kurd, bi kujer û celladên xwe re bûn şirîk û ketin taya perçebûnê. Dewleta kolonyalist bi tecrube û dewletbûna kûrayî lîstokên Osmanî bi kar anî. Di wan lîstokan de gellek çepgirên binav û deng bi nezanî an bi zanayî rolek girtin û ji bo agirê nijadperestîyê geşbikin puf kirin agir!

Hinek ji wan çûn bi celladên xwe re bûn şirîk! Di doza Ergenekon de têkilî û şirîkîya wan derket holê. Lewra ev dewleta dagirker bi tecrubeyek kûr û her tim bi fên û dolaban genî gel xapandîye û xwedî kevneşopîya Îttiat û Terakîye ye. Ev dewleta dagirker gava pêvîst bibîne ji xwe re rêxistinan ava dike. Ji xwe re oldaran peyder dike. Di hemû qadên jiyanê de xwe rêxistinî dike…

Bi kurtayî ev rastîyeke ku bêrîya 12 îlonê di 3 an 4 salan de gellek pêşketin û şiyarbûnek mezin di nav gel de şax berda. Pêla şiyarbûnê wek lêhîya biharê bi coş diherikîya. Lê mixabin dewleta dagirker di nav salekî de şertên cûntayê amade kirin û bi ser ketin. Di navberê de 30 sal derbas bûye hêjî wan rojên germ bibîr tên û pesnê têkoşîna wê demê tê kirin. Lê çi heyfe ku 30 sale rêxistin û kadroyên wê demê hêjî pişta xwe rast nekirine! Ev jî trajedîyeke…

12:09:2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir