NETEWE…

Salek berê vê çaxê em 5 hevalên dilsoz li mala hevalekî rûniştinbûn û li ser rewşa pirsgirekên welat de, me niqaş dikir. Pêvajoya ku em têde ne, me bi kude dive? Em weke kesayetî li hemberê vê pêvajoyê dikarin çi bikin û em di karin çiqas berxwe bidin? Raste pêvajoya ku bi destekî kûr û dûr ve tê meşandin me hemûyan diêşîne; em hemû ne dilgermin û xwedî rexneyane lê divê li gor şert û mercên xwe jî mirov tiştekî bike! Mirov karibe helwestek an jî dîtin û ramanên xwe bîne ziman.

Em hemû baş dizanin ku ziman Kurdî 20 an 30 sal berê bi fedakarîya dayîkan li dijî pêşavtinê, berxwedanek mezin nîşan dida. Di mal de, di kuçan de, di sûkan û di hemû qadê jiyanê de dayîkan, jinan bi Kurdî têkilî û pêwendîyên xwe di meşandin. Lê belê hêzên kolonyalîst bi hemû dezgeh û qewetên xwe, bi alîkarîya îmkanên teknolojîyê her şev li malên me bûn mêvan(!) Bi seetan, bi rojan, bi mehan dûre bi salan ew peyivîn me gohdar kir. Hêdî hêdî li kolanan, li dibîstanan, li sûkê me dest bi zimanê serdestan kir. Hinek kesên ku qaşo li dijî sîstemê ne razî bûna xwe diyar dikirin ji, di nav xwede, di munakaşeyên xwe de, li komel û kovarên xwe de dest bi zimanê Tirkî kirin. Bakûrê Kurdîstanê têr nekir dest avêtin başûr, rojhelat û rojava Kurdîstanê. Piştî perçebûna Kurdîstanê ji sala 1639 an vir de (peymana Qasra Şîrîn) cara yekemîn zimanê serdestan bi destê hinek Kurdan bû zimanê yekemîn. Kurdên ji Qafkasya, ji Başûr, rojava û rojhelat dihatin bêşdarî nav rêfên gerîlla dibûn berîya her tiştî fêrî zimanê Tirkî dibûn. Êdî zimanê Tirkî di nav pêrçên Kurdîstanê de rola pirê dileyist.

Sî salê berê li gund gava kesekî bi Tirkî dipeyivî rûniştvanên gund pê dikenîn, henekê xwe pê dikirin, lê çi heyfe ku îro li gund an bajaran gava kesek bi kurdî dipeyive der dor bi awirekî ecêb lêdinêrin. Ev jî trajedîyek mezine! Ew keçên 30 sal berê dayikên wan bi wan re kurdî dipeyivî ew îro bûne jin û dayîk û bi zaroyên xwe re bi Tirkî dipeyivin. Ew tofana pişavtinê li hemû derên Kurdîstanê tê meşandin. Êdî dayik û jin jî nikarin li berxwe bidin. Lewra piranîya mêran (zilaman) di hemû qadên jiyanê de, li hemberê desthilatîya zimanê Tirkî de stuyê xwar kirîye û teslîm bûye. Niha jî di bin qampanyayên taybet de keç û dayîkên me tên perwerde kirin. Di bin navê pêşkeftin û modernîtê de hinek sazî û dezgeh piştgirîya wan polîtîka dikin. Hinek şaredarîyên bajarê Kurdîstanê ji bo jinan kursên zimanê Tirkî li dar dixin. Rastê, li dijî nezanî û paşvemayî de divê mirov helwest deyne, têbikoşe! Mirov rastî û pêwîstîya civata xwe encax bi zimanê xwe dikarê bîne ziman. Siyaseta pişavtinê li hemû derên Kurdîstanê tê meşandin; lê belê tesîra herî mezin li bakûrê Kurdîstanê xwe nîşan dide. Ji ber vê yeke me xwest tiştekî bikin û weke kelemek çavên dijmînê xwe qul bikin dilê dost û biraderên xwe xweş bikin. Li hemberê ba û bahoza siyaseta pişavtinê me xwest, ku em mil bidin milê hev û wek zinarek kevnar xwe bi parêzin. Me xwest ku em wek dilopên avê zêde bibin û golên zimanê zêrîn zêde bikin. Me xwest ku weke kulmek berfa sipî em li hev zêde bibin û weke aşîtekî xeder bi ser sîyaseta pişavtinê de gêr bibin.

Di bingehîna avakirina malpera Netewe de, ew rastîyên ku me li jor anî ziman hebûn. Di salekî de me li gor qewet û şertên xwe xwest tiştekî bikin. Bi awayekî serfirazî salek Netewe qedanîya û ez bawerim bi tevayî kêmasî û şaşîyên xwe malpera Netewe kedek xist nav keda zimanê Kurdî.

Netewe, jiyana xwe li ser keda nivîskar û xwendevanan dimeşîne!

Netewe malbateke Kurdî ye. Lewra armanc û daxwaza netewe pêşketin û serfirazîya zimanê Kurdî ye.

Netewe, Pireke netewîye di nav nêrîn û dîtinên Kurdîstanî de dixwaze watêyên netewî bi cîh bîne!

Netewe, xwedî rêyek Kurdîstanîye!

Netewe, rengekî Kurdî ye û dixwazê wê rengîya xwe li hemû perçên Kurdîstanê bide naskirin.

Netewe, gola keda pirr rengîn û yek dengîye, xwedî mafên netewî ye!

Netewe, Malperek serbixweye û bi tu partî an jî rêxistinekê ve ne girêdayî ye.

Netewe, Kurdistanîye û ji bo Malpera Neteweyê, her 4 parçeyên Kurdistanê di heman wateyê û di heman girîngîyê de ye.

Derîyê Neteweyê ji hemû Kurdistanîyan re vekîrîye, lê cîh nade kes û dîtinên ku dujminatîya kesayet û hêjayîyên Kurdistanê dike.

Herweha di Neteweyê de cîhê kes û rêxistinên ku hevkarî, şelaftî û xulamtîya dewletên dagirkeran dike nîne û Nûçe û Nivîsên wan nayê weşandin.

Zimanê Neteweyê tenê Kurdî ye.

Nivîskarê Neteweyê berpirsê Nivîsên xwe ne.

Bêlê di dema fikra damezrandinê de em penç hevalbûn (Cano, Çeto, Evin, Bûbê û Ezîz) lê pişt re bi dehan heval û dost beşdarî xebatê bûn. Hinek heval û dost hatin, hinek jê jî zû çûn! Lê keda hemûyan jî têda heye. Em spasîya xwe ji bo hemû kesên ku keda wan di malbata netewe de cîh girtîye pêşkeş dikin. Em ked û fedakarîya tu kesî ji bîr nakin û her tim qedrê dostanî, biratî û hevaltîyê wek hûqûkek zêrîn diparêzin. Ez dixwazim nivîsa xwe bi şîretên şexsîyetên zêrîn bi qedînim:

“Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qewata du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek bi tenê ye û tenê ziman e.”
Celaded Bedirxan

“Gelî Kurdan! Ger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwînin. Lê ger hun dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, bi hevaltî û dostanîya miletên din re bi pêş ve herin, bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwedin.”

Dr. Nureddîn Zaza

“Ziman bingeh û binaxa yekîtîya endamên milet e. Çeka serbestî û serxwebûna wî ye. Di jiyan û afirandina xwe de her milet, mîrovên her civakê hevbendîya xwe, pevgirêdanên xwe bi hev re dikin yek” Qanatê Kurdo

29:08:2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir