Heya kengê emê di Newrozê da padîşahê xwe yî rûmetdar eblese bikin?

 

Sozdar Mîdî (Dr. E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

 

 

Di destpêkê da, em gelê xwe bi yada cejna Newrozê pîroz dikin û bejna xwe bi rêzdarî li ber lekên cangoriyên welat û rûmetdarên me di seranserê dîrokê da ditewînin; ew berê û niha jî ronahiya Yezdanin, ji me ra rêya azadî û serfiraziyê ronak dikin; ewê herdem di dîroka me da mîna gupik û lûtkeyên Zagros û Torosan, mîna lûtkeyên Agirî, Sîpan, Cilo û Cûdî her serbilind bin. Em ji wan vê hêz û vîna xwe, vê serfiraziya xwe werdigirin.

 

Bi yada vê cejna neteweyî, em dixwazin vê rastiya dîrokî bidin pêş çavên gelê xwe.

 

Em di warê çandî da jî hatine dagîrgirin:

 

Hovtirîn û fêlbaztirîn şêweyên dagîrkeriyê bi serê me Kurdan da hatiye. Van dagîrkeran ne tenha ku welatê me Kurdistan dagîr kirine, lê belê em di warê çandî da jî dagîr kirine; beşê herî mezin ji çanda me kavil kirine û têkbirine, beşê mayî jî dane aliyekî; bîreweriya me ya niştîmanî vala kirine. Di beşekî ne biçûk yê civaka me da çanda revok û xwe-spartine, çanda terîtî û koletiyê, çanda dijminahiya nasnameya neteweyî çandine; û ev bi xwe ya here tirsnak û xeternake.

 

Ka wek nimûne em cejna Newrozê wergirin. Ev cejin cejneka pir kevnar ya gelên Ariyanî ye. Dîroka wê ya rastîn ne diyare. Dibe ku ew hên vedigere ser wan heyamên kevnar, dema ku gelên Ariyanî bi hev ra li welatê “Ariyana Vîca” dijiyan, pêş ku ber bi başûr bi aliyê Hindistanê da, ber bi bakur û rojava bi aliyê Rûsiya û Ewropayê da û ber bi rojava bi aliyê çiyayên Zagros da belav bibin. Ya here gengaz, dibe ku ew welat li bakurê Afganistanê, bakur û rojavayê wê be. Wek xwerisk û adeta wan ya her car, hin dîroknasên Farisan angaÅŸt kirine ku cejna Newrozê di dema padîşahê wan yê efsanewî Cemşîd da peyda bûye[1].

 

Di Newrozê da hemû şopên ayînî, neteweyî, niştîmanî, suriştî û siyasî dibin yek. Her sal di 21-ê meha adarê da şev û roj bi qaserî hev dibe û surişt geş dibe. Peywendiyeka kîp di navbera Newroz û pîroziya rojê (tavê) da heye, ji ber ku gelên Ariyanî xwedî ayîn û çandeka rojanî bûn. Newrozê vê asta xwe ya ayînî û niştîmanî di Zerdeştiyê da jî parast û bi gelemperî bû rojeka neteweyî û niştîmanî. Di wê rojê da gelên Ariyanî şabûna xwe bi hatina sala nû derdibirin û hevgirêdana xwe bi çanda xwe ya resen ra piştrast dikin.

 

Ji bo me Kurdan, cejna Newrozê bûye duriÅŸma evîndariya me ji azadî û suriÅŸtê ra, bûye mîna pirekê ku me bi pêşiyên me va girêdide; Newroz bûye nîşana dijayetî û nepejirandina dagîrkeriyê. Dema hin îslamewiyên Kurd dijminahiya cejna Newrozê dikin û diqîrin: “Newroz ne cejne, pêximber Muhemmed, sehabiyên wî û yên piÅŸtî wan pê ÅŸanebûne, ev belge û rastiyeke ku ev kes di warê çandî da hatine dagîrkirin û ew ÅŸagirt û suxteyên çanda revok û koletiyê ne. Ma gelo we bihîstiye ku şêxên ÃŽslaman yên Ereb, Faris û Turk cejnên xwe yên neteweyî û niÅŸtîmanî lanet û eblese kirine?

 

Eblesekirina Newrozê diyardeyeka pir tirsnak û xeternake, ev nîşana wê yekê ye ku dagîrkeran heya kûrahiya hestiyan em xistine bin bandora xwe, li ser heş û hestên me bûne serdar û hêştinê ku em dîroka wan, çanda wan û rêveberên wan pîroz bibînin, em dijminahiya nasnameya xwe ya neteweyî bikin, wê jibîrbikin û em dijûnan bidin hin rêveberên me yên here rûmetdat û wan ebelese bikin. Bi tamamî eve ya ku em ji çend nifşan da di yada Newrozê da dikin. Va ye ji we ra şîrovekirina wê:

 

Dek û dubareya li ser padîşahê me Ezdehak:

 

Pêşiyên me yên Mad di dema xwe da xizim û cîranên me yên Faris ji zordariya emperatoriya Aşûr rizgar kirin û ew bi awayekî, ku li konfederaliyê diçe, xistin ser bi padîşahiya Madan. Di sala 553-ê b.z. da padîşahê farisî Gohreşê Duwem li gel Harpagûs (Harpage) rêberê leÅŸkerê Mîdî û hin rêveberên Madan yên din dek û dubareyek li dijî padîşahê Mîdî yê dawî Ezdehak (Ezhî Dehak, Astiyag, Astuages) pêkanîn[2]. Gelek gengaz û mimkine ku navê Ezdehak ji du navan pêktê (Ezd/Yezd) û (Dehak); yanê Deyakoyê Yezdanî. Navê yekem li gor navê Xweda Yezdan û navê duwem “Dehak” li gor navê padîşahê Madan Deyako; bapîrê malbata Mîdî ya serdare. Deyako ew kese yê ku yekîtiya Madan pêkanî, padîşahiya Madan damezrand û li dijî serdariya Aşûrî serî hilda. Navê wî yê rastîn “Dehyako” ye; bi maneya “rêveber”. Di jêderên erebî da ev nav bi awayê “Dehqan” hatiye; yanê rêveberê herêmê. Ev nav heya niha jî di navê bajarê “Duhok” da maye.

 

Di destpêkê da Deyako ji aliyê Dewleta Aşûrî va hate dîlkirin. Piştî mirina wî, kurê wî Ferawût şoreş berdewam kir. Ew jî di şerekî da hatie kuştin û di pey wî ra kurê wî Keyxusro (Kai-Khosru) şoreş temam kir û bi hevaltiya hevpeymanên xwe yên Kildanî di sala 612-an b.z. da zora padîşahiya Aşûrî birin. Keyxusro di sala 585-ê b.z. da wexer kir û kurê wî Ezdehak bû padîşahê Mîdiya. Di dema wî da padîşahî fireh bû û bû emperatorî ku bi aliyê rojhilat da gihîşte sînorê Çîn-Maçîn, bi rojava da gihîşte Derya Sipî û bi bi başûr da gihîşte Oqyanosa Hindî. Em dikarin bêjin ku ew di dîroka me ya kevnar da emperatorê yekeme. Helbet, wê ev yek ne mimkin ba, heger ew ne rêberekî zigurt, serokleşkerekî jîr û rêveberekî çalak, xwedî karîn û şiyanên bilind bûya.

 

Padîşah Ezdehak bi lehengî li dijî GohreÅŸ û dubareciyên li gel wî derket, di ber paytextê Madan Akbetana da berevanî kir, wî xwe nesparte dijmin û bazneda. Lê belê “tabûra pêncan” di civaka Mîdî da doxmanî (îxanetî) lê kir, ew hate dîlkirin û GohreÅŸ ew ÅŸarederî herêmên rojhilat kir. Di rê da, li biyabanê ew hiÅŸtin ku ew ji nêz û tîhnan ra sala 549-an bimire[3].

 

Ka werin em binêrin, Farisan çi bi serê padîşahê me yî rûmetdar kirin. Wan ji Hîrodotê Yûnanî ra efsaneyeka dirêj afirandin. Di wê efsaneyê da kirin ku GohreÅŸ hên ji zarotiya xwe da bi parastineka Xwedayî hatiye dorpêçkirin û wisa kirin ku Ezdehak zordarekî wisa bû ku bi penda ÃŽblîs rêveberî dikir. Çîrok û efsaneyek afirandin ku du mar li ser milên wî peyda bûbûn û her rojê du xort dikuÅŸtin û mejiyên wan dida wan herdu maran. Navê wî kirin “Ejdeha” yanê marê mezin û ku gel bi rêveberiya hesinkarekî bi navê “Gawa” û ne “Kawa/Kawe” li dijî wî serî hildaye. Di pey wî ra Ferîdon desthilatî standiye, wî Ezdehak girtiye û li çiyayê Dunbawend ew zîndanî kiriye û paşê ew kuÅŸtiye; û navê wê rojê bûye Newroz[4].

 

Dîroknasên Farisan ev efsane derbasî jêderên erebî kirine û hin dîroknasên Misilmanan bêyî ku lê hûr bibin ev efsane belav kirine. Ev efsane gihîştiye dema nû jî, bi wî awayî ku wê hîngê Farisan hûnandibû. Me Kurdan jî ev efsane wergirtiye bêyî ku em lê hûrbibin û me di her cejneka Newrozê da dijûn ji padîşahê xwe ra digotin, me ew eblese dikir, me ew dikir nîşana şer û me bi çakûçê Kawa li seriyê wî dida.

Med

 

Di pirtûka “Padîşahiya Madan” da min bi kurtahî ev dek û dubareya li dijî padîşahê me Ezdehak aniye ziman. Pêş du mehan min biryar da ku ez ji nû va vegerim ser vê mijarê û hinekê bi berfirehî li ser binivîsînim. Heger min ev lêkolîn bi dawî kir, ezê encamê bidim ber destê gelê me û armanca min ewe ku em êdî sînorekî ji vê dagîrkeriya çanda farisî ra deynin; em dîroka xwe bi awayekî rast û durist bixwînin, em li gor rastî û wijdan payedariyê ji padîşahê xwe yî rûmedar ra vegerîn; em cejna xwe ya Newroz ji vê ziyana ku gihandine yek ji girîngtirîn stûnên kelepor û dîroka me rizgar bikin.

 

ÇI DIBE BILA BIBE; DIVÊT KURDISTAN RIZGAR BIBE.

[1] El-Fîrdewsî: Şahname, rûpel 10.

[2] Dyakonov, rûpel 392.

[3] Dyakonov, rûpel 396, 397.

[4] El-Hemezanî: El-Buldan, rûpel 554. Ibin El-Esîr: El-Kamel fî Tarîx, 1/70.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *