Wênesazê Kurd Gokhan ASLAN

Wênesazê Kurd nav û dengê xwe gihandiye Ewropayê
Ji aliyê MAŞALLAH DEKAK

   

Amed (Rûdaw) – Hunermendekî wêneyan ji Amedê bi tabloya xwe ya “Perwerdekarê Dûpişkan” nav û dengê xwe gihand qada hunerî ya hin welatên Ewropayê jî. Hunermendê Kurd dibêje tabloya “Perwerdekarê Dûpişkan” ku wî bi sembolên li ser bircên Amedê çêkiriye, dikare hunera Kurd li cîhanê temsîl bike.

Gokhan Aslan 23 sal in, bi lêdanên firçeyeke beravêtî, xewn û xeyalên ku li pişt asoyan mane û belkî newêre wan xeyalan jixwe re jî bibêje, li ser tabloyên jiyana rastîn dinexşîne.

Di atolyeya xwe ya li bajarê Amedê de van rojan zêdetir dixebite. Lewre Aslan, sembol û nexşên ku berhema 29 şaristaniyên Kurdistanê ne, berhev kirine û wan di tabloyên xwe de bi cih dike. Ji ber vê taybetiya wî, nav û dengê wî sînorên Kurdistanê bezandiye û di qada hunerî ya Ewropayê de jî hatiye bihîstin.

Wênesaz Gokhan Aslan dibêje: “Li gelek welatên Ewropayê, li Swîsre, Almanya, Holanda, Belçîka û bi taybetî jî li Zanîngeha Harvard a Londonê mamosteyek, bi tabloyên min re gelek ji nêz ve eleqedar bû. Bi min re têkilî danî û xwest derbarê vê xebata min de agahiyên berfirehtir wergire. Armanca min ew e ku xebata min û hunera me derkeve pêş.”

Li gorî hunermendê wêneyan Gokhan Aslan, piştî salên dûr û dirêj êdî wext hatiye tabloyên wî di qada navneteweyî ya hunerê de jî bi tiliyan bê nîşandan.

Li gorî Aslan, ev tablo dê roj bê ku bi destê tu kesî nekeve. Lewre ji niha de li ser vê tabloyê nîqaşên girîng ên hunerî dest pê kirine.

Gokhan Aslan dibêje: “Bi taybetî jî xebata min a ‘Perwerdekarê Dûpişkan’ gelek nav û deng bi xwe re anî. Hunermendan eleqeyeke mezin nîşan dan. Çima? Dibe ku ji ber wan hêmanên dîrokî eleqe nîşan dan. Lewre Perwerdekarê Dûpişkan, li birca dûpişkan a Amedê heye. Digel ku xira bûye jî hêj li ser dîwarê bircan weke rolyefek xwe parastiye.”

Eser Karayel ku hevalê Aslan e, bawer dike ku her hunermendekî serkeftî dikare nijad û welatê xwe ji siyasetmedaran baştir temsîl bike. Aslan jî niha vê bi hunera xwe vê dike.

Hevalê Wênesaz Gokhan Aslan Eser Karayel dibêje: “Gelek têkiliyên cuda yên civakan heye ku bi hev re didin û distînin. Huner yek ji van riya têkiliyan e. Ger hûn xwe îfade bikin, civakên din we baştir nas dike. Ger hûn xwe venebêjin, civakên din ji bo ku we nas bikin agahiyên derbarê we de ji cihekî din digrin. Ji ber vê yekê xebatên wiha yên hunerî, riyeke baş a têkiliyê vedike ku hûn bi awayekî rasterast dikarin xwe bi wan civakên din bidin naskirin.”

Wênesaz Gokhan Aslan heta niha tevlî bi dehan pêşangehan bûye ku hin ji wan pêşangehên navneteweyî bûne. Ew bi bîr dixe ku her hunermendek dîplomatekî sirûştî yê welatê xwe ye û divê qedr û qîmeta hunermendan bê zanîn.

http://www.rudaw.net/mobile/kurmanci/culture/02102018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *