HILBIJARTINA HERÊMÎ Û REWŞA HÊZÊN KURDISTANÎ

Baran HEMZE

Wekî tê zanîn li bakurê welatême di demek nêzîk de hilbijatina herêmî, an bi navekî din hilbijartina şaredarîyan dê çêbibe. Ji bo wê sedemê gelek dan û standin kulîsên paş derîyan, gelek xurt û bê westan dimeşe. Li bakurê welatê me, tenya hêzek heye ku bi organîze ye. Dizanin çi dikin, xêncî wî, yên ku navê wan rêxistine lê, di eslê xwe de vateyê rêxistinî bi tu şêweyê bi cîh naynin an nikarin bi cîh bînin.
 
Gelek alî heye. Bi bazarîyên erzan li paş berjewendîyên xwe digerin, mabesta wan îdarekirina şaredarîya nîne, tu bernameyek wan tuneye. Tu daxwazek wan an xebatek wan di raya giştî de nayê şopandin. Ji xwe tu xebatek xwuya nake, ji bo xwuya bike divê hebin ew jî tuneye.
 
Hinek rêxistinê dinê hene, wan demê dawî yekîtîyek pêkanîn û anagorê xwe jî karê xwe dimeşînin, hêvîdarim biserkevin. Biserketina wan feyda miletê me ye. Lê ew jî di qadê de herçend nû ye, lê di eynê wextê de jî kevn e.
 
Niha bikaribe bibin bersîvek xurt, gelek zehmet e. Lê xebata wan jî cîhê kêfxweşîyê ye. Demek berê li Kurdistanê, li gel gelek dost û hevalan mecalê min ê gengeşîyê çêbû. Her yek di hundirê xwe de xwedî biryar e, lê haya miletê me mixabin ji wan tune ye. Min ji dostekî xwe pirsî, ka hûn çi dikin? Bo çi ji tevxebatê dûr disekinin, bersiva wî wîsa bu. Em dewletbunê dixwazin, min gotî ma ew jî dixwazin. Gotî na, ew naxwazin. Lê ew jî baş dizane ku daxwaz bi serê xwe têra tiştek nake. Divê egerê wî pêk were, xebatek bê westan, dilsoz û di qadê de divê hebin. An tenya bi daxwazê dewlet pêknayê!
 
Xwezî  bi dilxweşî mîrov bêje her tişt baş e, bi hêvî dimeşe. Lê hîn jî li bakurê welatê me rewş gelek xirab e. Gelek dilsozên welat hîn hene, lê hêvîyên wan hatîye qelskirin, şikandin, pêdivîyek hejandinek qewî divê hebe.
 
Ew hejandin, dikare carek din ji nûva vejîn çêbike, ew ne dûr e. Lê, gelek zehmet e. Hinek fîguranê “sîyasî” mixabin hîn paş navê rêxistinên welatperwer xwe vedişêrin, bazarîyê berendamîya navçeyê piçuk bi hêzek ku serkirdatî wî çepê tirk dikşîne, lê bingeh Kurdistanîye re.
 
Ji ber derîyê wan naçin. Lê tu qîmeta wan jî liba wan jî tune ye. Wan kesên şikestî, mixabin bi navê rêxistina lava dikin ku cîhek bidine wan an bibin cîgir, an çend endamên meclîsê bi dest bixin. Bawer dikim bi piranî, dê ew daxwazên wan pêk neyên û paş hustiyê xwe bixurînin û biçin di mala xwe de rûnên.
 
Welatperwerîya wan tenya di nava çar diwaran de ye, tu keda wan nîne û dixwazin xwe bi rîya parsê “hebûna xwe”  bidomînin. Bi kurtayî bo wan mirov dikare bêje, ”çavê li derîya xwelî li serîya”.
 
Ji xwe bo wan kesên bê kêr muxtarî jî zêde ye. Di eslê xwe de yê min pirr zêde ne rehet dike kesên kêr nehatî hîn jî xwe didin pêş û hinek dilsoz jî dibin leystoka wan. Mixabin.
 
Ji xwe heya kesên dilsoz dengê xwe bilind nekin, dê her biçe çend dilsozên derdora wan jî destê xwe ji wan bikşînin. Hêdî mecalê ji nû va ava bibin namîne. Dîrok dê hesabê ji wan bipirse. Li vir, berpirsyarîya herî mezin gor min, liser milê PWKê dikeve.
 
Çawa ku bi îradeyek xurt hêvîyek nû dane destpêkirin, divê bi xebatên xwe yê kolanan wê hêvîyê berdawam bikin. Bi xebata xwe rê li pêşîya tevxebatek fireh vebikin.
Bawer dikim bi wê cureyê xebat dê rê liber dilsozên welat vebike.
 
Bi Kurtahî bazarî bi hêz dibe, bi parsê nabe. Heger keda we di hundirê welat de tune be û hebûna we jî cîhê pirsê be, tu qîmeta we jî tûne ye. Bersîva hemî tişta xebatek bê westan û Kurdistanî bûyînê de dikare rolek erenî  bileyze.
 
Bi hêvîyê tevxebatê Kurdistanîyên dilsoz, liser esasê xwe îdare kirinê şax bide. 
 
 
 Baran Hemze 25.12.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *