Civîna Kurmancî ya 61

Civîna KURMANCÎ ya 61ê li Stockholmê dest pê kir!

Di 9ê kanûna 2017an de civîna Kurmancî ya 61ê li paytextê Stockholmê dest pê kir. Civîn wê hefteyekê berdewam bike.

Xebata Koma Kurmancî di sala 1987an de ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve dest pê kiriye û heta niha bê navbêhn salê du caran bi dirêjahiya hefteyekê ev xebata xwe domandîye û herweha gelek lêkolîner, nivîskar û zimanzanên kurd û ya jî kurdîzan beşdarî nav vê xebatê bûne.

Koma Kurmancîyê di vê civînê de wê li ser babetên xwarê bixebitin:
1. Karên teknîkî û serrastkirina 60 hejmarên Kurmancîyê
2. Ehmedê Nalbend – Newzad Hirorî
3. Peyvên kêmnas/nenas – Reşo Zîlan
4. Peyvên Zaxoyê – Rênas Awdal
5. Peyvên Berîya Mêrdîn – Hemîd Kilicaslan
6. Peyvên ji Wanê – Ziya Avci
7. Peyvên di pirtûka ”Nameyek ji Şirnaxê” – Mustefa Aydogan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *