DI NAV YNK-Ê DE SÎNORÊ XIYANETÊ FIREH DIBE Û DIVÊ PÊŞÎ LÊ BÊ GIRTIN…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
15ê Îlona 2017an: ji bona Kurdistaniyan rojeke gelek pîroz bû. Kurdistaniyan wê rojê, ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê çûn ser sandûqan û deng dan. Di encama dengdanê de biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Ji bona dewletavakirinê hemandem de qanûnek çêkirin. Wê rojê li Kurdistanê rûpeleke nû ya spî vebû. Miladekê dest pê kir. Li hemû dinyayê di nav Kurdan de bû sedema cejna roja dewletavakirina Kurdistanê.
Hezar mixabin ew cejna Serxwexwebûna Kurdistanê di 16ê Oktobira 2017an de birîndar bû û xwîndar bû. Dewletên kolonyalîst (Dewleta Iraqê, Îranê, Tirkan) encama xiyaneta grûbeke di nav YNKê de, bi hêsanî êrişî Kerkûkê kirin û îşgal kirin.
PÊVAJOYA XIYANETÊ Û ÎŞGALA KERKUKÊ…
Dewleta Federal ya Iraqê di dema serokwezîrtiya Malîkî de ji federalî dûrket, ber bi dewleta ûnîter û milî û nîjadperwestî ya erebî çû. Yanî wê demê dewlet, ji dewletbûna hemû miletan û kêmneteweyan dûr ket.
Dema ku ev rewşa hat rojevê, Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê li hemberî vê xerabiyê mûxalefet kir. Ji bona ku Malîkî ji helwesta xwe ya nîjadperestî, otokratîk, teokratîk, otorîter dûr bikeve, xebat kirin; pêşniyarên xwe pêşkêşî wî û raya giştî ya Iraqê û dinyayê kirin. Hezar mixabin Malîkî di helwesta xwe de guhertin çênekir.
Di vê merheleyê de Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê ji bona ku bi awayekî din pêkvejiyaneke bidomîne; pêşniyar kir ku li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bibe. Dewleta Kurdistanê û Iraqê bi hev re dewleta konfederal ava bikin.
Hezar mixabin ev pêşniyara jî bê bersîv ma.
Kurdan dîsa jî xwestin ku serokwezîr bê guhertin. Loma li benda hilbijartinê man. Piştî hilbijartina giştî jî hikûmet gelek bi zehmetî ava bû. Ev car Abadî li Iraqê hikûmet ava kir û bû serokwezîr.
Hezar mixabin Abadî jî, siyaset û projeya Malîkî meşand.
Wê demê Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê biryar dan ku ji Kurdistaniyan bipirsin ku gelo dewleta serbixwe dixwazin, an dixwazin ku di ev sîstema seqet ya federal de jiyana xwe bidomînin?
Loma jî ji bona vê, referandûma serxwebûna Kurdistanê pêwîst bû. Serok Barzanî ji bona referandûmê pêvajoyek dest pê kir. Di destpêkê de ji derveyî PDKê, hemû partiyên Kurdistanê li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Bi taybetî jî bi destwerdana Dewleta Îranê dijitî domand. Lê piştî merheleyekê YNKê jî qane bû ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bê li darxistin. Heta dawî jî bi giştî piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê kir.
Hezar mixabin dihat zanîn ku grubek hevalbendên Dewleta Îranê û Iraqê di nav YNKê Kurdistanê de heye. Wek parlamenter Ala Talabanî wek lobiya wan kar dikir. Xwediyê Telewîzyona NRT berdevikê wan bû. Beriya referandûmê rojekê (15ê Îlona 2017an) vê grûbê xwest ku pêşiya referandûmê bi darbeyeke leşkerî bigrin. Lê pêşiya wan hat girtin. Ev grûba derket holê ku kûrê Celal Talabanî Peval û biraziyê Celal Talabanî û hevalên wan in.
Li vê grûbê wek grûbeke mixalîf hat mêze kirin. Lê piştî ku di referandûmê de biryar hat girtin ku dewleta Kurdistanê ava bibe. Ew dewleta bibe dewleteke federal û dewleta miletê kurd û hemû kêm netewan, ev grûba ku bi destê Dewleta Îran û Iraqê ve di nav YNKê de hatibû çêkirin, xebata xwe aşkere kir. Ev xebateke xiyanetî bû. Ev Gruba bi Dewleta îraq û Îranê bûn alîkar ku Kerkûk û deverên bi niza yên kurdî bên îşgal kirin.
ARMANCA GRUBA XIYANETÊ…
Çend armancên Grûba Xiyanetê hebûn.
Armanca yekemîn: Armanca Grûba Xiyanetê gelek aşkere derket holê ku li dijî Dewleta Kurdistanê ne û dixwazin ku pêşiya avakirina Dewleta Kurdistanê bê girtin. Lewra Kurdistaniya di 16ê İlona 2017an de biryara avakirina Dewleta Kurdistanê dabû.
Armanca Duyemîn: Kurdistanê parçe bikin. Kurdistan bibe du herêm. Ew herêman: 1) Herêma Hewlêrê û Duhokê, 2)Herêma Sileymaniyê û Kerkûkê. Herêma Sileymaniyê û Kerkûkê jî bikeve bin desthilatdariya wan. Ew jî bibin kolonî û xûlamên Dewleta Iraq û Îranê.
Peymana di navbeyna Dewleta îran û Iraqê û ev Grûba Xiyanetê de hatiye çêkirin de vekirî ev armance diyar dibe. Ev armanca, di dema Îbrahîm Ehmed û hevalên wî de jî dihat parastin. Îbrahîm Ehmed dixwest ku herêma kurmancan û soranan ji hevûdu veqetîne.
Navberekê YNKê û pişt re jî Goranê daxwaz kir ku Sileymaniye ji Kurdistanê veqetînin û bikin herêmeke otonom û ji Kurdistanê cûd bibe.
Amanca sêyemîn: Di nav Kurdistaniyan de şerekî hûndir derxistin û gûr kirin bû. Serok Barzanî û desthiladariya Kurdistanê Kerkûk fedayî vê armancê kirin. Loma nexwestin ku destwerdana Kerkûkê bikin.
Armanca çaremîn: Serok Barzanî tasfiye kirin bû. Lewra dewletên kolonyalîst baş dizanîn ku dema Mesûd Barzanî tasfiye bikin, gelek bi hêsanî dikarin pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Kurdistanê dikarin gelek bi rehetî bixin bin bandor û nufûza xwe.
Armanca pêncemîn: Grûba Xiyanetê li dijî dewleta federal e jî. Ew dixwazin ku miletê kurd bindest be û Kurdistan mustemlekeya Iraqê be. Iraq jî mustemlekeya Dewleta İranê be.
ARMANCA ŞEŞEMÎN: GRUBA XIYANETÊ DIXWAZE Dİ NAV YNKÊ DE KURDPERWERAN TASFIYE BIKE…
Dewletên kolonyalîst bi çend metod û wesitayan xwestine ku pêşiya tevgera milî ya Kurdistanê û dewletavakirinê bigrin.
Yek metodek ew bû ku kurdan bikin kurd û ereb û tirk. Dema kurd, ji kurdbûnê derkeve wê demê tevgereke Kurdistanê çê nabe.
Metoda duyemîn: Heger kurd ji kurdbûnê dernekevin, divê pêşiya avakirina tevgerek milî bê girtin.
Metoda sêyemîn: Dema ku pêşiya avakirina tevgereke milî û rêxistnavakirinê nê girtin. Wê demê wan rêxistina bikşînin cem xwe û gorî armancên xwe bi kar bînin. Nûha Dewleta Îran û Iraqê bi wasiteya Grûba Xiyanetê dixwaze vê yekê bike. YNKê bike rêxistina xwe. Ji bona vê yekê jî divê kurdperwer û dewletxwazên di nav YNKê de bên tasfiye kirin.
Grûba Xiyanetê nûha vî karî dike.
Wê demê metoda çaremîn ya dewletên kolonyalîst pêk tê. YNKê Kurdistan dibe rêxistina wan û ji hûndir de dibe wesîteya tasfiyekirina tevgera milî ya Kurdistanê.
Grûba Xiyanetê ji bona ku kurdperweran din av YNKê de tasfiye bike: Dixwazin bi riya tehditan kongreya YNKê çê bikin. YNKê bixin destê xwe. Nuha ji bona vê, xebateke bê hempa dimeşînin. Di destpêkê de Mektebî siyasî tasfiye kirin. Berpirsiyarên YNKê bi kûştinê tehdît dikin.
Tê gotin ku seredana Pavil ya Kosret Resûl li Elmanyayê ji bona ku wî bitirsîne û tehdît bike ku ew xwe bide aliyekî. Ew di YNKê de desthilatdar bin.
Heger bi kongreyê biserneketin nebe dê YNKê parçe bikin.
Heger nikarîn parçe bikin dê ji bona xwe rêxistinekê ava bikin.
Wê demê jî li hemberî YNKê şer bikin.
Di hemandem de li hemberî hemû partî û rêxistin û hêzên Kurdistanî dê bibin tehdîta şer .
Ji bona ku şerê hûndir derkeve dê provokasyonan bikin.
GRUBA XIYANETÊ DIXWAZE XWE BI HIKÛMETA NÎJADPEREST Û TEOKRATÎK Û ÎŞGALKAR RE GIRÊ BIDE…
Min li rêzên jorîn jî nivîsan ku Grûba Xiyanetê di hemandem de dixwazin ku dewleta federal jî bê rûxandin. Kurdistan parçe bibe. Ew li herêma Kerkûk û Sileymaniyê desthilatdar bin. Xwe bi Hikûmeta teokratîk û mezhebî û nîjadperest ya Iraqê re girê bidin.
Miletê kurd bin dest û miletê ereb jî ne erebên şiî bibin serdest. Dewleta Iraqê bibe desthilatdar, Kurdistan bibe koloniya Iraqê.
Ji bona vê jî daxwaz dikin ku hikûmeta Kurdistanê daxwazên Hikûmeta Iraqê pêk bîne. Biryarên dewletê tetbîq bike.
Heger hikûmeta Kurdistanê nekeve bin emra Dewleta Iraqê, dibêjin ku wê demê ew zerarê bidin Kurdistanê û Kurdistaniyan.
Gotinên Endamê Mektebê Siyasî ya YNKê Qadîr Ezîz ji bona vê delileke aşkere ye.
Endamê Mekteba siyasi ya YNKê Qadîr Ezîz dibêje ku “bila Hewlêr mercên Bexdayê qebûl bike.”
Qadir Ezîz, rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û pesnê rola Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ew bi kesekî “serkeftî” li hember Kurd û DAIŞê binav kir.

Qadir Ezîz dibêje: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl bike.” Li gor wî jî, heger Herêma Kurdistanê mercên Bexdayê qebûl neke, ya ku sizaya xelkê Kurdistanê dide hikûmeta herêmê ye, ne Bexda ye.

Qadîr Ezîz di hemandem de Hikûmeta Kurdistanê bi “gendel” binav dike û dibêje: “Hikûmeta herêmê ji ber gendeliyê petrola xwe radestî kompanyaya SOMO (Kompanyaya ku petrola Iraqê difiroşe) nekir, ta Bexda budceyê bide, ku bi xwe petrol difirot jî nikarî çarîkek ji mûçeyan bida. Ji bo çi Bexdayê tawanbar dike ku mûçeya xelkê Kurdistanê biriye û sizaya xelkê Kurdistanê daye.”

Herwiha ragihand jî “Pêwîst e YNKê wê yekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl neke, ku daxwaza abûra serbixwe dike û li dijî biryarên Bexdayê radiweste.”

Qadir Ezîz, berê Sekreterê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê bû û ji piştî raperînê ala Kurdistanê hilgirtibû, piştî tohmetbarkirina bi qorxkirina wê partiyê, piraniya endamên wê partiyê Qadir Ezîz ji partiyê dûr xist, piştre Partiya Ayindeya Kurdistanê ragihand, piştre jî bêyî ku di kongir de bê hilbijartin, wek endamê Polîtburoya YNKê hate destnîşankirin.

ENCAM…
Di encamê de dikarim bibêjim ku Goran, Komala Îslamî, PKK, Kevnesedamî jî, piştgirên Grûba Xiyanetê ne. Lewra ew jî li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Ew jî li dijî Dewleta Kurdistanê ne. Dewleta ûnîter ya Iraqê diparêzin.
Loma jî Grûba Xiyanetê gelek xeter e.
Grûba Xiyanetê dûr nîne ku YNKê bigrin bin desthilatdariya xwe û an jî tasfiye bikin.
Ev herdu ehwal jî ji bona Kurdistanê gelek xeter e. Lewra YNKê rêxistineke bingehî ya Kurdistanê ye. Damezênêra Kurdistanê û dewleta federal e. Dema YNKê bikeve destê dijmin û an jî tasfiye bibe, ji bona Kurdistanê dibe keraseteke gelek mezin.
Divê pêşiya vê xiyaneta Grûba di nav YNKê de bê girtin.
Mezintiya xeteriyê bi bi daxuyaniya kevneseddamî jî derdikeve holê:
“Wefîq Samerayî ku berî niha berpirsê muxaberatên serbazî yê rêjîma Be’is bû û beşdarî di wan tawanan de kiribû ku rêjîma Sedam li dijî gelê Kurdistanê encam dabû, îrodi rûpela xwe ya facebookê de, xwe weke azadîxwazekî dide xuyakirin, piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê dike, ku di nav de avahiyên hikûmî û hizbî hatine şewitandin.
“Samerayî di nivîsa xwe de êrîşî desthelatdarên Herêma Kurdistanê û Hewlêrê dike, û bizavan dike ku derzê di nav xelkê Kurdistanê çêke û derketina welatiyên Silêmaniyê di xwepêşandanan de, bi nîşana mêranî û şaristanî û rewşenbîriyê binav dike.
“Wefîq Samera`î ku bi dijminê şoreşên Kurd tê naskirin, di dema dawî de, tevahiya nivîs û gotarên wî li ser facebookê li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê bûn û berevanî li helwest û pêngavên hikûmeta Iraqê yên li dijî xelkê Kurdistanê dikir, vê carê jî berê xwe dide xortên Silêmaniyê û nav di wan dide ku wî karê xwe berdewam bikin heya ku li tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê xwepêşandan derkevin.
“Di dawiya nivîsa xwe de navhatî dibêje: “çareser ew e ku Bexda destwerdnê di rewşê de bike û welatiyan biparêze û rê li ber siyaseta birçîkirina xelkê bigre û nabe careke din bendewariyê hilbijêre”.
Wefîq Samera`î ku heya sala 2008an Şêwirmendê Serokê berê yê Iraqê Mam Celal bû, bi ti awayekî behsa siyaseta birçîkirina xelkê Kurdistanê nake ku ji aliyê desthelatdarên Bexdayê ve ji sala 2014an ve û heya niha tê meşandin, bi sedema birrîna budce û mûçeyê xelkê Kurdistan û tevî çendîn sozên ku hatine dayin, heya niha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ne amade ye diyalogê li gel Herêma Kurdistanê bike û kêşeyan çareser bike.” (Kurdistan 24)

Amed, 20. 12. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *