Civîna PDK-S

Li ser vexwendina civîna PDK-S min jî axaftinek pêşkêşî beşdarên civînê kir:

Gelî xwîşk û birayên hêja!

Silav ji we re Kurdîstanîyên qedirbilind!

Bi munasebeta salvegera damezrandina PDK-S’ê, komîta amadekar ku vê şahîya hêja li darxistîye ez ji dil û can pîroz dikim, kêfxweşî û dilgermîya xwe bi we re par dikim.

Ev wêne, ev civîn carek din nîşan dide ku, tu carî, neyarên gelê Kurd û dagîrkerên hov nikarin bi sînoran me ji hev veqetîne!

Weke tê zanîn hêzên emperyal û dewletên mêtinkar Kurdistan dagîr û bi sînoran parçe kirin; lê gelê Kurd tu demê vê neheqîya rewa nedît, ji bo tekoşîna dijî vêna komele û partî ava kir û tekoşîna xwe hertim meşand.

Di encama vê tekoşînê de PDK-S, di sala 1957an ji alî kesayetîyên Kurd ku wê demê pêşevanîya doza Kurd dikirin hat avakirin. Ji ber doz û xebata netewî ya PDK-S, rêvebir û kadirên vê partîyê di seranserê xebata xwe de herdem rastî tade, girtin û îşkenceyên giran yê rejima mêtikarîya Sûrî hatin. Lê rêvebir û endamên vê partîya rizgarxwaz, bi biryar û fedakarî doza xwe meşandin.

Di salên 1960an ku bayê îdeolojîk hemû dunya dabû ber pêla xwe, PDK-S jî dabeş kir û wê veqetîna li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê tevgera gelê me qels kir. Lê piştî derketina qeyrana Sûrîye, beşek ji tevgera Kurd destê biratîyê dirêjî hev kirin: ev ji bo me ciyê serbilindîyê ye.

Xwişk û birayên me yên Başûrê-Rojavayê Kurdistanê!
Xebatên we yê ji bo yekîtîyê û avakirina ENKS xizmetek giranbuha ya ji doza Kurd re ye. Avakirina hêza Pêşmergê Rojê, li hember terorîstan û mêtinkaran, tekoşîn û armanca parastina gelê Kurd li Başûr û Başûrê-Rojava erkek netewî ya pîroz e.

Nasnama Netewî weke sîwanê, hemû nasnameyên din di bin sîya xwe de diparêze. Nasnameyên partî, rêxistin, grup û îdeolojîyan, di bin nasnameya netewî de ne. Ji ber vê yekê, divê berjewendîyên netewî her dem li pêş bin û sereke bin.

Em carek din dubare dikin, ji bo me nasnama herî pîroz, nasnama Kurd û Kurdîstanê ye. Loma daxwaza we îro ya federasyonek sîyasî û erdnîgarî, em wek gava pêş ya serxwebûn û yekîtîya Kurdistan û gelê Kurd dibînin.

Birano, heval û hogirno!
Weke hûn jî baş dizanin gelê Kurd, di demek stratejîk û pirr girîng re derbas dibe. Îro ji hemû deman zêdetir, li pêş gelê me derfetên zêrîn yên dîrokî derketine holê. Kilîta serkeftin û têkçûnê, di destê şêweyê sîyaset û tevgera partî û rêxistinên Kurdîstanê de ye! Em hemû bi ezmûnek dîrokî re rû bi rûne. Lewra pêvajoya ku em têde dijîn, ji bo gelê Kurd pêvajoyek hebûn û tunebûnê ye!

Dewletên dagîrker û kolonyalist, bi hemû sazî û dezgehên xwe li dijî gelê Kurd şerekî hovane, şerekî taybet dimeşînin. Lê mixabin rewşa me li ber çav e! Bêtifaqîya me, lîstikek neyar e ku birînek bi sedsala ye!

Dîrok, carek din gelê Kurd, ji bo dahatû û qedera wî diceribîne. Li ber gelê Kurd du rê heye: ya wekî hemû netewên bindest, divê Kurd li mafên xwe yên demokratik û netewî xwedî derkeve û bidest bixe; yan jî zîncîrên bi sedsal an ku zeng girtîye, dîsa bi destê xwe, bixe situyê xwe!

Hevalno!
Divê hemû dost û neyarên gelê Kurd baş zanibin, li hemû beşên Kurdîstanê, dilê me Kurdîstanîyan ji bo serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê lêdide. Bi germîya van hestan em ji dil û can li daxwaza Serokê Kurdîstanê, Birêz Mesûd Barzanî ya serxwebûnê xwedî derdikevin.

Em li destkeftîyên Başûrê Kurdîstanê xwedî derdikevin û bi tundî dorpeçkirin û dijîtîya dewletbûna Kurdîstanê şermezar dikin.

Em carek din, bi munasebeta salvegera damezrandina PDK-S ê, hemû endam û berpirsîyarên partîyê pîroz dikin. Di xebat û têkoşîna we de serkeftin û serfirazîyê dixwazin.

Bijî pêşmerge!
Bijî gelê Kurd!
Bijî Kurdîstan!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *