Têkoşîna hemû perçeyên Kurdistanê, beşek ji têkoşîna Bakurê Kurdistanê ye.

Stockholm 17/2/2024

Li Stockholm bi minasebeta 54 saliya  damezrandina KOMALA û her weha ji bo bîranîna 4 cangoriyên  ku ji aliyê rejîma Îranê ve berê bi mehan hatibûn işkencekrin û dûre jî hatin îdamkirin komcivînek hat li darxistin.

Li wir dokumenter filmek li ser tekoşîna peşmergeyên Komala û her weha li ser her çar peşmergeyên Komala ku hatibûn îdamkirin hat nîşandan. Li wir gelek peyam  hatin xwendin û gelek axaftin hatin kirin . Li ser navê Hevkariyê jî komiteya PWK-Swed birêz Nihat Akar peyam xwend

Li ser navê PWK, Roza Kurd, N. Mumtaz Aydin û Nihat Akar beşdar bûn.

PWK di peyama xwe de got:

“Em têkoşîna hemû perçeyên Kurdistanê, beşek ji têkoşîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê dibînin. Em bi serkeftinên we dilşad dibin, em bi zulm, zordarî, kuştin û îdamên li Rojhilatê Kurdistanê bi qandî we xemgîn dibin

Bi vê minasebeta pîroz, cangoriyên Komala yên qehreman û cangoriyên hemû aliyên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin û slavên germ yên biratîyê ji bo we dişînin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *