Beşîkçî demekê bi piştgiriya PKKê xwe kuştibû! Lê ew ji şaşiya xwe vegeriya

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Hîç şik tune ye ku nexweşîya koronayê li serê hemû neteweyan û mirovatîyê belayeke mezin e. Li welatê Kurdistanê û li serê neteweya me felaketeke mezintir e. Loma jî em her roj dost û heval û mirovên xwe yên nêzik, kudperweran, mirov û jinên doza Kurd û Kurdistanê wenda dikin.

Lê felakete welatê me û neteweya me naşibe welatê din û neteweyên din. Welat û neteweyên din xwedî dewlet in, pirsgirêka wan ya dagirkerî, kolonînbûnê tune ye. Dewletên wan, bi  welat û  netewe û gelên xwe re eleqeder dibin. Em kurd,  Başûrê Kurdistanê (Herêma Federe ya Kurdistanê) bi awayekî ne di nav de, em kurdên hemû beşên din bêserûber in. Otorîteyeke tenduristî ya em pê bawer bikin, gorî pîvan û konsepta wê tevbigerin tune ye. Em girêdayî gelek dewlet û otorîteyan  e. Bawerîya me jî bi wan dewletan û otorîteyên tenduristî nayê. Loma jî em kurd di nav sergêjîyekê de ne. Heta gelek deman, encama reaksîyonên bê kontrol em zirarê didin xwe. Em dibêjin, “em neteweyekî wusa ne ku Korona bi me dê çi bike? An jî tiştekî bike, ne girîng e. Emê rojek nêziktir bimirin, ji vê rewşa em tê da xelas dibin.

Heta derdên me yê din yên milî û civakî dibin sedem ku em nexweşîya koronoyê nînin bîra xwe.

Di van rojan de, ji alîiyekî de nexweşîya koronayê û ji aliyê din de tehdîta li ser Dewleta Federe ya Kurdistanê, ji bona me du pirsgirêkên girîng in. Lê di van du pirsan de, ji bona hemû kurdên dinyayê û kurdên hemû beşên Kurdistanê pirsgirêka Dewleta Federe ya Kurdistanê girîngtir e. Her tiştek, bi kurdan daye ji bîra kirin. Lewra mal û hêlîna 50 mîlyon kurd li ber şewitandin û rûxandinê de ye. Ev yeka jî xewa hemû kurdan direvîne. Kurd bi vê tirsê radizên û bi vê tirsê radibin.

Pirsgirêka Dewleta Federe ya Kurdistanê, gelek hêz û bi taybetî jî PKKê  bi tîfaqkarên xwe û bi piştgirîya Dewletên kolonyalîst, êrîşî Dewleta Federe ya Kurdistanê dikin. Dixwazin dewleta kurdan xirab bikin.

Her kurdek jî ji bona ev pirsa çarser bibe, di n av lêgerînekê de ne. Her kurdek, her kurdperwerek, her partî û rêxistineke Kurdistanê, sî yasetvan, nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bîrûreyên xwe, pêşniayarên xwe diyar dikin.

NÊRÎN Û PÊŞNIYARÊN DR. ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ…

 Her kurdek Dr. îsmamîl Beşıkçî ji nêzik ve nas dike û rola wî di pirsa kurd û Kurdistanê de, xebat û keda wî ya ji bona Kurd û Kurdistanê baş dizane. Dinya jî wî wek kurdolagekî bi nav dike û nas dike. Ew kesekî bi navûdeng e. Wî qasî û heta zêdetir kurdekî ji bona pirsa Kurd û Kurdistanê di zîndanê û hepisê de maye. Di dadgehan de jî her demê pirsa kurd û Kurdistanê û bawerîyên xwe parastîye.

Ew wek kurdologekî ne, gelek deman wek aktifîstekî Kurd û Kurdistanê helwest nîşan dide.

Wî di pirsa Dewleta Federe ya Kurdistanê û xeterî û êrîşa PKKê li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê, nêrînên xwe, di van rojên dawî de jî dîyar kir. Pêşniyarên xwe jî bi zelalî anîn ser zimên.

Dr. Îsmaîl Beşîkçî bi navê “Hevkarîya PKK û Heşda Şe’bî li Herêma Kurdistanê” nivîsand got ku:  “Şingal herêma kurdan e. Heta nîva salên 1970yan li Şingalê yek malbatek ereb tune ye. Sedam Huseyin, bo Şingalê bi ereb ke, sala 1975 û piştî wê dest bi cîhkirina malbatên ereb li virê kirîye. Îro jî PKK/KCK hewl dide, bo Şingalê ji Kurdistanê dûr bixe, bo vê jî bi Heşda Şe’bî ra di nava ortaxî, hevkarî da ye, li Şingalê. Îro li Şingalê PKK/KCK bûye parêzvanê berjewendiyên Îranê.

“Rêveberîya Herêma Kürdistanê qadeke ku li cadeyan, li kolanan, li aşxaneyan, li kafeyan, li otêlan, li dibistan-universiteyê, li sûk- bazarê, li mizgeftê, li mescîdê, li parlamentoyê-li wezaretê, li beledîyê, li artêşê, li cem polîsan… li her derê dengê kurdan olan dide. Qadek e ku hatîye rizgarkirin. Li her cihî hewaya kurd/Kurdistanê tê stendin. Ji nêzîk ve tê zanîn ku bo bidestxistina van destkeftan jî bedelên pir giran hatine dayîn. Divê bi baldarî statuya Herêma Kurdistanê bê parastîn. Hewldana hilweşandina vê statuyê, ancax karê hêzên dijî kurd, dijî Kurdistanê ye.”

Beşek  nivîsa Beşîkçî bê analîz kirin, diyar dibe ku  bes nêrîn û analîzên xwe pêşkêş nekiriye. Pêşniyarên xwe jî rêz kirine. Gotiye  ku:

1-Divê PKK/KCK bo nasîna serwerîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê dawet kirin.

2-Ger nasneke divê herêmê terk bike.

3-Ger terk neke divê bi sepandina mueyîdeyên îdarî û cezayî ra rû bi rû bimîne.”

HELWESTA MIN LI HEMBERÎ PÊŞNIYARÊN DR. ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ…

Ev helwesta Dr. îsmaîl BeşÎkçî gorî bawerîya min xwediyê kêmasî be jî, helwesta rêzdarîyê ye û zelal e.

Kêmasîya Dr îsmaîl Belşîkçı ew e ku ew dibêje em carek din, serwerî û desthilatdarîya Dewleta Federe ya Kurdistanê bînin bîra PKKê, pişt re ji bona terkirina PKKê bila biryar bê dayin.

Ez û gelek kurdpewer, 400 kurdên nivîskar, ronakbîr, rojnamevan, hiqûqzane, jin û merên karmend, siyasetvan dibêjin ku êdî mesele ji merhela balkişandinê derbas bûye. Lewra 30 sal e ku bala PKKê tê kişandin. Lê PKKê her demê êrîşên xwe zêde dike. Encama van êrîşan bûye sedem ku bi hezaran pêşmerge şehîd bibin.

Ew pêşniyara balkişandinê, niyeta însanî ya baş û kurdewarî ye. Lê PKKê her dem vê niyeta baş îstîsmar dike. Zirarê dide Dewleta Federe ya Kurdistanê. Nûha jî mijar hatîye wê qonaxeyê ku PKKê dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rake.

Loma ez dibêjim ku pirsgirêk di xala duyemîn û seyemîn de ye. Ez di wê  bawerîyê de me ku PKKê xala duyemîn jî cîbicî nake.  Dewleta Federe ya Kurdistanê jî terk nake.

PKKê xwe ji şer re amade dike.

Divê Dewleta Federe ya Kurdistanê jî xwe bi her awayî ji şerê PKKê û tîfaqkarên wê û palpiştê wan dewletên kolonyalîst re amade bikin.

 BEŞÎKÇÎ DEMA JI PKKÊ RE ALÎKARÎ KIR XWE KUŞTIBÛ, NUHA JI NÛ VE RABÛ SER PIYAN  

PKKê  bi rêya Yeko Adil di  “Ozgur Polîtîka”yê de  êrîşî civaknas û kurdolog Îsmaîl Beşîkçî kir. Beşîkçî  tewanbar kir. Lê di nasnameya Dr. Îsmaîl Beşîkçî de, êrîşî hemû rewşenbîr û siyasetvanên li dij PKKê kir. Got ku: “Beşikçî xwe kuşt!

Pişt re jî derew û bê hirmetîya xwe rêz dike. Rastîyan berevajî dike.

Ew jî baş dizane ku PKKê projeya Dewleta Kenmalîst ya Tirk e. Lê ew dixwaze ku Dewleta Federe ya Kurdistanê hevalbendê Dewleta Tirk nîşan bide.

Ew eleqeya PKKê ya qirêj a Dewleta Îranê, Haşdî Şabî, Dewleta Federal ya Iraqê vedişêre. Ew şerfiroşîya xwe bincil dike, Dr. îsmaîl Beşîkçî wek şerfiroş îlan dike.

 Ev kesa, ji bona derew û terorîzm û xirabiyên PKKê berevajî bike, dinyayê jî dike şahidê derewîn. PKKê bi xwe dibêje: “ku min çekên Haşdî Şabî li xwe kiriye, ez bûme xûlamê wan.”

Nivîskarê xûlam, ev nerînên ji aliyê Dr. îsmaîl Beşîkçî de hatîye ser zimên, derewîn derdixe.

Em li derew û sextekarîya nivîskarên derewîn binêrin:

“ Lê hind kes jî ku Îsmaîl Beşîkçî jî di nav wan de ye, bi daxuyanî û kirinên xwe rasterast xwe dikujin. Ew daxuyanî ji bo kesekî ku hinde êş kişandîye, di zindanan de maye û beşek girîng ji temenê xwe di riya têkoşîna zanistê de feda kiriye, şerm û xebînet e.

“Li pêş çavên cîhanê hemûyî diyar e ku li Başûr kî êrişê dibe ser kê û kê dewleta Tirk a dagîrker li gel hêzên wê yên sîxurî, leşkerî û aborî biriye li ser axa Kurdan bi cîh kirîye. Dîsa diyar û eşkere ye ku ew desthilata ku di hevkariya dijminan de, xwe bi sînor nake ji salên nodî ve çi bi serê Kurdan anîye û tîne. Her wisa, di dîrokê de jî li dijî Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava çi sosretî û komkujî kirine, ew jî baş tê zanîn. Lê li gel van rastîyan hemûyan jî û li gel zelalîya êrîşên dawî yên li ser qada şervanên azadîyê Beşîkçî, dikare mîna hind noker û xwefiroşan êrîşî Tevgera Azadiyê bike û bi wê jî nasekine. Beşîkçî di nivîsa xwe ya dawî de, rasterast PKK´ê bi hevkarîya hêzên weke Heşdî Şabî re tawanbar dike û dibêje, heger PKK desthilata Başûr nas nake û ji wê derê venekişe, divê desthelata Başûr li dijî PKK´ê şerî bide destpêkirin.

“Ev ji bo kesekî ku bi îdîaya zanist û zanyarîyê radibe şermek e mezin e. Divîyabû Beşîkçî weke Tirkekî dostê Kurdan, di vê babetê de bê alî û ji bo avakirina aştîyeke navxweyî bixebitiya. Diviyabû Beşîkçî, berdevkîya KDP´ê û ti hêzên siyasî yên Kurdan jî nekira. Diviyabû Beşîkçî, weke kesayetîyekî pêbawer ji bo hemû Kurdan, li cihekî taybetî bisekinîya. Lê mixabin nivîsa wî, ji cewherê ve, li dijî şoreşê ye û weke belavoka PARASTÎN û MÎT´ê encam dide.”

Nivîskarê xûlam, di dawî de dibêje ku: “Mixabin, Beşîkçî, bi daxuyanîya dawî, ket xizmeta şerî û ji aliyê manewîyatê ve xwe kuşt. Ev şer jî tenê bi kêrî dijminan tê.“

Beşîkçî xwe nekuşt, wek kesekî bi wîjdan û kurdolog û kurd-Kurdistanî hez li hemberî xirabîya PKKê helwest nîşan da.

Dema ku Dr. îsmaîl Beşîkçî ji PKKê re piştgir bû, ew li ser serên hevalbendên PKKê bû. Lewra wê demê, bi hezaran ciwan ji PKKê re dabû qezenç kirin. Gor bewerîya min, wê demê Beşîkçî xwe kuştibû. Lê piştî demekê, dema dît ku eleqeya PKKê bi Kurd û Kurdistanê ve tune ye, ji nû ve  vegerîya rastîya xwe. Ji Kurd û Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê re xwedî derket.

Diyarbekîr, 35 Aralık 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *