REWŞA TEVGERA KURDISTANA BAKUR YA SALÊN HEFTÊYAN

Hetanî ku em dîroka xwe ya nêzîk û dûr di ber çavan re derbas nekin û li bêjinga rexnê nexin, ji niha û pêve jî em nikarin gavên bi sihet bavêjin.

Gava ku em li dîroka xwe û ya bav û kalên xwe dinêrin, egerê bindestîya gelê Kurd, têkçûna bi sernekitina têkoşîna rizgarîyê, bêtifaqî û bêahengîya hêzên Kurd bûye. Divê em egerên neyekîtî û nehevkarîya hêzên Kurd derxînin holê.

Di dîroka gelê Kurd de, mîr, axa an serokê eşîrekê, heta gengazbe, seroktî û rêbertîya yekî din nepejirandîye. Em bala xwe didin sitranên dengbêjan jî, em digehîjin ku ji bo nakokîyên herî biçûk jî, sergirdên civata Kurd êrîşî hev kirine, xwîna hev rijandine. Lê wek minaka dewleta Med, kîjan gavê di nav eşîret û mîrîn Kurd de yekîtî û hevkarî çêbûbe jî, wê gavê gelê Kurd dewlet û împaratorîyên bi hêz saz kirine û li der û dora xwe jî serwerî kirine.

Rast e, rewşa Kurdistanê ya aborî, jeopolîtîk û jeostratejîk bûye egerê êrîş, talan û dagîrîya Kurdistanê; lê gel û hêzên Kurd, li gorî vê rastîyê tevnegerîyaye û xwe bi rêxistin nekiriye.

Carina ez ji xwe dipirsim, dibêjim gelo, ji bo ku gelê Kurd neketa rewşa îro, ji bo yekbûn û desthilatîyê, divîyabû hêz û serokên Kurd li hemberî hev zor û şîdetek dijwar bi kar baniya. Gelo bêşensîya me, di seranserê dîrokê de, an ji 200 salî virde, derneketina Cengîzxanek, Napolyonek an Bîsmarkekî Kurd bû(!) Gelo Bedirxan, Şêx Mahmûd an Berzanî xwestin vî rolî bilîzin, lê ji wan re pê nehat!

Di salên 70 an de, ji bo ku em tevgera Kurd li ber çavan raxin, divê em li ser çend xalên girîng rawestin:

  1. Rola Bloka Sosyalîzma Reel û bandora wê ya li ser tevgera Kurd ya netewî.
  2. Tevgera M. Berzanî û têkçûna wê ya 1975 an.
  3. Bandora çep û çepelên tirk li ser tevgera Kurd.
  4. Lîstikên dijmin yên li hemberî gel û hêzên Kurd.

Di van salan de li Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn û li Emerîka Latîn bi hevkarî û piştgirîya Bloka Rojhilat, li hemberî serwerîya Emperyalîzm û Kolonyalîzmê, tekoşîna gelan yên rizgarîyên netewî û şoreşên civatî bilind û gûr bûn. Ev jî di du waran de bandora xwe li gelê Kurd û hêzên wî dikir: yek di warê îdeolojîk, ya din jî di warê rizgarîya netewî bû. Di herdû waran de jî em bi şûnde bûn û di nezanîna rastîya rewşa xwe û ya sosyalîzma reel û ya cîhanê de bûn.

Berî hertiştî nakokîya me, ya diviyabû ku em pêşî çareser bikin, rizgarîya netewî bû; lê na, me sosyalîzm xist ser û binê her tiştî. Ya duduyan jî, ji ber berjewendî û nakokîyên di navbêna her dû Blokan de, Sovyetê fêda xwe di piştgirî û hevkarîya hêzên gelê Kurd de nedît û tu carî dostanî rê tevgera Kurd neda. Berevacî vêna her tim hevkarî û piştgirîya dewletên mêtinkarên Kurd dikir. Lê giranîya hêzên Kurd nedixwestin vê rastîyê bipejirînin.

Li gorî min sosyalîzm ne felsefak şaş e û divê her merivê ku li hemberî neheqîyê be û hevalê kedkaran be û wekhevîya mafê mirovan biparêze, sosyalîst be. Lê divê meriv tu carî sosyalîzmê li zerara gelê xwe neparêze. Ku gelê min tev qir bûye û ji holê rabûye, ez’ê çi bikim bi sosyalîzmê; êdî ji bo min mirovahî namîne.

Ji ber bawerîyên îdeolojîk û nakokîyên nav sosyalîzma reel, him em ji gelê Kurd û çînên nav civata Kurd bidûr ketin û him jî hêzên Kurd ji ber nakokîyên sûnî parparî bûn û bi hev ketin. Ev rewşa trajîkomîk li hesabê dijminê me jî dihat û herhalde ew dijminan, dirêj dirêj bi me dikeniyan.

Piştî têkçûna serhildanên Kurd yên li hemberî komara Kemalîst ya faşîst û mêtinkar, tevgera Kurd li bakurê Kurdistanê derbek ku 30 salî sermest û gêj bibe xwar. Lê di vê navbênê de, li başûr û rojhilatê Kurdistanê tevgera Kurd berdewam dikir. Piştî xerabûna Komara Kurd ya Mahabat û mana M. Berzanî  û pêşmergên wî li Sovyetê ya 10 salan û di 1961 de, bi serokatîya Berzanî û di pêşkêşîya PDK Iraq de destpêkirina şerê çekdarî û hetanî 1975 an ku li Başûrê Kurdistanê şoreş têk çû, çavê gelê Kurd yê li her çar perçên Kurdistanê, bi giranî, li tevgera Berzanî bû. Lê piştî têkçûna şoreşa Berzanî, tevgerên Kurd berê xwe dan bi alî sosyalîzmê û tevgerên welatên serdest yên komunist.

Mîna ku bi daxwaza Kurdên welatperwer yên parçeyên din û bi dîrektîfa M. Barzanî li parçeyên Kurdistanê yên din jî li ser programa PDK I, PDK hatin avakirin. Helbet di 1964 an de, bi qetandina Telebanî û çepên din ji PDK I ve, pêşî bandorek mezin nekir, lê piştre û bi taybetî di salên 70 yan de wek îdeolojîk, piştî têkçûna tevgera Berzanî jî, ji sala 1975 an de, rêxistinên Kurd yên sosyalîst û netewî hatin damezirandin.

Çepê tirk bêîstîsna, hemû di bin bandora kemalîzmê de (bûn)ne, an rasterê Kemalist in; di hundirê xwe de û bi eşkeretî tu car tevgerek Kurd ya serbixwe nepejirandin û hîna jî napejirînin. Çepê tirk, ji dewleta kemalîst ya nîjadperist û çepel bêtir, li hemberî tewletek Kurd ya federal an serbixwe ye. Yên herî başên wan, radestîya Apo ya ji dewleta tirk û parastina Kemalîzma ku hemû gel û çandên Anatolya’yê înkar û qir kirîye, bi kêf û ji dil û can himbêz dikin. Tevgera Kurd ya çep jî, di bin bandora çepê tirkan û Çîn û Sovyetê de bû. Weke Filistînîyan û Ereban heroj em dikuştin, me jî her belevoka xwe bi piştgirîya Filistînîya û neyartîya Îsraîlê dixemiland. Me Sovyet û Çîn hevkarên xwe yên ideolojîk û stratejîk didît. Ji xwe hayê Çîn ji me tunebû û Sovyet jî, li hemberî Kurdan, hertim vekirî alîkarîya Kemalîstan û Ereban dikir.

Ji xeynî îstîsnayekê, ji ber bandora bişavtina Kemalizma faşîst û bandora çepên tirka, zimanê tevgerên Kurd yê nivîsê, sîyasetkirin û propaganda bi tirkî bû. Ev jî tiştê ku Kemalîzma nîjadperist, tevlî ku bi qanûn jî Kurdî qedexe kiribû û nikarêbû vî zimanî ji devê gelê Kurd derxe û gel bi tirkî bide peyivandin, lê çi mixabin “şoreşgerên Kurd” û li ser navê rizgarkirin û serxwebûna Kurdistanê li nav gelê ku xweşikî bi tirkî nizanîbû, bi tirkî propaganda dikir û belavokên bi tirkî nivîsandî, li gel belav dikirin. Loma gel û wan “şoreşgeran” jî tiştek ji hev fam nekirin. Ji xwe armanca dewleta Kemalîst û ya çepê tirk yên çepel(şoven) jî ew bû.

Kurteçîrokek Melayê Meşûr hey e; ez bawerim hûn tev dizanin: Qey rojekê diz dikeve mala wî û malê dişêlîne. Cîran û gundî dicivin, her yek şaşî û kêmanîyek Mele dibêjin, yek dibê; “Çima te derî, yê din divê çima te paca xwe baş negirtîye” yek dibê; “çima tu bi xwe nehisiya” û werê her yek ji xwe re tişkî dibê. Melayê Meşûr dibê; “şêlandina mala min, tev sûcê min e, ma qey tu sûcê vî dizî tune ye!”

Gava em xwe û dijminê xwe beranber bikin, bi her warî dijminê me, ji me zanetir, pêşdetir û bihêztir e. Dijminê me xwedîyê pere, zanîngeh, hêzên parastinê yên eşkere û veşartî, teknolojî, çekên modern, tecrûba sedsalan ya sîyaset, rêvebirî û leşkerî ye û ya girîng jî xwediyê meşrûîyetek navnetewî ye; endamê sazîyên navnetewî û di rêya endametîya Yekîtîya Ewropa de ye.

Gava ku em berjewendîyên dewleta tirk yên di Kurdistanê bidin bala xwe, em baştir bigehîjin bê ji bo ku Kurdistan ji destê vê dewletê dernekeve, çi ji destê wê were wê bike. Ji xeynî girîngîya Kurdistanê ya jeostratejîk û jeopolîtîk, aborîya tirkî li ser pişta Kurdistanê û gelê Kurd dimeşe: petrol, komir, elektrîk, maden û zad û keda mirovên Kurd yên herî girîng in. Petrol nebes bû, vêcarê girîngîya avê bû bela serê me.

Erê, gava ku di salên 70 an de tevgera Kurd pêşde diçû û geş dibû, tewleta tirk jî li hemberî vê tevgerê şêwir û tevdîra xwe dikir û pêşîlêgirtinên xwe digirt. Ji xwe, sîyaseta dewleta Osmanî jî, ya bingehîn; “berahev bide, birbirî bike û di bin nîrê xwe de bi rêve bibe.” Hetanî salên 70 yan, dewleta tirk, bi rêya axatî, terîqet û mezhebî û gelek awayên din gelê Kurd bera hevda û bi hev da kuştin. Vêna di salên 70 an de li Mereş û Meletê bikar anî, lê ji bo ku nikarîbû li hemûyê Kurdistanê bikar baniya, vêya jî bi rêya sîyasetê pêk anî:

Bi armanc û programek ku hema hema hemû partîyên Kurd yên şoreşger diparast PPK ava kir û derxist holê. Ji bo ku bi çek û leşker êrîşî tevgera Kurd bike û wê bieciqîne û birûxîne, li gorî ku Apo jî mukur tê, dewletê sê salan pere û çek da PKK û ew bera pêxîla tevgera Kurd da û tevgera Kurd bi destê Kurdan terorîze kir. Peyvek berpirsên dewleta tirk ya meşûr hey e, dibêjin; “Îtî îte qirdir!” Dewleta tirk, li ser me pir vekirî eynî vê polîtîka meşand; loma me bera hev da, parçe kir û ji hêz de xist. Piştî ku wê demê karê xwe bi Apo qedand jê re got; “Ka hela aniha tu xwe bide alî, hîn karê me bi te neqediyaye”, bi 12 Îlonê re, êrîşî tevgera Kurd kir û hêzên Kurd ji hev tar û mar kir û hemû gelê Kurd di bin postalên leşkeran de ecikandin, bi îşkenceyên dijwar, kezeba wan di devê wan re derxist.

Lê hîn karê wan bi Apo neqedîyabû; çimkî li parçeyên Kurdistanê yên di bin destê Sûrî, Iraq û Îran tevgera Kurd berdewam dikir; diviyabû ew jî bi awayekî bihata vetisandin û hêzên Kurd yên li wan perçeyan ji holê rabaya. Ya girîngtirîn jî, li Kurdistana Bakur hîna karê wan bi Apo neqediyabû. Hîn civata Kurd li ser hev bû, li gund û bajarên xwe bû û ji %80-90 hîna bi Kurdî dipeyivî; loma diviyabû ev netewe ji holê rabaya û ji bo dewleta Kemalîst carek din nebe xeter!!!

Birano, ev dawîya ku îro em geîştinê encama vî planî ye. Lê Tolstoy dibêje: “Tu planên leşkerî, wek armancî naçe serî.” Ez vêna “civatê” jî lê zêde dikim. Ji me re surprîzek çê bû; û Emerîka li gorî planê “Sazûmana Cîhanê ya Nû” êrîşî Iraqê kir û berjewendîyên gelê Kurd û Emerîka hevdû girt. Ger em karibin vê rewşê baş bikar bînin, wê şeveq lê bide û roja me di rojhelata navên de dîsa hilê!!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir