Kanada û Fransayê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir

Balyozxaneyên Kanada û Fransayê yên Îraqê êrişa doh bi şev a li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Balyozxaneya Kanadayê ya Îraqê li ser êrişê daxuyaniyek da û got:

“Em êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Ev êrişa li ser gel û binesaziya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.

Dilê me bi hemû malbatên ku di çileya zivistanê de bê elektrîk mane.”

Balyozxaneya Fransayê ya Îraqê jî daxuyaniyek belav kir û anî ziman:

“Balyozxaneya Fransayê ya Îraqê êrişa şeva borî ya li Qada Gazê ya Kormorê ku bû sedema şewateke mezin û berhemanîna elektrîkê rawestand bi tundî şermezar dike.”

Balyozxaneya Fransayê di daxuyaniya xwe de ragihand ew di vê mijarê de bi Îraq û Herêma Kurdistanê re ne.

Herwiha Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê jî bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û ev êriş şermezar kir.

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *