Birakê Ker(*)

JI BO SERPÊHATIYA BIRAKÊ KER PÊŞGOTINEK

Weke tê zanîn, bi Peymana Lozanê, dewletên wek Brîtanya (Iraq), Fransa (Sûrîye), Tirkîye û Îran Kurdistan di nav xwe de kirin çar para.

Bi vê parkirinê re êl û eşîr, gund û bajar, ax û zevîyên Kurd jî hat parçekirin. Loma li her çar parçeyên Kurdistanê, destê bav, dê û zaroyan, xweh û biran, kal û pîr û nevîyan, ap û biraziyan, xal û xwarzêyan, xaltîk, metik û mixaltîyan û hemû lêzimên Kurd ji hev qetandin.

Bi taybetî dewleta Tirk ya mêtinkar, ji bo ku Kurdên nav xwe bibişêve û bike Tirk, gelek zordarî û çavsorî li gelê Kurd kiriye: ji bo ku pêwendîyên Kurdên di bin dagîrîya xwe û yên li parçeyên din ji hev bibire, li ser sînorên sûnî ku bêyî îrada gelê kurd kişandibûn nava Kurdistanê, mayîn veda, têldirk kişand, qereqol û kemînên leşkeran danîn. Lê tevlî van hemû astengan, dîsa jî taqeta wan negîha ku pêwendî, dan û stendina gelê Kurd ji hev bibire.

Gelê Kurd, tu demê ev sînor nepejirand, fermana dewletên mêtinkar û dagîrker nasnekir, çûn û hatina xwe berdewam kir. Ji ber çûn û hatina bêqanûnî û bi tahlûke, bi hezaran mirovên Kurd bi gullehên leşkerên Tirk û pêlêkirina mayînan ya seqetbûn û yan jî can dan. Yên ku bixwestina bi rêya fermî biçûna parçeyên din jî, diviyabû yan maldar bana û bertîl bidana, yan jî xizmetkarê dewletê û neyarê gelê xwe bana.

Birakê Ker

Havîna 1979’an bû. Min dixwest ku biçim Binxetê, serdana lêzimên xwe. Ji bo ku biçim binxetê, ji min re du rê hebû: yan bişev min’ê bi rêberên ku bazirganîya sînoran ya çay, tûtin, pez û qumaş, ya “nefermî” dikirin biçûma, yan jî min’ê hevalbendekî dewletê bidîta û bertîl bidayê ku bi rêya wî, walîyê Mêrdînê, ji bo 15 rojan destûra çûna binxetê bida min. Min rêya dudoya bijart û di derîyê Nisêbînê re, tevlî gelek pirs û lêpirsînên karmendên herdu derîyan û bertîlên cûrbicûr, ez derbasî Qamişlo bûm.

Lêzimên min bi kêf û germî pêşwazîya min kirin. Li Qamişlo jî mîna Qosar û Nisêbînê herkes bi Kurmancî dipeyivî. Li vir tiştên ku bêtir bala meriv dikişand, li ser mirovan kiras, destmal û egal di giranîyê de bû. Nivîsandina navê dera û ser lewhan bi erebî bû; kuçeyên Qamişlo bi piranî, rast û di ahengekê de bûn. Tiştên din, pir hindik dişibihîn hevdû. Lê min werê his dikir ku min digot qey ez çûme dunyayek din! Ji bo ku min û mirovên xwe qet hevdû nedîtibûn û ez qet neçûbûm Qamişlo, tevgera civatê, xwarin û vexwarin, axaftin û mîmîkên mirovan her tişt ji min re balkêş û ecêb dihat!

Piştî ku ez sê-çar rojan li Qamişlo mam, ji bo katjimêra min ya xirabûyî, apê min ez birim dikana katjimêrçêkerekî hevalê xwe. Ew bi min da naskirin û got:

-“Ev hevalê min Mele Yûsif e!”

Gava apê min ez bi dikandar dam naskirin, wî jî bi rûkenî û dilgermî destê min hejand, xêrhatina min kir, sendalîyek pêş min kir û got:

-“Kerem bike, rûnê!”

Katjimêrçêker berî ku li rewşa min bipirse, çixarak pêşkêşî min kir. Lê heta wê rojê, tu kesî bi wî awayî cixare pêşkêşî min nekiribû. Çimkî wî merivî, ji ser qozîyek masa terzîtîyê rahîşt heykelekî kerê yê lek û dawîya wê kerê bi alî min vekir, bi tilîya xwe ya nîşanê herdû guhên kerî yê bel pêşde dehf da, terîya kerê rabû û çixareyek qûnpembo di qûna kerê re avêt der û ji min re got:

-“Kerem bike, çixareyek min bikişîne!”

Min çixara xwe girt, lê ez mam sar û behitî. Loma min di dilê xwe de got: “De qey ev qerfek dikandar e!”. Lê min ramandina xwe domand û dîsa min li xwe vegerand: “Vî merivî heta îro qet ez nedîtime û min nasnake, ji bo çi wê henekek wanî bi min bike? Loma bêşik divê egerekî vê kiryarê hebe!”

Bi van ramanan re, min çavê xwe li dora xwe , li hundir dikanê gerand. Min bala xwe dayê ku li gorî karnîşeka dikanê, ev dikanek bi çûk û teng e. Li quncek dikanê maseyek terzîtîyê hebû. Li alîyekî masê, ûtîyek li ser hesinê xwe bû; li alî din jî mezro, xetkêş, meqes û alavên terzîtîyê hebûn. Li pêşîya masê jî, makîneyek dirûnê ya kevn hebû. Li ber camekanê jî dezgehekî katjimêrçêkerîyê yê biçûk û ji camê, tije katjimêrên serastkirinê bûn. Li ber dezgeh jî, palkursîyek bi mînderên biçûk xemilandî hebû. Ez gehîştim ku li wê dikanê, him karê terzîtîyê û him jî karê katjimêrçêkerîyê tê kirin. Lê tiştekî din bala min kişand:

Li ser refikek li jora qunca dikanê ya çepê, heykelekî kerê yê ji tûnc hebû. Ji van heykelên kerê pê ve, li wê dikanê, çavê min ne li wêneyekî, ne jî li heykelekî din ket. Wê gavê min di dilê xwe de got: “Bêguman divê wate û egerek van heykelan hebe!” Loma min zora meraqa xwe nebir û min ji dikandar pirsî:

-“Apê delal, haweyê ku te cixare pêşkêşî min kir, ez şaş û ecêbmayî dam hîştin! Ew heykelê ku li ser wê refikê jî gelek bala min kişand! Çima heykelê ker, lê ne yê kes an tiştekî din?! Divê ku wate û daxwîyanîyek vêya hebe! Heger gengaz be ku tu karibe bersîva van pirsên min bide, him tê meraqa min bibire, him jî ez`ê kêfxweş û şa bibim!”

Mîna ku ew jî li bendî min û pirsek werê be, loma bi vebişirîn û dengekî nizm ku meraqa min zêdetir bike got:

-“Bira dora me xalî bibe û kesek li dikanê nemîne, wê gavê, ez’ê wateya van heykelan ji te re rave bikim!”

Dikandar, mirovekî navosere û sîxboz bû. Bejna wî kin dihat hesêb. Bê simbêl û serê wî heta nêvî ji porweşînê rût bûbû. Çavên wî reş bûn; lê çirûskên zîrekî di çavên wî yên zînde re xwîyabûn. Bi kurmancîyek tekûz û zelal dipeyivî. Gava nerî ku kesek li dora me nema, dest bi çîroka xwe kir û ji min re got:

-“Ez’ê pêşî ji te re serpêhatîyekê bêjim: Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê de, dewleta Fransa, Lubnan dagîr dike. Dagîrkerên Fransî, ji bo ku li Beyrudê strîngehek keştîya, ya mezin ava bikin, ji wan re gelek kevir pêwîst bû. Ji bo ku mecala Fransîyan ne bû ku di demek kin de ewçend kevir bicivînin, wan jî ji gelê xwecî re gotin: `Ji bo ku em`ê sitrîngehek mezin çêkin, ji me re bi heqê xwe kevira bikişînin!` Lubnanîyên ku ev pêşniyara Firansîya li hesabê wan hat, dest bi kişandina keviran kirin. Di wê demê de, merivekî Libnanî yê gelekî xizan hebûye. Ji xeynî kerekî û pê ve tu tiştekî wî tunebûye. Ew meriv jî di dilê xwe de dibê: `Ji bo ku ez rewşa xwe ya aborî rast bikim û hinekî berxwe bibînim, ev kar ji bo min keys û fersendek ku carek din bi dest nakeve!`

“Ew meriv, bi kera xwe dest bi kişandina kevira dike. Merivekî ewçend çavbirçî ye ku vêsîn û bêhnvedanê ne dide xwe û ne jî dide kera xwe. Ne bi şev û ne bi roj tebatî ne dide xwe û ne jî dide kera reben, bêwestan karê kişandina keviran berdewam dike. Tenê gava keviran berhev dike û barê kerê amade dike, an deh deqeyan-çarîkekê xewa xwe dişikîne, tûrê kerê yê kayê ku ew jî bêceh dixe serê kerê. Wekî din tu rehetîyê nade kerê. Heta ku jê tê, bi lez barê kerê lê dike û bi wê lezê jî diçe û tê. Gava ku xewa wî tê jî, ji bo ku zêde ranezê, xwe dirêj nake û venakeve, loma pişta xwe dide kevirekî û çavê xwe digire. Piştî demek kin ku bi xilmaşî xewa xwe dişkîne, dîsa bi lez radibe û kişandina kevirên xwe berdewam dike. Bi vî awayî roj û şev li pey hev derbas dibin. Werê ku êdî tu taqet û derman di lingên kera reben de namîne. Loma ew jî êdî di bin bar de dilerize û dişewişe, giran û bi halekî xirab diçe û tê. Êdî hêdî hêdî  ferên çavên wê jî melûl û qels dibin. Ewçend lawaz dibe, êş û jan dikişîne ku xwedîyê kerê nizanîbû av e, an hêstirin ku xwe ji wan çavên wê yên melûl bera xwar didan.

“Cara dawîn xwedîyê kerê bala xwe dayê ku ruh û zîndebûn bi kera wî de hat û di bin barê keviran de bi lez dimeşe. Werê ku xwediyê wê, pêre nagihîje ku pêre bimeşe. Mêrik pêşî li rewşa kera xwe şaş û ecêbmayî dimîne; piştre bi kêf û dilxweşî ji xwe re dibê: `Herhalde dilê xwedê bi xizanî û belengazîya min şewitî, loma taqet û derman xist lingê kera min ku werê bi lez û bez dimeşe!`

“Gava ker digehê strîngehê, xwediyê kerê her çend dixwaze wê li cihê ku kevir lê vala dikir bide rawestandin jî, lê ker nasekine, bi lez berê xwe dide deryayê û dibê gurim û xwe di avê werdike. Ji bo ku nefetise jî bêşik tu berxwedan û hewldanê rê nade û ker xwe dikuje!”

Piştî ku dikandar serpêhatîya xwe qedand, mîna ku gotina xwe di serê xwe de biwezinîne, hinekî bêdeng ma; bi mahdekî tirş û rûyekî xemgîn xeberdana xwe domand:

“Ez dibêm ku ew ker, ji me Kurdan mêrxastir bû! Ew ker, bi heywantîya xwe, zordarî, êş û tadeyîya ser xwe nema ragirt. Bi xwedîyê xwe nikarîbû, lê bi xwe karibû û jîyana wê bi wê ve girêdayî bû. Gelo em Kurd, ma ji wê kerê bêtir nayên bikaranîn û eciqandin! Ma ji wê kerê bêtir zulm, zor û tadeyî li me nayê kirin; em îrade û mêrxasîya kerê bi xwe re dibînin ku em xwe bikujin, yan bidin kuştin jî?!…”

Di vê navbênê  de xortek, çentakî sixtiyan li milê wî ket hundir dikanê. Dikandar ji bo ku min û xort bi hev bide nasîn, destê xwe ber be xort vekir û ji min re got:

-“Ev lawê min Azad e. Di şîrketek petrolê ya Îtalî de karmendê tenduristî ye!”

Piştî ku min jî pê da naskirin, me jî bi destê hev girt û merhebayî da hev. Min jî spasîya xwe bi vebişirînek germ ji dikandar re dîyar kir. Min bala xwe dayê ku li ser kunya di qevdika destê kurê dikandar de jî “AZAD” hatiye nivîsandin. Piştî hevnasîya me; Azad çentê xwe şanî bavê xwe da û jê re got:

-“Bavo, divê sib na dusib ez herim ser karê xwe; lê binê çentê min çirîyaye divê bêt dirûtin. Ez çûm cem kîjan dikanê jî, tu kesî ji wan, çentê min nedirût. Ez jî li xwe mame heyirî, ez nizanim bê çi bikim!”

Ew jî bîstekê ramîya û bersîva lawê xwe da:

-“Binere lawê min, li serê kuça Merwanîyan solçêkerek hey e. Tu here cem wî solçêkerî jê re bêje: Birakê te yê “Ker” ez şandime. Ez lawê wî me. Bavê min got: `ku vî çenteyî bidê, bira ji te re bidirû`. Ger ku karibe, wê vî çenteyî ji te re bidirû!”

Piştî ku lawê dikandar rahîşt çentê xwe û çû, dikandar li min zîvirî û axaftina xwe ya di derbarê kerê de berdewam kir:

-“Birazîyê delal, mezîyet û hêjayîyên kerê yê ku em kurd jê dersan derxin pir in! Wek mînak: rêya ku ker carekê tê de bikeve, carek din tu serê wê jî jêbike, ew nema di wê rêyê re dimeşe. Hela bala xwe bide me Kurdan, rêya ku ne carek bitenê, heyştê carî em tê de dikevin, em dîsa jî di wê rêyê re dimeşin! Dîroka me bi van mînakan tije ye! Ma ne heyf û xebînet e!

“Ya din jî gava hinek mirov halana di xwe hildidin, xwe mîna şêr û pilingan didin rêdan; yan nav, piştnav û laqabên şêr û pilingan li xwe û zarokên xwe dikin, lê tu kes navên keran û bergîlan li xwe nake. Gava em bidin bala xwe, şêr jî heywan e, ker jî; çima navê şêr layiqî xwe dibîne, lê yê kerê layiqî xwe nabîne?

“Gava em lêkolîna egerê vêya bikin, em hîndibin ku bingeha vê têgihîştinê, di pêwendîyên me yên civatî de veşartîye: weke tê zanîn, ji demek pir dûdirêj de civat bi çînan hatîye parvekirin, loma têgehîştin û rûmetvedanên mirovên vê civatê jî li gorî pêwendîyên çînên vê civatê pêkhatîye. Çîna serdest, çawa ku serwerî û rêvebirîya civatê dike, li gorî berjewendîyên xwe bîr û bawerîyan diparêze û vêya bi her rêyê, bi temamê civatê dide pejirandin. Wek mînak: gava di civata me de tu ji mirovekî re bêje, tu mîna filan axa, beg an paşayî ye, merê bibîne ku ew mirov, wê ji xwe re mîna şerefê, pesinandin an mêrxasîyê bibîne.

“Lê berevacî, mirov ji wî merivî re bêje, tu mîna filan rêncberî, şivan an gavanî ye, em baş dizanin ku ew mirov wê vêya ji xwe re mîna sixêf, biçûkxistin û bêşerefîyek mezin bibîne; belkî xwe hêrs bike û reaksîyonek mezin jî bide rêdan. Çima ku axa û paşa destên xwe nadin kar û xebatekê, ser de jî, bi giranî kedxur û heramxur in, stemkar û mafnenasin, fesad û xwedîyên karên xerab in û herdem devê wan di xwîna gel de ne.

“Mîna axa û paşa, şêr û pling jî êrîşkar û xwînrij e. Tu fêda wan ne li heywanan, ne jî li mirovan hey e. Ji bo xwe têr bikin, ew jî seyda candaran dikin û wan ji hev parçe dikin, bi goşt û xwîna jîndaran dijîn.

“Lê ker jî mîna şivan û gavanan, heywanekî kedkar e. Her roj ji sibê heta êvarî, ji mirovan re kar û xizmetê dike. Bi ser de ku mirov kerê ewçend ji xwe re dixebitîne, xweşikî hinek êm û kulmek ceh jî nadinê. Wê bera çolê didin. Ew bi serê xwe diçêre û gava dibe êvar jî, mîna ku ferdekî wê malê be, bi sernermî û bi lingê xwe tê devê derî.

“Loma ez lixwedanîna navê `ker` ji yê şêr çêtir û bi şereftir dibînim. Ji aniha û pêve tu jî kare ji min re bêje BIRAKÊ KER!”

Xidir USO

(*) Ev serpêhatî pêşî di kovara Wate de hatîye weşandin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir