TÊKOŞER Û HÊJAYÊ DOZA NETEWÎ M.HADÎN DAĞHAN

Ji şîret û gotinên bav û kalan, ji tecrube û dîroka mirovahiyê, heta îro tiştên fêr bûme, jiyan wargeha êş û şahîyê ye. Carnan mirov bi tiştekî biçûk şad dibe; carnan di nav kûraya fikir û ramanan de, li pey xewn û hêvîyan dikeve nav ewrên xemgînîyê.

Mirov, malbat, eşîr, civat û netew, weke werîsê jîyanê, mirov bi hev û bi malbata mirovahîyê ve girê dide. Ji roja dayîkbûnê heta roja mirinê herkes li gor para xwe tama êş û şahîyê distîne/dikişîne û di bin wî barî de dimeşe.

Ji ber vê yekê ez dikarim bêjim jîyan, deryaya çîrokên serpêhatîya mirov e. Îroj ez dixwazim hinek hestên xwe yên hestîyar bi we re par bikim û di derheqê serpêhatîya xwe de wêneya rûpelekî nîşanî we bidim…

Carnan bûyerek, biryarek an gavek, rêgeha jîyana mirov diguherîne. Li ser wê rêgehê çîrokên nû, hevalên nû der û dorek nû derdikeve pêşîya mirov. Di nav ba û bahozên xirabîyê de, di bin bandora nezanî û kevneperestîyê de, li ber lehîyên zilma sîstema desthilatdar de, mirov dijminên xirab dibîne, bi wan re dikeve nav têkoşînek giran.

Şerê başî û xirabîyê, dost û dijmin bi mirov dide nasîn. Dijmînatî rûpelek reş û xirab e, mirov pirî caran naxwaze bibîr bîne. Lê hevaltî û dostanîyek zelal û bêhesab mirov bextewar dike, serbilind dike û şaxên biratîyê geş dike!

Sibê çil rojîya hevalê min ê ezîz Kekê Hadîn e. Ez dixwazim di derheqê jîyana wî de, derheqê têkoşîn û hevaltîya wî de, bi we re hestên xwe parve bikim.

Nasîna min û Hadîn DAĞHAN piştî erdhêja Licê, payiza sala 1974 an destpê dike. Piştî erdhêjê dewleta tirk zarokên herema Licê, Pasûrê û Karazê yên xwendevan şandin dibîstanên nişîn a herêmî ku jê re digotin “Yatlı bölge okulu.” Ev dibîstan piranî li bajarên Kurdistanê bûn; yekem armancên wan zarokên Kurd ji malbatan bigirin û di wan dibîstanan de perwerde bikin û bikin “Tirk!” Bi gotinek din cîhê bişavtin û Tirkbûnê bûn.

Di 13 salîya xwe de, ji pasûrê beşek xwendevan şandin Meletya. Ji gundê xirûcê em şeş heft kesbûn. Ji bilî me hinek xwendevan şandin Wan- Gevaşê, hinek şandin Erziromê, hinek şandin Êrcîsê û hinek cîhê din.

Bavê min, ji ber ku bi birayê min yê biçûk re çûbû Gewaşê, ez û zarokên gundîyan tenê em çûn Meletya. Di nav me de, zarokên herî mezin 15 salî bûn. Em hemû zarokbûn û cara yekem bû ji gund derdiketin diçûn bajarên mezin!

Em çûn dibîstana “Eski Malatya yatlı bölge okulu!” Dibîstan li dervayê navçê çêkiribûn û weke wargehek leşkerî bû. Derûdorên wê bi dîwarên mezin hatibû dorpeç kirin. Em zarokbûn, ji gund derketibûn hatibûn bajarekî dûr. Kesî nasnakin, ne dê, ne bav, ne gundî, ne jî xizmekî me hebû. Di bin hestên xerîbîyê de, em zarokên ji Dîyarbekir hatibûn bi hevra bûn malbatek. Hejmara me derdora 90 kesî bû. Piranî ji gundên Licê bûn; dûre, em hemû weke kesên sewî li hev xwedî derdiketin. Licê, Pasûr, Karaz bûbû Dîyarbekir.

Min Hadîn Daghan li wir nas kir. Em bûn heval, em bûn bira, em bûn şoreşger, em bûn welatparêz û em bûn têkoşerê rizgarîxwazên netewa Kurdistanê.

Ji roja çûyina Meletyê heta em ji wir vegerîyane, me li dibîstana Meletyê ji mamostên nijadperest û ji faşîstên hov gelek tadayî dît.

Em zarok bûn, haya me ne ji komünistan ne jî ji fasistan hebû. Tenê me zanibû em Kurd in û hatine ferî Tirkî bibin. Lê her roj êrîşî hevalekî me dikirin. Lêdan û tadayî li me dikirin. Ji me re digotin: “Komunîst!” Lê me nizanibû wateya wê çi ye? Carnan bi durişmên: “Dîyarbakır komünistlerin yuvası!; Malatya ülkücülerin yuvası!” êrîşî me dikirin. Bi kulman, bi kevir û daran em bihev diketin. Carnan bi kêran êrîş dikirin!

Ji bo nivîs dirêj nebe, ez naxwazim zêdetir bêjim. Lê li Meletya me gelek êş û tadayî dît. Ji bo ku min Hadin, Edip û du hevalên din bi serkêşîya zarokan tawanbar dikirin û me di nav pefçûnan cîh digirtin, xwestin me biqewirînin. Lê belê hevalên din berxwedan nîşan dan û gavên paş bi rêvebirîya dibîstanê dan avêtin! Me li wir, cara yekem dît ku rêxistinbûn, bi hêzbûn e û xwedî bandor e! Gava yekîtî hebe, tu hêz nikare bi mirov!

Em du sal li meletya man, dibîstana navîn qedîya, em bi hevra hatin Diyarbekir. Min qeyda xwe li dibîstana Lîsa Diyarbekir çêkir. Hadîn li dibîstana Zîya Gökalp û Edip jî li “Meslek sanat lisesi”qeyda xwe çê kiribû. Ew hevalên me yên din jî weke me li dibîstanên Diyarbekir qeyden xwe çê kiribûn.

Şûna em zarokatîya xwe bijîn, dewleta dagirker û xulamokên wan, bi lêdan û pefçûnan, kirasê çepîtî û şoreşgerîyê danîbûn ber me. Em kurd bûn, li dijî faşîstan şoreşgêr bûn û me serî neditewand! Êdî em weke kelemên tûj, di çavên dijmîn de bûn!

Li Diyarbekir, gava dibîstanan dest bi perwerdê kir, me dît ku hevalên ji Meletyê hatine, hemû bûne şoreşger û têkoşer; di nav refên rêxistinan de cîh girtine. Lê bi giranî em dilsoz û berendamên partî demokrat, şagirtên Mele Mistefa Barzanî bûn. Weke têkoşerê rizgarîxwazên netewa Kurdistan, em hevrêyên hev bûn!

Piştî şikestina şoreşa 1975 an, ji başûr pêşmergên birîndar û nexweş hatibûn bakûr. Di salên 1976 an de, hemû hêz û rêxistinên bakûr li dijî partî demokrat helwest girtibûn û bi rexnên tund ew tawanbar dikirin. Hinekan bi nameya Kissînger êrîşên bêahlaq li dijî mele Mustafa Barzanî dikirin. Rêxistin û partîya me, weke mertalê zîndî li dijî wan neheqî û êrîşan radiwestîya û bersîva wan dida. Ji alîyê din de piştgirîya başûr dikir, li ser sînor derbaskirin û bi cîhanîna pêwîstîyên wan, derman kirina birîndaran, derbaskirin û şandina dervayî welat… Pasaport û hwd. erkek netewî bû, rêxistina me ev erk girtibû ser milê xwe, îmkanên xwe seferber kiribû.

Li Dîyerbekir mala xalê Hesenê Fîsî, mala Mele Bahrî Dağhan û çend malên din cihê pêşmergeyên birîndar û nexweş bû. Mele Bahrî birê kekê Hadîn yê mezin bû. Piştî dibîstan diqedîya, ez û Hadîn bi hevra em dihatin, me ew pêşmergên nexweş an birîndar dibir nexweşxanan, piranî jî dibir fakulta TIP ê. Li wir hevalên xwendevan, doktorên qenc û welatparêz didîtin, me wan dibir derman dikir. Ji ber bi Tirkî nizanibûn, em bi wan re diçûn û me digot: “apê me ye, xalê meye, ji gund hatîye, bi Tirkî nizane!” Pirî caran pirsgirêk derdiketin, lê bi alîkarîya hevalên fakultê ew pirsgirêk çareser dibûn. Yek ji wan hevalan jî Hesenê zerik bû.

Di serê sala 1980 an de, di pefçûnek çekdarî ya bi hêzên ewlekarîya dewletê re, ez û du heval hatin girtin lê Hadin û çend hevalên din xilas bûn. Em çûn zîndanê, Hadîn û hinek hevalên din bûn “mehkûm!” Dewlet avêt ser mala wan, herdû birayê wî û birazyîyê wî girtin, demek şûnda wan berdan!

Li ser biryara rêxistinê, piştî 12ê îlonê Kekê Hadîn Dağhan û hinek hevalên din çûn bin xetê. Demek li Surî û derdora Lubnanê man. Perwerda peşmergetî û xebatên sîyasî meşandin. Lê ji ber nakokîyên sîyasî û qeyranên rêxistinî gelek zehmetî û tengasî jiyan.

Li alîyekî rêxistinên Filîstînîyan dixwest xortên Kurdan bi kar bînin û li dijî dewleta Îsraîl bidin şerkirin, ji alîyekî din ve, dewleta Surî cîh li wan teng dikir û daxwaz dikir bi muhabaratê re kar bikin. Rêxistina netewperver, ew daxwazên her dû alîyen jî qebûl nekir û hevalên xwe şand başûrê Kurdistanê. Di nav wan refan de hevalê (Dawid) Hadîn jî hebû.

Di nav germaya kar û barên sîyasî de, kek Hadîn weke peşmergeyek bêtirs, li ser sînor diçû û dihat. Hadîn û hevalên xwe çendî car rastî êrîşên hêzên mêtinkaran yên li ser sînor hatine, çendî çar ketine kemîna û gulle li wan hatîye barandin.

Di sala 1983 an de, yekê Gulanê artêşa Tirk sînor derbas kir û êrîş bir baregahên peşmergan. Di wî şerî de pefçûnek mezin derket, mirin û birîndar çêbûn. Pêşmerge Hadîn, weke egîtekî, di wî şerî de cîh girt û li dijî dijmînê hov berxwe da û şer kir.

Demek şûn de, payiza 1983 an de, derbasî bakûr bû û li Diyarbekir hat girtin. Piştî îşkence û lêpirsînên giran biryara girtina wî dan û tevlî hevalên wî anîn zîndana 5 nolu yê. Di zîndanê de em dîsa li cem hev bûn! Wê demê, hevalekî me yê dibîstana Meletya, Eşref Tursûn ji ber îşkencên giran şehîd ket!

Dadgehên awarte yên dagirkeran, di bin navê “sıkıyönetim mahkemeleri” de, di bin fermandarîya kolordûya heftemîn de, bi heyetek ji pênc leşkeran pêkdihat “ceza” dan Hadîn jî. Biryara dadgehê di nav salekî de, ji alîyê yargitaya leşkerî ve hat pesandin. Yargıtaya leşkerî girêdayî artêşa tirkîyê bû.

Piştî biryara pesandina “ceza kirinê” me şandin zîndana bajarê Aydın ê. Dema me birin li ser pira Kırıkhanê ku li ser rûbarê Firatê ye, mekîneya ku em tê de bûn qeze kir, em ji mirinê xilas bûn. Gelek hevalên me birîndar bûn; yek ji wan jî Edîp bû!

Li Zîndana Aydinê em rastî neheqî û zilma dagirkeran û xulamokên wan bûn. Pirsgirekên mezin ji me re derxistin û xwestin em teslîmî wan bin. Lê weke hemû hevalan Hadîn bi helwestek şoreşgerî li dijî bertek û çavsorîyê rawestîya. Di hemû deman de, di nav berxwedan û çalakîyên birçîbûnê de cîh girt. Hevalekî tekoşer, şoreşger û peşmerge bû!

Piştî ji zîndanê derket, demek dirêj bê kar bû. Di dema serokatîya Turgut Atalay de, di şaredarîya Diyarbekir de dest bi kar kir. Lê ji ber nasnama wî ya sîyasî, di hemû deman de rastî neheqîyan hat. Ew kesên li ser navê welatparêzîyê hatibûn hilbijartin, li kesên weke wan ne difikirîn û li wan neheqî dikirin. Hadîn jî yek jî wan mexdûran bû!

Hadin her tim digot: “îşkence û tadaya dijmîn dike, bê minetî ye, ew karên xwe dikin û dijmînatîya xwe didomînin, lê kesên li ser navê gelê Kurd, neheqî dikin, çavsorî dikin, ez tu carî wan efû nakim!”

Bi rastî, nifşê me ne zarokatîya xwe dît, ne xortanîya xwe dît, ne jî navoseretîya xwe dît. Em di zarokatîya xwe de, li ber ba û bahozên dagirkeran ketin, em li ber lehî û babîloskên mêtinkaran ketin, em di kûrahîya gerînoka zilma dijmînê hov de, li pey tîrêjên azadî û serxwebûnê meşîyan. Bi zêdeyî û kêmasîyên xwe, bi zanîn û nezanîya xwe, bi başî û xirabîyên xwe, bi şaşî û rastîyên xwe, em bi doza xwe bawer bûn! Bi dil û can, em bûn xizmetkarê netewa xwe!

Di dema şerê DAÎŞê de, di dema êrîşên Kobanî de, di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de, di dema îxaneta 16 cotmehê de, di dema êrîşên Efrînê de, ez yek ji wan şahidê kelecanî û sekna kêkê Hadîn DAĞHAN û wê pêvajoyê me! Her tim xwedî helwest bû, bawermend û xwedî hêvî bû!

Di pêvajoya referandûmê de, em bi hevalan re çûn Hewlerê, me li wir qezeyek mezin derbas kir, em ji mirinê xilas bûn! Lê belê, şahidîya wan rojên dîrokî, kelecanîya me zêdetir dikir. Kekê Hadîn, bi wê kelecanî û hêvîya rojên azad di cîhê xwe de nedisekinî. Her tim bi hestên coş tijî bû.
Salek berê rojek weke îro, Hadîn Dağhan (15 ê Adarê 2018 an de) rakirin nexweşxanê û doktoran biryara emelîyata mêjî da; lewra di serê wî de “tumor” tespit kirin! Roja Newroz ê girtin emelîyetê, şeş seet di emeliyetê de ma. Piştî analîzên tumorê, derket holê ku pênceşerek gelek xirab di laşê wî de bi cîh bûye. Yazdeh mehên dirêj û giran, bi alîkarî û piştevanîya malbat, nas dost û hevalên xwe di berxwe da. Lê roja 3 Sibatê 2019 an de ji nav me koç kir. Di serî de, ji Azîze, Bawer, Bahoz, Ferda û bira û xwişkên xwe, xarz û birazîyên xwe, xizim û dostên xwe heval û heskirîyên xwe xatir xwest çû cem kêkê xwe Mele Bahrî û Birazîyê xwe hêja Sîpanê pakrewan û bû mêvanê hemû şehîdên Kurdîstanê!..

Berîya ez dawî li nivîsa xwe bînim, ez dixwazim li ser navê malbatê û hevalên Hadîn, bi taybetî liser navê her sê zarok û hevjina Hadîn spasîyekî germî pêşkêş bikim: Di dema nexweşîyê de, di rojên teng û giran de, we me tenê nehîşt, hebûna we, piştgirî û alîkarîya we, alaqe û germaya we ji me re bû moral. Xwedê kêmasîya we ne de û hûn herhebin:
Spas ji bo hemû nas, dost heval û xizmên me!
Spas ji wan kesên peyam şandine, telefon kirine, êş û şîna me par kirine! Ez jî li ser navê hemû hevalên Hadîn ji dost, heval û hizmên Hadîn re spas dikim!
Spasên germî ji bo ew kesên bi piştgirîya maddî û manevî tengasîyên malbatê sivik kirin re!
Bi taybetî ji mamosteya me ya Meletyê Nurten Baltacı re spasîyek germî dikim. Ev mamosta hêja û qedir bilind di dema nexweşîyê de û demên din de, her tim bi me re têkilîyên xwe qut nekir. Di pêvajoya nexweşîyê çendî car telefonî kek Hadin kirîye.

Hadîn DAĞHAN di sala 1960 de (15:01:1960) li gundê Dêrkamê ji dayik bûye. Dêrkam girêdayî navça Licê ye. Destpêka zarokatîya Hadîn li Dêrkamê derbas bûye. Piştî zarokatîyê, ji dema dibîstana navîn heta roja dawî pêwendî û têkilîyên me ji hev qut nebûye. Em hevalê hev, dostê hev, hevrêyê hev û birayê hev bûn!

Ew weke hemû dost û hevalan têkoşer û xîzmetkarê netewa xwe bû. Ew şopgerê Şêx Ubeydullahê Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Saîdê Palo, Seyît Riza, Elî Şêr, Îhsan Nûrî paşa û Mele Mustefa Barzanî bû!

Biborin, ez naxwazim nivîsê zêde dirêj bikim. Min xwest di herheqê Kurdperwerekî hêja û ezîz de hestên xwe bi we re par bikim.

Weke hûn jî dizanin li gor pîvan û adetên civatê, piştî mirina mirovekî, gelek şêweyên bîranînê hene. Lê piranî pîvanên olî li ser jiyana mirovan xwedî erk û bi bandor e! Di civata me de, mirovek di jiyana xwe de, di saxîya xwe de, çiqas pîr û pak be, çiqas hêja be, xwedî karekterek baş be, qîymeta wî pirî caran nayê zanîn. Lê piştî çûyinê herkes tiştekî dibêje.!

Ez di wê bawerîyê de me, kedkar û xîzmetkarên doza Kurd, divê di hemû deman de, cîhê wan bê zanîn û ji keda wan re rêz bê girtin. Hestên me yên hevpar û netewperwer wê her tim rîya me ronî bike.

Cîhê te bihûşt be birayê Ezîz û hêja!

15:03:2019 AMED- Cano AMEDÎ

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir