Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, December 10, 2018

Heta hikumranîya neteweya Kurd li welatê wî Kurdistan neyê qebûlkirin, doza Kurd çareser nabe! 

Pirsên Rojevakurd:

  1. Hûn encamên hilbijartinê li Turkîye çawa dinirxînin û li gor we ew encam pêşbînîkirîbûn?
  2. Encama hilbijartinê çi bandorê li pirsa kurd dê bike, gelo dê rê li pêş pêvajoyek nû veke?
  3. Li  gora we HDP dê bikaribe ji bo çareserîya pirsa kurd rolekî bileyze?

Bersiva Xidir Uso:

Li Ewropa, bi geşbûna sîstema sermîyandarî re, berê netewe çebû, dûv re şoreşên sermîyandar pêkhat û dewleta netewî ava bû, li Tirkîye berevajî vêya, berê dewlet ava bû û dûv re dewletê li ser navê civata tirk, ji xwe re netewe çêkir.

Dewleta tirk, wek dewletek otorîter, nijadperest û mêtinkar, li ser kavilê Îparatorîya Osmanî û ji mîlîtarîzim û brokrasîya Osmanî, bi hevkerîya dewletên emperyal, di nava sînorên ku jê re gotin: “Mîsak i Milli” sazbû. Rêvebirên vê dewletê gotin: “her netewe û hûrgelê di nava vî sînorî de dijîn, ji niha û pêve tirk e û divê ziman, çand û hebûna xwe ya milî û etnîkî ji bîr bike, tevlî tirka, şêweya ziman û alfabe, cil û berg û piştnav û unwanên xwe bavêjin, yên em dixwazin hûnê bi karbînin!” Loma dest bi projeya afirandina mirov û civatek wek ya Ewropî kir!

Heger ji sedî sed wek daxwaza xwe civatek ne afirandin jî ji 35 gel û hûrgelan neteweyek tirk afirandin! Belkî îro li dunyayê, di nav neteweyên herî nîjadperest jî yek jê ev neteweya tirk e! Nîjadperestên tirk yên herî hov û har jî yên bi nîjada xwe ne tirk in; loma nefreta wan li hemberî yên xwe hîna tirk nabînin bêtir e! Ev jî tê wateya ku dewleta nîjadperest û mêtinkar fêde ji vê sîyaseta xwe ya zordarî dîtîye!

Heta sala 1945, bi dîktatorîya yek partîyê ya Partîya Gel ya Komarî (CHP) Turkîye hat rêvebirin. Piştî Şerê Cîhanê II. ji bo dewleta tirk bibe endamê Yekîtîya Miletan û beşdarî sazîyê dewletên emperyal bibe, qaşo demokrasîya Bakur pejirand û derbasî sîstema pirpartîtîyê bû!

Di hilbijartinên 1950 de, gelên di bin zulma dewletê û hikûmeta CHP de hatibû eciqandin, xwezayî Partîya Demokrat (DP) kir desthilat. Partîya Demokrat, ji bo ku li gor bawerî, çand û daxwaza beşek ji gelê tirk tevgerîya, qedexe û guhertinên di warê dînî de serast kir û gelek kiryarên Kemalîzmê/CHP raxne kir, dîktatorîya wan bi lêv kir, loma brokrasî û mîlîtarîzma kemalîst, li hember hukumeta wan cûnta leşkerî amade kir û serokê hikûmet û dewletê wek gef darvekir.

Ji cûnta 1960 de, hêzên ku vê dewleta, mêtinkar û nîjadperest ava kirine, heta îro destûr nedane ku alternatîfek sîyasî yan muxalefetek rastî derkeve meydanê. Loma partîyek ku bi bernameyek bi rastî doza mafê kurd bike jî di van mercan de nikarîbû derkeve holê û ji bo ku derneyê jî dewletê her îmkan bi karanî!

Ji xwe CHP nehatîye guhertin û mîna roja pêşî partîya avakar ya dewleta Kemalîst e! Lê gava di bin seroktîya Recep Tayîp Erdogan (RTE) de AKP ava bû, xwe dijî Kemalîzmê û wek “demokrat” rê da! Gelek rexneyên rast kir û sozên erînê da her alîyekî mexdûr! Hinek kiryar jî pêk anî: mîna mahkûmkirina rêvebirên cûnta 1980yî û guherandina beşekî Makezagonê, darazkirina Ergenekonê û di warê doza kurd de, rakirina qedexeya zimanê kurdî, di hinek zankoyan de vekirina beşê kurdî û TRT Kurdî û despêkirina çareserîya doza Kurd, ji gelê Kurd re jî hêvîyek erênî çêkir!

Lê bi taybetî piştî operasyona zarokên du sê wezîrên AKP (û kurê Erdoxan jî bi wan re bû) ku ji Riza Zarab bertîl girtibûn derket holê û bûyera serlêdana cûnta leşkerî, AKP û R.T.Erdogan 190 derence hat guhertin!

Hikûmeta AKP, ji alîkî bi PKK re şerê Hendekan li darxist deh-duwanzdeh bajarên Kurd hilweşand û wêran kir, gelê kurd perîşan kir û zarokên wan qetil kir, ji alîkî de bi dewletên Îran, Iraq û terorîstên Haşdî Şabî re hevkarîya êrîşa li Kurdistana Başûr kir, ji alîkî de çû Efrîn dagîr kir, ji alîkî ve jî bi bahaneya derbeya leşkerî, çi maf û azadîyek biçûk jî hebû ji holê rakir û dîktatorîyek ji ya cûnta xerabtir tesîs kir!

Piştre jî RTE, partîyên mîna MHP û BBP nîjadperest û dewletvan da tengala xwe çû hilbijartina pêşdem. CHP jî “Iyî Partî” û “Saadet Partî” da tengala xwe! Helbet HDP jî bû hevalbendê wan yê zimnî!

Ji bo gelê tirk, ferqa navbêna AKP û CHP, mîna ferqa di salên 1950 yê navbêna CHP û DP ye. Ji bo gelê kurd jî ferq werê ye. Gelê kurd jî ji bo ku wek netewe ne bi rêxistin e û alternatîfek baştir ji xwe re nabîne, “ehwenî şer” yanî di nava xeraban de tercîhekê dike! Tevlî ku sîyaseta HDP/BDP/PKK li gor berjewendîyên xwe nabînin jî tevlî ku vê carê ji %20 dengên xwe nedan wan jî dîsa beşek ji kurdan wan tercîh kir. Tevlî ku meriv hêvî nedikir ku RTE di cara pêşî de ewçend deng bistîne jî rastîya Tirkîye ev e…

Ez êdî bawer nakim ku RTE, ji bo çareserkirina doza Kurd helwestek erênî rê bide. Heta Makezagon neyê guhertin, sazî û zîhnîyeta dewletê wek berê be, sîstem ketîye çi kirasî ferq nake! Encama vê hilbijartinê, encax wê ji bo serfirazîya heşifandin (asîmîlasyon) û tunekirina Kurdan bandora xwe li ser pirsa Kurd rê bide!

Ji `vekirina rêyekê li pêş pêvajoyek nû` qesta we tam çiye, ez nizanim, lê serokê PKK li ba wan e û di bin fermana wan de ye, kengî bixwazin dikarin şerê di nav xwe û PKK de bisekinînin! Ev şera, îro tenê zerarê digehîna doza kurd û bi gelek warî fêdê digehîne dewleta mêtinkar. PKK, bi şîyar û armanca serxwebûnê dest bi vî şerî kir, lê îro dibên: “em ji bo demokrasîya Tirkîye tekoşîn didin!” Ji xwe di rêya legal de, beşdarî çalakî û rêvebirina dewletê dibin û di hundir qanûnîyeta dewletê tevdigerin; wê dewletê meşrû dikin û meşrû dibînin, wê gavê şerê wan ji bo çi ye?

Heta hikumranîya neteweya Kurd li welatê wî Kurdistan neyê qebûlkirin, doza Kurd çareser nabe!

Lê HDP, mîna liberal û demokratên tirk, çareserîya doza kurd, di demokratîkbûna Tirkîye de dibîne. Ji bo ku ji alî hêz û civata tirk de HDP, wek partîyek kurd yan marjînalên çepgîr yê tirk tê dîtin, di vê rewşê de, tu demê ji %15 denga derbas nake û wek mînaka DP dewleta Kemalîst ya mêtinkar jî destûr nadê! Loma heta HDP, wek partîya marjînalê çepgîr yan peyka PKK ya legal be û bi rastî ne demokrat û xwedîyê îradeyek serbixwe be, ji bo civata tirk jî û civata kurd jî ne xwedîyê projeyên zelal û armancên vekirî be, wê nikaribe ji pirsgirêka Tirk jî û ji bo doza Kurd jî rolekî erênî bilîze! 01.07.2018

Nerîna te