Bi tifaqa netewî , bi ruhê Kawayê Hesinkar divê em li himber zilmê rawestin!

PAKê di şeva 21.03.2018an de li Amedê Newroz pîroz kir. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di vê pîrozbahîya Newrozê de axaft:
Bi tifaqa netewî , bi ruhê Kawayê Hesinkar divê em li himber zilmê rawestin
Weke gelek caran em îsal jî Newroza xwe di bin ewrên reş de pîroz dikin.
Weke gelek caran bi xweşi û nexweşîyên xwe ve em îsal jî Newroza xwe pîroz dikin.
Lê Newroz cejna berxwedanê ye, cejna serhildanê ye, cejna yekgirtinê ye.
Newroz ji nû ve vejîn e.
Bi Kurd û Ermen û Suryanî, Ereb û Tirkên xwe ve, bi misilman, êzidî, xiristiyan, cihû, elewî û bi hemû dîn û mezhebên xwe ve; gelê me yê cefakêş: Bi hestên xwe yên Kurdistanî dibêjim Newroza we pîroz be.
Nûnerên partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û ragehandinê,
Sîyasetvan, rewşenbîr, hunermend û nivîskarên rêzdar,
Xuşk û birayên delal,
Kawayê Hesinkar 2630 sal berê, li himber Dehaqê xwînxwar agirê azadîyê pê xist û dawî li zilma wî anî.
Lê ji wê rojê heta îro gelek caran KAWAyên nemir agirê azadîyê geş kirine û gelek caran azadî jî , KAWAyên nemir jî di himbêza newrozê de şehîd ketine.
Newroz rojekê di himbêza Pîran, rojekê di ya Dêrsimê , di ya Mehabadê , di ya Barzan de şehîd ket.
Newroz rojekê di himbêza Helebçeyê şehîd ket.
Û îro careke din Newroz di himbêza Kerkûkê de, di himbêza Efrînê de şehîd dikeve.
Dijminên miletê Kurd bi kîn û nefreta xwe, peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê hildiweşînin…
Rast e em li gel hemû êş û xemên xwe ve, di van şerdên gelek dijwar de derbas dibin.
Lê heger em li dîrokâ xwe binerin emê bibînin ku miletê me gelek Newroz bi vê şêweyê derbas kirine.
Ez bawer dikim dema ku Kawa yê Hesinkar dawî li zilma Dehaq ê xwinxwar anî, rewşa gelê me ji ya me ya îro ne baştir bû.

Roja ku Komara Kurdistanê li Mehabadê şikest xwar û Pêşewa Qazi Mihemed ala Kurdistanê teslîmî Mele Mustafa Barzaniyê nemir kir û ew û 500 hevalên xwe ber bi Sowyetê ve bi rê ketin…wê demê..wê şikestinê..û rewş û helwesta Mele Mustafa Barzani bînine ber çavên xwe..Ez bawer nakim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû.
Piştî şikesta 1975ê ,rewşa başûrê Kurdistanê û bi giştî ya Kurdan bînin ber çavên xwe…Ez ne bawerim ku rewşa wan ji ya me ya îro baştir bû.

Şerdên Hefsa Diyarbakirê yên piştî darbeya 12ê ilona 1980yê bînin ber çavên xwe…. wê zilm û wehşetê bînin ber çavên xwe.. … wî faşîstê Esad Oktay Yıldıran bînin ber çavên xwe …wan şerdên ku nehatibû bîra Hîtlerê faşîst jî bînin ber çavên xwe…Ez dibêjim şerdên Hefsa Dîyarbekirê ji şerdên me yê îro ne baştir bû.
Piştî jenosîda Helebçeyê, ya Barzanîyan û Enfalê, rewşa gelê me yê Başûrê Kurdistanê bînin ber çavan..Ez bawer nakim rewşa wan ji rewşa me ya îro baştir bû.
Belê me gelek caran ev ewrên reş dîtine.
Lê bi berxwedanê, bi hêvî, bi sebir, bi bawerî, bi dilsozî, bi ked û bi têkoşîneke bê westan, gelê me wan ewrên reş belav kirine û tu şika me tuneye û divê tunebe jî, ku emê van ewrên reş yên heyî jî ji holê rakin.
Başe ma me çi kiribû ku em tuşî van neheqî, jenosîd û wêranîyan dibin.
Belê, ne ji ber ku me tiştekî xerab kirîye evtişt têne serê me.
Ne bapîr û dapirên me û jî ne me, tiştekî ku em jê şerm bikin me nekirîye û em nakin jî.
Em nevîyên Şêx Seîdê kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanîyê nemir in.
Em weke bapîr û dapîrên xwe bi dilsozî, bi fedekarî, bi niyeteke paqij, bi hestên netewî li doza azadî, rizgarî û serxwebûna welat û miletê xwe xwedî derdikevin.
Lê yên ji van qetlîam û êrîş û kuştin û neheqîyan , ji vê zilmê divê şerm bikin hene.
Ewên ku bi sedan sal e miletê me, gelê me dikujin, zilme li me dikin û welatê me di bin nîrê bindestîyê de dipelçiqînin..…belê dive ew ji xwe şerm bikin.
Lê heger em weke milet, bi dilekî şikestî û bi hustuxwarî behsa kêmayîyeke xwe , behsa birîna xwe ya dirokî ya kûr bikin … ew jî bêtifaqî, lawazîya hişmendîya netewî , kurmê darê û xincera jahrî ye.
Mixabin em nifşên nû jî, em wê nexweşîya bav û kalên xwe her di laşê xwe de zindî dikin, em birîna xwe ya dîrokî her kûrtir dikin.
Bi bêtifaqî û bi lawazîya hişmendîya netewî û bi lawazîya hişmendîya dewletbûnê em nifşên nû jî îspat dikin ku bi rastî jî em Kurd in.
Lê êdî bes e.Êdî divê em bêjin bes e.
Êdî divê em dawî li vê nexweşîyê bînin.
Divê em bi hişmendîya netewî, bi tifaqa netewî vê birîna xwe bipêçin.
Newroz bila careke din li ber derîyê serxwebûnê şehîd nekeve.
Bila careke din ked û xebat û bedel û destkeftîyên me bi wan sîyaset û kiryarên şaş yên ji hişmendîya netewî dûr, di xendek û barîkatan de binax nebin.
Bi deh hezaran cangorîyên doza azadîyê bi keda xwe, bi canê xwe nehiştine ala Kurdistanê û doza azadîyê li erdê bikeve. Bila careke din tu kes nikaribe keda wan cangorî û kedkaran, armanca wan a bi rûmet, nirxên wan ên netewî û wê ala pîroz tune bihesibînin, red bikin.
Ji bo em bikaribin rê li ber van şikestinan bigirin, gava yekem bi hişmendîyeke netewî tifaqa nav mala me ye. Li Kerkûkê jî, li Efrînê jî, li Mehabad û Amedê jî klilîda ewil ya serkeftinê ev e.
Belkî destê me negihêje her derê. Lê ka em ji xwe, ji bakurê Kurdistanê dest pê bikin.
Me weke PAK di roja ewil de rêbazek daye ber xwe: Em dibêjin yên dikarin di nav yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila tifaq û hevkarîyan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin; yên nikaribin dîyalogê jî bikin bila dijminatîya hevdu nekin.
Îro li bakurê Kurdistanê weke nan û avê pêwîstîya me bi tifaq û hevkarîyên netewî, Kurdistanî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike, bi nefsbiçûkî, bi dilsozî, pêwîstîya me bi tifaqeke li ser bername û nirxên netewî û demokratîk hatîye hûnandin heye.
Lê bi ya me ji bo ev tifaq bikaribe rola xwe bilîze pêwîstîya me bi partîyeke xurt, girseyî,dînamîk, bi keda gênc û jinan ve hatîye hûnandin; bi partîyeke netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî heye. PAK di vê meşê de bingeheke esasî ye. Lê ev potansîyel bela vela ye. Heyf e. Ji bo geş kirina vê pêwîstîyê em ji dil û can careke din dubare dikin: Di vê meşê de ne navê PAKê, ne jî Serokê PAKê ne xetên sor in; navê tu serokan, navê tu partîyan ji doza azadîya gelê me ne mezintir e, ne pîroztir e.Divê em vê birîna xwe bi awayekî maqûl bipêçin.
Lê mixabin tu alî, tu grûb û tu partiyan heta nuha xwe nedane ber vê pêwîstîyê.
Ji bo wê jî em bangî hemû kadroyên netewî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî dikin: PAK partîya we ye, werin li partîya xwe xwedî derkevin; da ku em bi hevdu re, bi dengekî xurtir, zextê li wan dor û ber û grûb û partîyên ku em weke hevdu difikirin bikin. Em her dem ji bo pêkanîna vê pêwîstîyê amade ne. Her roja ku derbas dibê ev pêwîstî hîna zêdetir derdikeve pêş me.
Ji bo tifaqeke netewî ya dûr û dirêj, hilbijartinên 2019an dikare bibe destpêkeke baş.
Di sala 2019an de dê hilbijartinên beledîyan, Parlamento û Serokkomarîyê li dar bikevin. Her çiqas, gelek bend û astengî li ber îradeya azad ya gelê me hebin jî, sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê yên vê dawîyê, ew destkeftîyên heyî jî ji holê rakiriye. Êdî Dewleta Tirkîyeyê weha kirîye ku, tu beledîyan jî bistîne, tu here parlamentoyê jî, bi yek qanûnê , bi yek biryarê hemû destkeftinên te dikare ji dest biçe, tune bê hesibandin. Lê dîsa jî divê em vê platformê vala nehêlin. Divê bi taybetî di hilbijartinên beledîyan de em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Êdî careke din jî aşkere bûye ku di mesela Kurdan de, di mesela demokrasî, azadî û edaletê de tu ferqa AKP, CHP, İyi Parti, MHPyê tune ye. Bila tu kes careke din berê gelê me nedin van partîyan. Divê em bibin ‘’Em’’.
Em careke din bangî Kurd û Kurdistanîyan dikin. Divê em ji hemû partîyên ku dibêjin ‘’Yek dewlet, yek welat, yek milet, yek al’’ re bêjin ‘na’ û em alternatîfa xwe ya Bloka Kurdî ava bikin. Bi tifaqa netewî-demokratîk ya ji bo hilbijartinan ya ku li ser bernameyeke asgarî ya netewî-demokratîk bê ava kirin, divê em wekî alîyê Kurd û Kurdistanê tevbigerin. Divê em bi siyaseteke bi şexsîyet tevbigerin û berjewendîyên netewî bidine pêş.
Dost û hevalên hêja
Belê îro Efrîn hatîye dagir kirin.
Efrîn di bin xeterîya jenosîdê de ye.Û ne diyare dê çi li rewşa Rojavayê Kurdistanê were.
Dewleta Tirkîyeyê dibêje ez nahêlim li tu derê cîhanê Kurd bibin xwedîyê statuyeke sîyasî, dibêje ez nahêlim Kurd tu mafan bi dest bixin û Efrîn dagir kirîye.
Tirkîye, Îranê, Iraq û Sûrîye, li dijî miletê Kurd,li dijî gelê Kurdistanê weke her caran bûne yek û plan û stratejîyên pir alî û qirêj li dar dixin.
Dewletên mezin yên cîhanê jî, çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji dagirkirina Kerkûkê, ji êrîşa li ser Efrînê , ji êrîş û planên van her çar dewletan digirin.
Êdî ji bo careke din pêykerên rêberên me neyên hilweşandin, divê em li xwe vegerin.
Li Rojavayê Kurdistanê detpêka her tiştî tifaqa nav mala Kurd e. Heta ku ew Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê bi cîh nebin mixabin Kurd dê her di bin lingên dewletên dagirker de bipelçiqin û wê her bibin qurbanîyên berjewendîyên dewletên mezin.. Û yên ku van Mitabaqatan bi cîh naynin dê li himberî dîrokê berpirsyar bin.
Dewleta Tirkîyeyê hîna jî bi sîyaseta xwe ya ku eve 95 sale didomîne, miletê Kurd tune dihsibîne. Hîna jî bi şer û kuştin û îmhayê dixwaze gelê me û doza me ji holê rake. Hîna jî zimanê me qedexe ye. Hîna jî tu mafên me nehatîye qebûl kirin. Hîna jî Dewleta Tirkîyeyê gelê me dixapîne û dibêje ji ber ku şer heye , xwedê giravî ‘teror’ heye, em nikarin tu gavên ji bo mafên we bavêjin. Ev derew e.

Ez li vê derê bangî Dewleta Tirkîyeyê dikim, dest ji vê sîyaseta xapandinê, sîyaseta şerî û înkar kirinê berde. Ev sîyaseteke pûç e, bê encam e. Werin em bi rêyên aştîyane, bi rêyên sîyasî li ser maseyê rûnin û rêya çareserîyê vekin.Mixatabê vê meseleyê hemû partîyên Kurdan yên li bakurê Kurdistanê ne.
Îradeya di referandûma serxwebûna li Başûrê Kurdistanê derketîye holê , êdî weke zarokekî xwedê dayî ye. Tu kes dê nikaribe vî zarokî tune bihesibîne.Dagirkirina Kerkûkê, tune hesibandin û binpê kirina vê îradeya meşrû, demokratîk û dîrokî ya gelê Kurdistanê ye. Lê tu şika me tune ye û divê tune be jî; ew Kerkûk a dagir kirî dê bê rizgar kirin û li Başûrê Kurdistanê serxwebûn dê bê îlan kirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê her roj bi dehan Kurd têne darve kirin; Dewleta îranê bi planên terorî pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê qetil dike.
Lê doza azadî û serxwebûna Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê jî berdewam e. Çawa ku jenosîd û qetlîaman, şer û êrîş û hefs kirin û wêran kirinan, heta îro nekarîbûye gelê me ji doza azadîyê vegerîne, ji îro pê de jî dê nikaribe rê li ber azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.
Belê, em divê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê, bi tifaqa netewî,bi hişmendîya netewî û bi hişmendiya dewletbûnê bipêçin.
Tu şika me tune ye û divê tunebe jî: Emê miheqeq bi serkevin.
Bijî Newroz
Bijî Azadî
Bijî Kurdistan
Mustafa Özçelik

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir