Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk: Em dereng nemanin, werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!

Di 31ê adara 2024an de wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê hilbijartinên şaredarîyan pêk werin.
 
Teva liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredarîyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyek taybetî, xwe ji bo hilbijartinan amade bikin.
 
Bi vê armancê, em dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, qeza û beldeyan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran,li gorî şerdên taybet yê her bajar û navçeyê, partî, tevger û grûbên sîyasî, hemû dezgehên sivîl, meslekî û civakî û girseyî, komeleyên mehelî, sendîqa, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredarîyan, endamên encûmenên wîlayetan yên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademîsyen, pisporên birevebirina şaristanîyê, pisporên plan û hawirdora şaristanîyê, zanyarên dîrokî, zanyarên kultur û zimên, hiqûqnas, ekonomîst û sosyolog, em platforman ava bikin.
 
Van platformên herêmî, li gorî van prensîb û hişmendîya rêveberîya herêmî yên ku li xwarê me destnîşan kirine, dikarin berendamên şaredrîyan tesbît bikin û ji nav van berendman jî namzedekî ku herî baş bikaribe şaredarîyê îdare bike hilbijêrin.
 
Namzedê hevbeş, divê kesekî weha be ku, di derbarê wî de tu şaîbe tunebe, kesekî, naskirî, qebûlbar be. Divê, li gorî şerd û rastîyên taybet yê her bajar û navçeyê yên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, çandî, namzedekî ku şaredarîyeke demokratîk, rêzê li maf û azadîyên hemû pêkhateyên civatê bigre, şaredarîyeke pir zimanî, pir lehçeyî, pir kulturî qebûl bike. Divê bi awayekî vekirî, şefaf, bêşaîbe ji alîyê mirovên wî bajarî ve bê hilbijartin û bibe namzed.
 
Di şaredarîyên bajarên Bakurê Kurdistanê de, divê şaredarî nasnameya kurdî û zimanê kurdî bi awakî resmî qebûl bikin. Divê navê bajar, navçe û hemû cîh û warên bi kurdî, li gel navên bi tirkî bêne bikaranîn. Divê şaredarîyên me bi awakî çalak bixebitin ku perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî-zazakî), mafên azadiya ramanî, olî, bawerî, xwerêxistinkirin û xweîfadekirinê di Qanûna Esasî de bê qebûl kirin û bi qanûnên pêwendîdar bê misoger kirin û cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîd Nûrsî û hemû kesayetên Kurd yên ku cîhê mezelê wan ne dîyar in, ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve bêne aşkere kirin. Ango di rêvebiriya şaredarîyên bajarên Kurdistanê de, divê pirzimanî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, şefafî, xweşbînî û hevahengîya civakî bibe rêziknameya easî. Ev dikare bibe protokola me ya siyasî ya hevbeş da ku em bikaribin bi îradeya hemû pêkhateyên Kurdistanê bingehê îdarekirina bajarên xwe ava bikin.
 
Sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi tu awayî nayê qebûl kirin; qeyûm tune hesibandina îradeya gelê wî bajarî ye. Helbette ku, mafê her partîyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Lê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh yên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin. Lê aşkereye ku di tesbîtkirina namzedên şaredarîyan de, divê tu kes namzedên ne ji wî bajarî ne û rêzê li pir zimanî, pirolî, pirmezhebî, pir kulturîya wî bajarî nagirin li ser kesî ferz nekin û divê rê vekin ku bi awayekî hevbeş, azad û demokratîk namzed bêne tesbît kirin.
 
Bi tesbîtkirina namzedên hevbeş û bi hevre îdarekirina bajarên xwe, em dikarin bingehê xweîdarekirina kurdan ava bikin
 
Em dikarin hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an bikin destpêka ava kirina bingehê ”Şerdê Xweserîya Birêvebirîya Herêmî ya Ewropayê”; bi vê bîr û bawerîyê em dikarin siyaset û xebatek hilbijartinê ya berfireh û hevbeş bimeşînin û divê em bimeşînin.
 
Di şaredarîyeke ku bi şîara’’Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin!’’potansîyela herî berfireh ya ku wê civat lêxwedî derkeve de; di mijarên perwerde, tenduristî, civakî, dînî, mezhebî, xizmetên dînî, mezhebî û şaredarî de dikare projeyên mezin bêne çêkirin; dikare bingehê xwe bi xwe îdarekirina kurdan bê ava kirin.
 
Ev perspektîfa bi şîara, ’’Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin! ku em pêşniyar dikin, herweha li himberî wê îhtîmala ku Dewleta Tirkîyeyê qeyûman deyne ser şaredarîyan jî dê wazîfe û roleke herî gelekî xurt û bi bandor ya parastinê bilihîze.
 
Di îhtîmala ku qeyûm bêdanîn ser şaredarîyan de, potansîyela herî berfireh a sivîl, sîyasî, meslekî, demokratîk, civakî dê li namzedên xwe yên li gorî vê pêşniyarîya me, li ser esasê çerçoweyeke sîyasî û bernameyeke xebatê ya bi awayekî hevbeş bêne dîyar kirirn xwedî derkevin; Dewleta Tirkîyeyê jî dê weke nuha dê nikaribe bi hêsanî qeyûman dane ser şaredarîyan.
 
Bi vê pêşniyara me ya li ser esasê çerçoweyeke sîyasî û bernameyeke xebatê ya maqûl û hevbeş; wê potansîyela herî berfireh ya sivîl, sîyasî, meslekî, demokratîk, civakî li namzedên xwe xwedî derkevin û wê dewlet jî nikaribe bi vê hesanîyê bi rêya qeyûman dest deyne ser şaradarî û îradeya xelkên bajarên me.
 
Heger namzed bi îradeya potansîyela herî berfireh ya civatê bêne dîyar kirin, bi destê wê potansîyela berfireh, bi hêza sedhezaran, wê bingehê parastina destkeftinên şaredarîyan jî xurtir bibe.
 
Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên sîyasî û kesayetên qebûlbar yên bajarên xwe dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke weha em bi hev re gavê bavêjin!
 
Li Bajarên Metropolên Tirkîyeyê Platformên Herêmî yên Kurdan
 
Werin em li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê hene, em Platformên Herêmî yên Kurdan (weke Platforma Kurdên Stenbolê, Platforma Kurdên Îzmîrê, Platforma Kurdên Mêrsînê û hwd) ava bikin.
 
Li bajarên metropolên Tirkîyeyê yên ku nifûseke zêde ya kurdan lê hene, em dikarin, bi beşdarîya dezgehên sivîl, partî û grûbên sîyasî yên kurdan, nûnerên jin û ciwanên kurdan, karsaz û ji hemû beşên civatê kesayetên qebûlbar ên kurdan platformên herêmî ava bikin.
 
Van platformên herêmî, di derbarê ziman û kultura kurdî, maf û azadîyan, perwerde, tenduristî, piştgirî, lihevxwedîderketina di nava kurdan de , di bajarên metropolan de dikarin wazîfe û rola wek Organîzasyona Temsîla Kurdan bilihizîn. Dikarin di dema hilbijartinan de wek alîyê kurdan bi hemû partîyên sîyasî re hevdîtinan bikin, li ser esasê qebûl kirina daxwazên kurdan dikarin hevkarîyên hilbijartinan pêk bînin. Herweha dikrin bi namzedên xwe jî beşdarî hilbijartinan bibin.
 
Platformên Herêmî yên Bajarên Metropolên Tirkîyeyê, helbete ku dive ne bes ji bo hilbijartinan bêne avakirin; ew dikarin weke aktorên bi bandor û mayinde, li bajarên metropolê wazîfe û rola Organîzasyona Temsîla Kurdan jî bilihîzin.
 
Belê, bi vê bîr û bawerîyê, di hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an de, ji bo em bi hev re, helwestek hevbeş pêşve bibin, me ev pêşniyarî û nêrîna xwe bi dezgehên sivîl, partîyên sîyasî û kesayetan re parve kir û em dê vê xebata xwe berdewam dikin.
 
Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên sîyasî û kesayetên qebûlbar yên bajarên xwe dikin da ku bi armanca em bikaribin ji bo pêşeroja xwe rûpelekî nû vekin, bi şîara ’’WERIN EM NAMZEDÊN XWE BI HEV RE TESBÎT BIKIN, WERIN EM BAJARÊN XWE BI HEV RE ÎDARE BIKIN!’’ em bi hev re gavê bavêjin!
 
Ji bo gaveke weha em hîna jî dereng nemane!
03.02.2024
 
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *