PAKê li Amedê Newroz pîroz kir

PAKê li Amedê, di şeva 21.03.2017an de bi şahîyekê newroz pîroz kir.
Hunermend Osman Xunav ev pîrozbahîya Newrozê pêşkêş kir.
Pîrozbahî li gel sirûda ‘’Ey reqîb’’ bi rêz girtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.
Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek bi Kurdî, di derbarê pêvajoya heyî, girîngîya Newrozê û pêwîstîya tifaq û hişmendîya netewî de kir.
Şeva pîrozbahîya Newrozê ya PAKê, bi stranên hunermend Mesut Ezgi,Hozan Egît Zanyar, hunermend Mamoste Sebahattin Yildiz dewam kir.
Rewşenbîrên Kurd Şêx Mîzbah û Seydayê Mella Emadettin helbestên di derbarê Newrozê û doza netewî de xwendin.
Helbestvan, nivîskar û hunermendê Kurd Enver Karahan jî ji pirtûka xwe ya Lorîna Şevê çend helbestên xwe xwend.
Li gel heyet û nûnerên xwe Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, HAKPAR,PDK-Bakur, PDK-T, Berdevkê PDK-Bakur Hemît Kiliçaslan, Hereketa Azadî,DDKD, WEQFA SURP GRAGOS ya ERMENİYAN, DİTAM, DİSA, Komeleya Şêx Seîd, Weqfa Îsmail Beşikçi , DOGUNSİAD, ŞİVİDER, Komeleya Farqînîyan, Komeleya Sêweregîyan, Dîcle Firat Dîyalog Grûbû û gelek rewşenbîr û sîyasetvan û endam û dostên PAKê beşdarî pîrozbahîya PAKê ya Newrozê bûn.
Li gel K24 TV û Waar Tv yê, Çarpel TVyê jî bi weşana zindî ya testê ve pîrozbahîya Newrozê weşand û gava xwe ya ewil avêt cîhana weşana telewîzyonên Kurdî.
Pîrozbahîya PAKê ya Newrozê , li Amedê bi asta beşdarîya xwe, bi coş û naveroka xwe balkêş û berhemdar bû.
22.03.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *