ROJÎ KURD (Stanbol 1913)

Siddik BOZARSLAN

Rojî Kurd, organa ”Civata Telebeyên Kurdan (HÊVÎ)” bûye ku ew komele di 1912´an da li Stanbolê hatîye damezrandin. Ev kovar, bi Kurdî û Tirkîya Osmanî derçûye û li Stanbolê hatîye weşandin. Beşê Kurdî, bi Kurmancî (Kurdîya Jorîn) û Sornanî (Kurdîya Jêrîn) bûye. Xwedî, îmtîyaz û mudurê mesûl; Evdilkerîmê Silêmanîyê bûye. Bi Tirkî di bin kovarê da, ”Nuka ji mehê carê derdikeve.” hatîye nivîsîn. Lê kovar, di 1913´an da ji alîyê hukumetê ve hatîye rawestandin û di şûna wê da kovara Hetawî Kurd dest bi weşanê kirîye.

Her jimareya Rojî Kurd 32 rûpel bûye û tarîxên her çar jimareyên derketinê weha bûye: 1- 6 hezîran 1913; 2- 6 temûz 1913; 3- 1 tebax 1913; 4- 30 tebax 1913.

Rismê Selahaddînê Eyubî li ser qapaxa jimareya yekê hebûye û li ser jimareya duyê jî rismê Kerîmxanê Zend û li ser qapaxa jimareya sisêyê jî rismê Huseyîn Ken´an Paşayê Bedir-Xanî hebûye.

Jimareya diduyê li ”Matbaa-i Îçtîhad”ê hatîye çapkirin ku ew, ya Dr. Abdullah Cewdet bûye. Ji jimareyên 1 û 2´yê xuya dibe ku têkilîyên Dr. A. Cewdet digel derdorên kovarê û Kurdperweran hebûye. Wek haydarî jibo xwendoxan divê em bejin ku A. Cewdet di 1904´an da LI Cenevreya Swisreyê bi navê Îctîhat kovarek derxistîye û paşê jî li Kahire û  Lêkolîna Malmisanij û M. Lewendî destnîşan dikin ku ev kovar sê jimare derçûne û van hers ê jimareyan li Baxdayê ji alîyê Cemal Xeznedar ve jî,  ji nûve hatine çapkirin. Lê Dr. Kemal Mezher Ehmed dinivîse ku 4 jimareyên Rojî Kurd derçûne û jimareya 4´ê di 30´yê tebaxa 1913´an da derçûye.

Wek numûne mirov dikare navên çend nivîsên ku di jimareya pêşîn da derçûne destnîşan bike. Nivîsên Kurdî yên wê jimareyê 8 bûne û 3 ji wan ji alîyê Evdilkerîmê Silêmanîyeyî ve hatine nivîsîn.  Nivîsek ji alîyê Necdetê Dîyarbekirî ve û yek jî ji alîyê Fazil Muxlisê Eşîra Millî ve hatine nivîsîn.  Di beşê Tirkî da jî 10 nivîs cî girtine ku yek jê ”Xîtabek”a Dr. Abdullah Cewdet e. Nivîsek bi îmzaya Necmeddînê Kerkûkî, yek jî ya Fexrî û yek jî ya Mes´udê Silêmanîyeyî ye ku navê nivîsê jî ”Herfên me û Hêsankirina Xwendinê” bûye û balkêş e ku li ser alfabeya Kurdî rawestîyaye û pêşnîyar kirîye ku alfabeya Erebî têrî Kurdî nake û pêwist e Kurd alfabeya xwe biguherînin. Dîsa balkêş e ku Dr. A. Cewset jî di nivîsên xwe yên Rojî Kurd da pêşnîyar kirîye ku divê Kurd ji xwe ra alfabeyek çêkin û alfabeya Erebî têrî Kurdî nake.

Di warê zimanê Kurdî û çêkirina alfabeya Kurdî da pêşnîyara Salih Bedir-Xan jî balkêş e ku wî bi leqepnavê M. S. Azîzî bikaranîye. Wî pêşnîyarê zana û ronakbîrên Kurd kirîye ku alfabeya Osmanî ku ji 32 tîpan (herfan) pêkhatîye û Kurd jî wê dixebitînin; ew alfabe ne kêrhatîye û hewce heye ku Kurd heşt (8) herfên dî lê zêde bikin.

Li ser girtina S. Bedir-Xan ji alîyê dewletê ve haydarîyên ku Dr. Celîlê Celîl nivîsîye weha ye:                                  ”Di dawîya çirîya yekem, sala 1913´an da ji ber nivîsînên dijî siyaseta dewletê, pêyamnêrê kovarê Salih Bedir-Xan hat girtin û hepiskirin. Rojnama Jamanak a Ermenîyan û rojnama Tercuman a Tirkîyê, vê xeberê belav kirine û weha gotine: Salih Bedir-Xan di kovara Rojî Kurd da gotarek dijî kirdayetîyê nivîsîye, jibo wê jî karbidestên eskerî lê gerîyane û girtine, xistine hepsê”

Li gora hin çavkanîyan, ”Di vê navê ra Kurdan, li Stanbolê ”Komela Başkirin, Belavkirin û Hînkirina Alfabê” damezrandine. Kar û barê vê komelê, çêkirina alfabeke nû ya Kurdî bûye.” (Malmisanij- M. Lewendî, eynê eser, r. 53-57)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *