BERPİRSÎYARÎYA CİVAKÎ Û ROLA MEDYA -1

Erdnîgarîya em li ser dijîn, îro bûye qada şer. Ev şer di navbera alîgerên mirovahîyê û neyarên mirovahîyê de didome. Hinek dewlet bi xwe, di nav vî şerî de ne, hinek jê jî bi wekaleten li qada şer in.

Ev şer, bi xwe re qeyran û alozîyên mezin, zelzelên civakî tîne, lê li alîyekî din, rê li ber guhertinên civakî û sîyasî vedike. Civatên li hevkirî û bi rêxistinî, ji niha va amadekarîya bingeha jîyanek nû dikin.

Gelê Kurdîstanê di dema şerê Cîhanê yê yekê û duduyê de, ji derfetên bi dest ketin tu feydeyek nedît û gellek zêdettir zerar û zîyanek mezin dît. Ji ber ku ne xwedî hêz û rêxistinî bû, mafê dewletbûnê û azadîyê bi dest nexist. Lê em bixwazin an nexwazin carek din derfetên nû derketîye hole.

Dîrok carek din derfetên zêrîn pêşkêşî gelê Kurdîstanê dike. Mifta derîyê azadî û dewletbûnê di destê gelê Kurdîstanê de ye,  partî û rêxistinên Kurdîstanê îro bi ezmûnek dîrokî re, rû bi rûne!

Kî hostayê çêkirinê ye, kî hostayê xirabîyê ye, ev ezmûn, ev pêvajo wê dîyar bike. Ev ezmûn li benda partî, grûp, rêxistin, sîyasetmedar, rewşenbîr û serokên Kurdîstanê ne! Kî berjewendîyên netewî diparêze, kî berjewendîyên şexsî û hîzbî diparêze, wê di encama vê ezmûnê de derkeve hole.

Di van rojên giran û dîrokî de, rola medya an ragihandin zêdetir girîng e. Rolek mezin dikeve ser medya Kurdîstanê û bi taybetî ya girêdayî partî û rêxistinan. Ger medya rêxistinî rolên xwe yên dîrokî bicîh bîne, ez bawerim rojên azad û serbixwe ne dûr in!

Lê belê, heta niha medya rêxistinî rola xwe jibo berjewendîyên partîzanî bi kar anîye. Kêm be jî, beşek medyayê jibo armanc û berjewendîyên netewî  di nav hewldanekî de ne. Lê beşek medya heyî, weke “Beko Ewan” jîyana xwe, li ser wargeha fesadî û xirabîyê dide domandin.

Gava mirov di şibaka bindestan de û bi çavên alîyên muxalîf li dîroka Medyayê binhêre, her tişt bi zelalî derdikeve hole. Armanc û rêbaze medyayê li gor daxwaz û hêvîyên xwedîyê xwe tê guhertin.

Medyaya serdest, li gor hêvî û daxwazên xwedîyên xwe, rê û rêbazek li ser bingeha berjewendîyên şexsî bi kar tine. Di nav civatê de, ji xwe re beşek civatê weke armancek (hedef) dipejirînin. Bername û xebatên xwe li gor kedîkirin û bindestkirina civatê amade dikin, dixwazin cemawerên xwe (girsêya xwe) yek alî perwerde bikin.

Medyaya serdest, naxwaze civat şîyar bibe û doza mafê xwe bike. Hêzên serdest, ji bo ku civatê bixapînin, bi alîkarîya medyayê daxwazên pêşketin û azadîyê binpê bikin.

Medya ku li hemberê pirsgirêk û bûyerên civakî bêdeng dimîne, ew medya, ne medyayek ragihandina rastîyê ye! Medya ku nikaribe bipirse: çima, çewa, ji bo çi, li kuderê, ji alîyê kê ve, ne medyayek xwedî pîvan e! Medya bê pîvan, kûjerê çand û jiyana civakî ye! Rastî û heqîqetan dikuje! Rê li ber neyarên mirovahîyê vedike û dibe pergalê xirabîyê!

Di van salên dawî de li Kurdîstanê, Medya rêxistinî,  roj bi roj  li ser civata Kurd, rolekî negatîf dileyize û bandorek xirab li ser tevna civatê çêdike û çanda Kurdî serûbin dike.

Zimanê medyaya xerabkir, her ku diçe wargeha xirabî û fesadîyê fireh dike! Gellek berpirsîyar û kesên mesûl, ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û rêxistinî, berjewendîyên netewî binpê dikin û bi çîrok û derewên bêbingeh, dixwazin di nav partî û rêxistinên Kurdîstanê de şerê navxweyî derxin.

Karê ragihandinê, karekî pîroz û hêja ye!  Medya, dengê ûjdan û rûyê civatê ye. Ji ber vê yekê, mafê tu hêzekî an grûbekî tuneye ku bi tevna civatê bilîze! Medya û alavên medyayê weke çekekî xirabkirinê bi karanîn, tu fêdeyekê nade kesî!

Em dibînin ku hinek Televîzyon û rojname hene, tenê navê wan rojname û televizyon in, lê kar û erkên wan li ser  dijîtî û fesadîyê tê meşandin!

Bi piranî rêvebir û nûçevanên girêdayî medya rêxistinan, ji pîvanên ehlaqê kar û berpirsîyarîya erkên ragihandinê dûr ketine,  an jî ji bîr kirine. Tenê li gor berjewendîyên rêxistin û grûbên xwe zimanekî tûj bi kar tînin. Li hemberê dagîrkerên xwe gilî û gazinan dikin, lê li hemberî birayên xwe çavsorîyê dikin. Bi rêxistin û grûbên marjînal yên netewa serdest re şirîkin, li hevkirî ne, lê belê bi grûp û rêxistinên netewa xwe re dijmin in. Rêz ji al û sembolên dagîrkeran re digirin, lê ji sembol û hêjayên xwe re rêz nagirin.

Ev nakokî bi xwe trajedîyek e û weke nexweşîya karekterê cûdabûnê, di hemû deman de, di nav gelê Kurd de cîh girtîye. Ev karekterê nexweşîyê, di hemû deman de, di nav giranîya rêxistin û grûbên Kurdî de, ji xwe re cîh dîtîye, ji bo xurtbûna xwe hêvî ji dijîtî û şerê navxwe kirîye!

Ragihandin û pêşkêşkirina nûçeyan an şîrovekirina bûyeran, divê li ser pîvanên rastî yê, ne li ser dabeşkirin û dijîtîya beşek civatê be!

Em baş zanin ku yek alî ragihandin û şîrovekirin, mirovan ji rastîyê dûr dixe. Propagandaya li ser derewan bê avakirin, zû eşkere dibe û berîya her tiştî zirarê dide xwedîyê xwe!

Ger bi rastî, armanc û daxwaza me, rizgarkirin û azadîya Kurdîstanê be, divê em tu carî berjewendîyên  netewî  nekin qurbana berjewendîyên şexsî û rêxistinî! Ev erkek netewî ye, divê di hemû deman de, em li hemberî dagîrkeran xwedî helwestên netewî bin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir