Ala Kurdistan

Her gel, li ser erdnîgarîyekê, di nava têkilîyên aborî de, wek civat bi sedsal û hezarsalan hebûna xwe didomîne. Di seranserê dîroka vê jîyanê de, dibe xwedîyê ziman, çand û folklorek taybet û xweser.

Gelê Kurd jî bi hemû berhem û hebûnên xwe yên civatî ve kevnar û xweser e. Ziman û berhemên ziman, cil û berg, folklor, dawet û dîlan û bi gelek taybetîyên din yên çandî, gelê Kurd ji yê hemû gelên cîhanê cuda ye.

Her gel, ji bo temsîla rûmet û hêjayîyên xwe yên civatî, wek nîşana serwerîya welatê xwe, sembola parastina azadî û serxwebûna xwe, xwedîyê alayek taybet e.

Alên ku eşîretekê, partîyekê, şîrketekê yan qlûbek fûtbolê temsîl dike cuda ye, ya neteweyekê bi hemû alîyên xwe ve temsîl dike cuda ye.

Her partîyek yan serokek yan rejimek, nikare li gorî daxwaza xwe ala neteweyekê biguherîne yan tune bihesibîne û li gorî serê xwe alekê çêbike û ji gelekî re bêje ev ala we ye.

Piştî ku welatê Kurdan ji alî mêtinkaran ve hat dagîrkirin, sembola serwerî û desthilata gelê Kurd Ala Rengîn jî hat qedexekirin.

Dema di 1639 an de bi Peymana Qesra Şêrîn re Kurdistan di navbêna Îparatorîyên Osmanî û Safewî ve hat parkirin û di 1923 an de bi Peymana Lozanê û bi serwerîya emperyalîstan jî di nava dewletên Tirk, Ereb û Faris de bi çar beşan hat dagîrkirin û parvekirin, bi xesipkirin, înkar û qedexekirina hemû rûmet û mafên gelê Kurd re al û sembolên wî yên neteweyî jî qedexe kirin.

Navê ala gelê Kurd, ala Kurdistan, “Ala Rengîn” e.

Kurdistan welatek e, civata Kurd jî bi hemû alî û rengên xwe li ser vê erdê dijî. Kî vî welatî dagîr bike û ev welat bibe çend parçe, wê dîsa jî yek welat bimîne. Mêtikaran, bi parçekirina Kurdistan û înkarkirin û qirkirinan, gelê Kurd heta îro nikarîbûn ji holê rakin; loma nikarîbûn ala wî jî jibîrkirin bidin û tunebikin.

Ala Rengîn, xwedî dîrokek kevnar û jêderek cudareng e. Di derbarê Ala Rengîn de gelek rîwayetên cuda hene:

Tê gotin ku `piştî ku Dahak, lawê Kawayê Hesinkir dikuje, Kawa jî ji bo ji bîrneke û heyfa xwe hilîne, çermê kurê xwe bi rengên kesk-sor-zer boyax dike û bi dîwêr ve didaliqîne.`

Gotinek din, `piştî ku Kawa Dahak dikuje, berdilka xwe ya bi her sê rengan xemilandî wek alê bilind dike.` Navekî wê yê din jî “Direfşa Kawa ye.”

Hinek jî, Ala Rengîn bi rengên bawerîyên Kurdan Ezdayetî û Zerdeştîtîyê ve girêdide. Lê pir vekirî xwanêye ku çavkanîya Ala Rengîn û ya Newrozê yek e û 2600 sal berê, Împaratorîya Kurd ya bi navê Med jî vê ala bi karanîye.

Ala MedAla Împaratorîya Med, li bajarê Persepolîs yê kevnar, wek mozaik 6×8 metreyan de fîgurekî wê yê nêzî ya îroj heye. Cudahîya wê ji ya îro: li ser zemîna xeta ortê şêrek ku roj li ser pişta şêr heye û li ser zemîna jor ya sor jî tacek heye.

Lê bi çi şêweyî bê gotin bila bê gotin, ev ala berî avakarina Împaratorîya Med hebûye û wek sembola rizgarî û serxwebûna gelê Kurd hatîye bilindkirin.

Em mêtinkar û neyarên gelê Kurd famdikin ku bê çima li hemberî Ala Kurdistan in; çimkî ev ala, neteweya Kurd û welatê wî Kurdistan sembolîze dike û nîşana dewelet, serxwebûn û azadîyê ye…

Lê ya nayê famkirin, yan jî nîyeta hinekan ya rastî derdixe holê ku ew kes û rêxistinên ku xwe wek rêber û berpirsê gelê Kurd rêdidin ku vê alê red û înkar dike û wek ala partî yan parçakî Kurdistanê rêdide. Heta carina wer dajon û ji pîvanê derdixin ku li hember hebûna xwe wek gef û biçûkxistinekê dibînin.

Ji Melayê Cizirî bigire heta Ahmedê Xanî, heta Bedirxanîyan û Cegerxwîn, ji Kurdên ku sed sal berê li Îstanbûlê bigire, heta serhildana Agirî, Komara Mahabad û hemû Kurdên li beşên Kurdistanê, Ala Rengîn wek Ala gelê Kurd û welatê wî Kurdistan bi serbilindî qebûl dike.

Binerîn Osman Sebrî û Cegerxwîn, Ala Rengîn çawa ifade kirine:

Ala Rengîn

Min divê her tu bilind bî

Ala rengîn kesk û zer.

Him xweşî him ceng û rûmet

Tên zanîn ji sor û gewr

Dûr, nêzîk ezê te hildim.

Tu yî xemla banê min.

Ger bi vê derman mirin bî

Bo te gorî canê min!

Sê salan bi te kêfxweş bûm,

Agrî, Zîlan, Tendûrek,

Li pêş suhna te bûne ax.

Leşkerên Turk lek bi lek

Dêrsim û Sasûn û Pijder

Bo te xwînê dirêjin.

Herçî xort in, herçî Kurd in

Bo te lavjan dibêjin,

Leşker im bote ala min.

Min divê gurmîn û ser

Duwanzde mîlyon bûne pandî,

Bo te Kurdên pir huner.

Osman Sebrî, 1936

 

Ala rengîn

Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bi meş
Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş
Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nişana ceng î tu
Ey xortê kurdan silavê lê bikin

Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz
Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz
Kesk û sor û zer î, nişana zafer î
Ey keçên kurdan silavê lê bikin

Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim
Ger ez bimrim, ger ez rabim, cegerxwîn im serbilind im

Ala sê rengîn î, pîroz û şêrîn î, nişana mizgîn î
Ey xortê kurdan silavê lê bikin

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir