Wezîra Dadê ya Îsraîl: “Em bi hemû hêza xwe ve piştgirîya dewleta kurdî dikin”

Piştî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu berî niha ragehandibû ku, mafê Kurdan e bibin xwedan dewlet. Naha jî Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Shaked, diyar kir ku dema dewlet bûna Kurdan hatîye.

Di Konferansa Asayîşa Îsraîlê, di derbarê vê yekê de, Wezîra Dadê ya Îsraîlê, Ayelet Shaked, behsa serxwebûna Kurdistanê û dewleta kurdî kir. Da zanîn ku; Kurd wek mezintirîn gelê bê dewlete, pêwîste serxwebûna xwe ragihînin û bibin xwedan dewlet

Li paytexta Îsraîlê Tel-Avîvê konferansek hate lidarxistin, tê de Ayelet Shaked, diyar kir ku Kurd, dost û şirîkê Îsraîl in û dema wê hatîye bibin xwedan dewlet.

Shaked wiha berdewam kir:”Em bi hemû hêza xwe ve piştgirîya damezirandina dewleta kurdî li Rojhilata Navîn dikin. Li gor bawerîya me, dewleta kurdî bi sûda Îsraîlê ye û bi vê yekê dijminên me dê lawaz bibin.”

Herwaha Ayelet Shaked anîziman ku berjewendiyên Îsraîl û Kurdan hevbeşin û gelê Kurd mafên mirov baş diparêzin û qîmeta jinan dizanin, ji aliyê dinve Kurd miletekî esîl û aştîxwazin di Rojhilata Navîn de, di dîroka xwe de êrişî ti welatekî nekirîye.

Di berdewama axaftina xwe de Ayelet Shaked bang li Serokwezîr Binyamîn Netanyahu kir ku, peywendîyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xwurt bike û alîkarîya rêveberîya Hewlêrê bike.

çavkanî: kurdistan24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *