Bêbawerî û Aşê hêvîşikestinê

Rastî, her tim weke tîrêjên rojê jiyana derew û ya tarî, bi hebûna xwe ya dîrokî ronî dike. Serdestîya ku bi darê zorê hatibe damezrandin, dawîya dawî dîsa bi darê zorê serûbin dibe.

Lewra derew û çavsorî weke kulmek berfê ye, gava ji cîhê xwe diherike û ber bi jêr ve gilover dibe. Bi giloverbûnê re her diçe kulma berfê mezin dibe û bi giranîya mezinbûna xwe, her diçe dibe qewet, dibe hêz û ber bi jêr ve diherike.

Dem tê weke hezek mezin dibe aşît û çi bi ber dikeve, bi xwe re dibe û di fetisîne. Lê germîya demê, tîrêjên ûjdanê mirov û hebûna rastîyên dîrokî berf û bahozan dihelîne. Bendavên derewîn hildiweşîne û rê li ber jiyanek nû vedike. Em bixwazin nexwazin rastîya jiyanê ev e.

Dewleta metinkar û siyaseta serdest weke şirîkên kûr bi hevra siyasetek hevpar dimeşînin û civata Kurd ji nû ve li gor pîvanên kemalîzmê reorganîze dikin. Bi siyasetek genî û rizîyayî, gelê Kurd ji nîrxên netewî dûr dixin.

Di van demên dawî de, di çapemenîya Kurd de hevokên “aştî û demokrasî”yê weke benîştê genî tê cûtin.

Ji bo sîyaset û polîtîka dewleta dagirker veşêrin, wê sîyasetê bi gelê Kurd şêrîn bidin nîşandan, pesnê dîktatorên dagirkeran didin. Ji nûve weke vedîtina Emerîka, “mezintîya” Mustafa Kemal bi gel didin nîşandan /fêrkirin.

(Di salên 1981 an de di zîndana Amedê de, hêzên dagirker xwestin bi zor û kotekan “mezintîya” Mustafa Kemal bi şoreşgerên kurd bidin qebûl kirin, bi ser neketin. Lê çi heyf e ku ew kesên wan rojana dîtin, piranîya wan niha weke mirîdên şêx stûxwar û lalin. Wê demê mirovekî pirtûk dixwend, koma girtîyan dubare dikirin. Niha şêx dibêje, murîd dikevin tayê.)

Helwest û kirinên xwe bi sîyasetek rojane, nefret û dijminatîya gelê Kurd, bi partîyek dagîrker ve girêdane û daxwazên gelê Kurd binpê dikin. Xwe weke parazvanên ala dagirkeran nîşan didin û şirîkaya hêzên kûr dikin.

Gava ku mirov bi awirên balkêş li van averûyan û xwedîyê wan dinihêre, mirov rastî nakokîyên kûr û yên cûr be cûr dibe.

Lewra torinên Îttihat Terrakîyan, weke “şirîkên şer” ji nûve dixwazin civata gelê Kurd reorganîze bikin.

Di demên dawî de hinek parlementer û berdevkên sîyaseta serdest parêzvanîya ala Tirk û yekîtîya Tirkîyê dikin. Lêborîn û poşmanîya tînin ziman. Ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî nîrxên doza kurd derxistine bazaran û bierzanî difiroşin.

Dîroka gelan daye nîşandan ku kesayetek navdar an jî rewşenbîrek, gava ku ji dijmînê xwe lêborînê bixwaze û poşmanîya xwe diyar bike, tê wê mahnê ku ew wesfê berfpirsîyarîya xwe înkar dike û nasnameyek din ji xwe re hildibijêre.
Gava mirovek li hemberê dijmîn poşmanîya xwe (ji dîtin û kiryarên bihurî) bîne ziman, ew tê wê watê ku heta vê gavê tiştên wî kirîye û daye kirin şaş in, çewtin û ji encama wan kirinan poşmanî dibîne û ji ber vê lêborîna xwe dixwaze.

Mafê tu serokekî an kesekî tuneye ku di derheqê doza Kurd û Kurdîstanê de, ji neyarên gelê Kurd lêborîn bixwaze û poşmanîya xwe wek belgeyek dîrokî bixe destê neyarê xwe û di nav rûpelên dîrokê de bipesîne.

Dibe ku şertên tê da ye gellek zêdetir xirab û dijwar be, lê yek ji wesfê serokatîyê jî ew e ku di hemû deman de, ji bo bîr û bawerîya xwe û hevalbendên xwe bikaribe barên giran hilgire ser milê xwe û li dijî zordarîyê sutîyê xwe xwarneke.

Serokek gava ku li hemberî dijmînê xwe serî daxe û poşmanîya xwe bîne ziman û daxwaza lêborînê bike, ev tê wê wateyê ku ew kes bi bîr û bawerîya xwe, bi kesayetî û sekinandina xwe, bi çand û malbata xwe ve, ne ji binemala “xweşmêran”e û ne jî “mîrê hêvîyê” ye.

Ger gava ku pêwîstîya lêborînê hebe, berî her tiştî serok û kesên vestîyayî, divê ji gelê Kurd, ji heval û hogirên xwe, ji şehîd û malbatên wan lêborînê bixwaze ku armanc û daxwazên wan çima bi cîh neanîye û çima bûye sedema hêvî şikandina wan.

Em hemû dizanin ku di diroka gelê Kurd de gellek xweşmêr û “mîrên hêvîyê” li hemberî dijmînê xwe lêborîn nexwestine.

Tu mafê kesekî tune ye ku doza gelê xwe binpê bike. An jî li dijî dijminê xwe stûxwar be. Bi gotin û dîtinên xwe divê nebe nêçîrvanê hêvî şikandinê. Dem heye ku qewet û qudreta mirov têr nake, mirov di weste, dişikê, lê doza gelekî an doza netewî tu car ji holê ranabe.

Nifşên diwestin an jî dişikin, tecrube û bawerîyên xwe weke mîrata dîrokî digihîjînin (teslîm dikin) nifşên nû. Lê tu car nabin dîlê bêbawerîyê û dev ji daxwazên xwe yên dîrokî û mîrovahî bernadin.

Em baş dizanin ku di nav nifşên îroyin de, gelek zêdetir kes dîroka bist-sî sal berê nizane û bêguman e.

Gava ku mirov qala dîrokê dike ev bist-sî salên dawî tê heşê mirovan. Piranîyek giran nizanin si sal berê çi hebû.

Mixabin siyaseta serdest weke dewleta dagirker jiyan û dîrok bi xwe ve girêdaye. Ji xencî dîroka fermî û ya rêxistinê tû tiştek tuneye li holê û hewldanên ji bo bîrkirinê bi kar tînin. Tu kes nabêje gelo ew rêxistinên hebûn û bi serneketin, çi diparastin? Çima bi ser neketin? Rastî û şaşîyên wan çi bûn?

Trajedîyek mezin jî sîyaseta serdest, ev bist-sih sal in ku hemû hêz û qewetên gelê Kurd di nav refên xwe de bi kar tîne, li ser tunebûna wan rêxistinên kevin sîyaset dike, lê ji alîyekî din de hê jî ji wan rêxistin û dîtinên wan ditirse.

Ji alîyekî ve ked û xebatên wan tên înkar kirin, lê ji alî yê din de jî wan ji xwe re neyar dibîne, wan tawanbar dike û her tim di xewna xwe de sîya wan rêxistinan dibîne. Dike nake ji bin bandora wan dernakeve.

Em hemû baş dizanin ku mirov kêmasîyekê an xeletîyekê bike û bi çewtîya xwe bihese, divê weke mirovên hemdem karibe lêborîna xwe bixwaze û bi zimanekî zelal bîne ziman.

Lewra helwesta lêborînê helwestek hemdemî ye. Bi helwesta lêborînê û nefsbiçûkbûnê mirov dikare pêşî li şaşî û xeletîyan bigire û xwe biparêze.

Di kûrahîya jiyanê de mirov pirî caran gavên çewt davêje lê zanabûn û fêrbûn rê ronî dike. Mirov di hemû demên jiyana xwe de an jî di hinek demên germî de carcaran bêhemdî, bêzanîn dikeve nav kêmasî û şaşîyan. Dibe sedemên dilşikestin û xeletîyan. Gava mirov kêmasî û xeletîyên xwe bibîne an pêbihese, divê berîya her tiştî li heval û hogirên xwe, li neteweya xwe vegere û lêborîna xwe bixwaze. Bi zimanekî vekirî ji civatê lêborîn bixwaze û sebebbûna kêmasî û şaşîyên xwe, zirar û çewtîyên xwe eşkera bike.

Encamên lêborînxwazîyê di jiyana mirov de pir girînge. Kes û civatên jê lêborîn tê xwestin divê nefsbiçûk û efûkarbin. Weke yên hemberê xwe quretî û şaşîyan neke. Nebêje van çîyayan min ava kirîye û xwe di nav civatê de biçûk nexe.

Serokekî merxas û hemdem tucarî serê xwe xwar nake û weke tirsonekekî ji sîya xwe ditirse, mikûrdarîyê li hemberî hêzên dagirker û metinkar nîşan nade. Doza gelê xwe û keda hevalbendên xwe ji bo tirsa xwe nafiroşe.

Ger ji nûve hinek rastî dîtibin, divê berîya her tiştî lêborîna xwe ji gelê xwe bixwaze û mikûrdarîya xwe nîşanî hevalbendê xwe bide.

Lê çi heyfe ku di şûna nefsbiçûkbûnê, bi alîkarîya darê zorê, bi quretî û “zanabûnek hişk” girtîye.

Ew kesên bi salan e li ser pişta gelê Kurd berjewendî û menfîetên xwe yên şexsî didomînin û doza mezintayê dikin, bi qasî sîya xwe tiştek nedane gelê Kurd. Bîlakîs gelê kurd bi hemû şert û mercên xwe wan mezin kirîye û alîkarî daye wan, bi wan bawerîya xwe anîye û heta niha li ser lingan hiştîye.

Ew kesên quretî dikin, di dawîya emrê xwe de bêvila xwe bilind dikin û kêmasîyên xwe nabînin. Dawîya dawî de dikevin ser şopa tawanbarîyê û ber bi rojên reş ve dimeşin. Çavên wan her tim li pere û meqamane. Ew her dem hevalên serdest û zordaran e, kî xurt be, li ber derîyê wan xulam û çepikvan in.

Ew mijarên wek bablîsokê civat di bin bandora xweda hiştîye, dîroka jiyaneke bi xwîn, dîroka komkujîya gelê me ye û rastîya jiyana me ye. Lê çi heyfe ku ew mijarên kûr û tarî bi şirîkîya destê çotikên dijmîn, civatê wek bablîsokê di bin bandora xuda hiştine û dîrokek gemarî raxistine ber çavên nifşên nû. Dîroka jiyaneke bi xwîn, dîroka komkujîya gelê me ye.

Em dibînin ku civata di nav şer de, bi yek alî hatîye agedarkirin, weke mirîdên demê bûne bablîsok û şêxê xwe li ser milên xwe difirînin. Êdî tu şans û mafê şêx tuneye ku bêje: “na xêr ez ne şêxim û tiştên hûn dikin ne rast e, ew hewldanên we me berepaş ve dibe.” Lê mirîdên şex ketine zikreke hûr û kûr û ji xwe çû ne, ne li şêx gohdar dikin ne jî goh didin derûdorên xwe . Asoya wan di nav mij û dûmana bêhêvîtî û hestên şikestî de tevlîhev bûye. Êdî nediwêrin bifirin, biponijin an bixwînin. Weke nexweşên bi tayê ketine di nav pêlên tirsê de, bi dizî bi xwe re dipeyivin.         17-02-2012 – Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *