Berpirsîyarîya sosyalistên Kurd

Mîna ku em ketibin avzêlek bêtaqetî û bêmecalîyê ku em çiqas dixwazin di berxwe bidin, em betir biçin xwarê!

Di vê derbarê de du gotinên pêşîyên me hene: Wextê ku mirovek bizavî û çalakîyek pêwîst rê nede, jê re tê gotin;

Ma ya xerab di te de hatiye!”

Wextê ku bi taqet be û li ser xwe be, ji çalakî û bizavîya xwe bi şûn de ketibe û performansa xwe winda kiribe, jê re tê gotin;

“Malxerab, ma tu bi ÅŸuna reÅŸ ve diçe!”

Hevalno, ma qey me di sergêjanîyekê de xwe ji bîr kirîye û dem li serî me sosyalistan gerîyaye.?!

Ka em bînin bîra xwe: Di salên 7O an de em xwedî bawerî bûn û hêvîyên me zehf xurt bûn. Ji her tiştî girîngtir jî xeyalên me hebûn; xeyalîn zînde, xeyalên rengîn û bi rûmet! Ez bahsa xewn û xeyalên bêliv nakim; xeyalnî ku em dijîyan û me jîyana xwe bi temamî li gorî wan xeyalan û tekoşîna wan xeyalan saz dikir.

Her mala endamekî an terefdarekî wargeh û sitrîngeha rexistinê (partiyê) bû.

Her imkanên me hevbeş bûn: cilên me, pereyên me yên hev bûn. Hevalên me di ser ferdên mala me re bûn. Berê welat, doz, şoreş û partizanî, piştre berjewendîyên şexsî û malê dihat.

Di şeran de me xwe ji hev re dikir sîper û me ruhê xwe dixist ber hev. Me bi mirinê yarî dikir. Bi şev û bi roj bala me li ser tekoşînê bû.

Kêlîyek zemanê me yê vala tunebû: yan me pirtûkên sosyalîzmê dixwend, yan em di xebata perwerdeyî ya hevbeş de bûn, yan em di karê propaganda û rêkxistinî de bûn.

Mirov bi mirov, mal bi mal, gund bi gund em digeriyan, me xebat dikir; rawestan û tebat li me tunebû.

Lingeki me li ba karkerên petrolê, yek li ba karkerên çewlika hilberinê, yek li kargehan, yek li ba karkerên beledîyan, yek li ba gundîyan, yek li ba paleyên gundan bû.

Me sandika ji destên axê sandîka digirt. Li her qadê me karker dixist çalakî, berxwedan û grevan.

Me axa û begên zulimkar, cas,  xayin û sixûr ceza dikir.

Em bûbûn perçaki gel. Êdi gel bawerî bi dadmendiya me tanî, loma pirsgirêk û dozên xwe tanîn ber destên me şoreşgeran, dixwestin em pirsgirêkên wan çareser bikin.

Li hember tadeya metinkar û hevalbendên wan axa, beg, sêx û muxtaran em bûbûn dozger, parêzger û hevalbendên gel yên xwezayî.

Her meşînek me, her Newrozek me, serhildan û raperinek bû.

Li herderê em xwedîyê komel û rêkxistinên demokratîk bûn.

Li hêlekê me hozan diafirandin, li hêlekê me helbest û şano dinivîsandin, li hêlekê me şev û mihrîcan li dar dixistin.

Bi hezaran, dehhezaran ji her çin û qatê mirovan xwe li me digirt.

Em wer di hundir gengeşî û ronakbîrîyê de bûn. Me zingar û perda mejiyê xwe ya hezar salan paqiş dikir û diçirand û em serfiraz dibûn.

Me çepera ramyarîya xwe ya teng û kevnar şikand, êdî pîvanên ramyarî û bawerîyên kevnar û yên serwer û metinkaran me derbas kir, gehiştin pivanên gerdûnî. Ew ramyarîya hemdemî û gerdûnî xwîna me dikeland û pêngavî dida bizavî û çalakîya me.

Bi vê bawerî û di vê rê de gelek hevalên kû bi hev bawer bûn, bi hev re peyman kir, destê xwe direjî hev kirin û bi bîr û bawerî pişta xwe dan hev, xwe feda kirin û can dan.

Hevalên kû bi deh sal û bist salan di zindanan de işkence dîtin û temen buhartin, yên nexweş ketin û seqet bûn.

Dê û bavên bê zaro, jin û bûkên bê mêr, zarokên bê bav man û îro jî vana tev ku berdewam dikin, ma qey em ê ji bîr bikin hevalno!?

Hevalên li Ewropa, hevalên li Tirkî, yên li Kurdistanê, kumên xwe dînin ber xwe û carek din biponijin.

Xwedîyê vê keda giranbuha kî ye?

Divê kî li vê kedê xwedî derê?

Ma çi bû ji wan xeyalên pîrozwer û rengîn?

Ma derbek leşkerî an destkeftîyên Ewropa bes bûn, ji bo ku ew xeyal ji hev bela bibin?

Kesê ku li ser arîya vê mîratê ketibe zanîna mirovahîya xwe, an bûbe xwedîyê îmkanekê û li jiyana xwe ya şexsî binêre û berpirsîyarîya xwe pêk neyne, ma ne di heqê wan de ye ku ji alî gel û rêhevalên xwe bên ji bîrkirin?

Wê gavê ma heqê wan heye ku hêrs bibin û li xwe zor binin?

Her kesê çenekî rûmeta wî ji kedê re hebe, divê xwelîya westanê ji ser xwe bavê û rabin ser xwe.

Divê peşî,em yekîtîya xwe xûrt bikin û pişt re xwe li tekoşînê bişidînin. 

Hinekan jîyana xwe li ser kirîye, hinek jîyana xwe li ser dikin, yên mane jî divê hinekî fedekarî bikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *