Qirkirina Pira Gelale û Jenosida Enfal

Qirkirina li navça Pira Gelale (1974)

Li Balekayetîyê li navça Pira Gelale, di 1974´an da firokeyên Rejima Saddam Huseyîn qetlîamek pêkanîn. Firokeyên Baxdayê, bi bombebarana Gaza Napalmê, xelkê jahrî kirin û di encamê da derdora 70 kes bûn cangorî (şehîd) û 40 kes jî birîndar bûn. Di wê bûyera hovane da, Muhammed Mangur ku xortekî 19 salî bûye û birîndar  bûye, ji Tv K24 ra weha dibêje:

”Wê çaxê li derdora Pira Gelale dikan hebûn. Pêşmerge hebûn. Derên benzînê hebûn. Qelebalixa xelkê hebû. Teyareyên şer ên Iraqê, li wê qelebelixê xistin. Gaza Napalmê avêtin. Ez jî ji pîyê xwe birîndar bûm. Hin kes miribûn. Ji guh û nefên (pozên) wan xwîn diherikîyan. Di nav şehîdan da zarûkên 7-9-10 salî jî hebûn. Hin cesedên mirovan parçe parçe bûn, ji ser pirê gêrî xwarê bûn û di ava herikandîya çem da çûn, loma hin cesed nehatin dîtin û binerdkirin (definkirin). Yên bûn qurbanî, derdora 70 kes bûn û 40 kes jî birîndar bûn. Di nav şehîdan da zarûk, jin, mêr, esnaf û pêşmerge jî hebûn ku hin ji wan xelkê Kerkûkê û Hewlêrê  bûn…” (Nûçeya Tirkî, basnews, 27.04.2019)

Jenosida Enfalê (1986-1989) 

Hukumeta Başurê Kurdistanê, roja 14yê nîsanê, wek Roja Bîranîna Enfalê îlan kirîye û loma her sal 14yê nîsanê, hewildana bîranînê  tê lidarxistin. Di bin rêveberîya Saddam Huseyinê Baasî da di 12yê adara 1986´an da bi navê Enfalê qirkirinek li dijî Kurdan pêk hat. Qirkirina Enfalê ku heta 7ê hezîrana 1989an hat domandin û di encamê da 182 hezar kurd hatin kuştin. Fireyîya erdên ku enfalê girtibû nav xwe, 4500î zêdetir gund û 30 bajarok bûn.

Li gora haydarîya Wezareta Karûbarê Şehîd û Enfalkirîyan, ”Ji 210 hezar qurbanîyên jenosayda kurdan ku di nav wan da 182 hezar kes hatine enfalkirin, tenê rûfatên (hûrmayîyên ji cesedek) 2672 kesan ji hejmareke gorên bikom hatine derxistin. .. Ji wan 210 hezar kesan, 182 hezar kes di 8 qonaxan da hatine enfalkirin, 8 hezar Barzanî û qurbanîyên kimyabarana Halepçeyê û bûyerên din hene. Piranîya gorên bi kom ên qurbanîyên jenosaydê li sînorê parêzgahên Musena, Enbar û çend cîyên dî yên Îraqê ne.” Dîsa li gora haydarîyan 151 gorên komî hene ku hê nehatine vekirin. Nivîsar Didome /Siddîq Bozarslan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *