Bavê Felekê berî 35 salan koça dawî kir

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo sala 1947an li gundê Xecûkê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû û 9ê Adara 1989an koça dawî kir.

Navê Mihemed Şêxo yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Şêxo mezinê 11 birayan e.

Wî sala 1959an dest bi xwendinê kir lê piştî 3 salan dest ji dibistanê berda.

Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike.

Bi bandora wan nêzîkî muzîkê dibe û sala 1969an dest bi dengbêjiyê dike.

Mihemed Şêxo ku wekî Bavê Felekê jî tê naskirin, salên xwe yên di navbera 1969 û 1972yan li Libnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Beyrûtê 2 salan dersên muzîkê distîne.

Di sala 1972yan de bi hinek hevalên xwe re komeke muzîkê ya bi navê “Koma Serkeftin” ava dike.

Mihemed Şêxo sala 1973yan derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, pêwendiyê bi hunermendên Kurd re datîne.

Ew paşê vedigere Sûriyeyê û li Şamê bi cih dibe. Li wir albuma xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe lê li wir dewleta Sûriyeyê Mihemed Şêxo gelek caran desteser dike.

Pêşmergetî kir

Ew ji ber wê yekê careke din berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û di nav refên Pêşmergeyan de cihê xwe digire.

Bi têkçûna Şoreşa Îlonê ew derbasî Rojhilatê Kudistanê dibe û li wir albumekê tomar dike.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xwe yê muzîkê çend salan mamostetiyê jî dike.

Rejîma Îranê jî Şêxo wek dijberê rejîmê dihesibîne û derheqê wî de biryara desteserkirinê dide.

Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan careke din berê xwe dide Sûriyeyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin.

Dewleta Sûriyeyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê Kurd aciz dibe û wî digire, davêjê zindanê lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn.

Ew stranên xwe yê herî baş li heps û zindanan dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendiyeke bilind tîne ziman.

Hunermendê mezin Mihemed Şêxo sala 1983yan vedigere Qamişlo û heta sala 1988an gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo 9ê Adara 1989an koça dawî dike.

Cenazeyê wî li bajarê Qamişloyê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

Ev çend berhemên wî ne: Bavê Felekê, Ay Gewrê, Cana min/Sînem, Koçê Me Barkir, Gulîzar, Ey Felek/Kewê, Êmê, Dil Perîşanim, Nesrîn, Ay Lê Gulê, Nalînêk û Gava Ez Mirim.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *