Jinên Kurd Li Nûneratîya PWKyê ya Stenbolê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Pîroz Kirin

Jinên Kurd roja 09.03.2024ê, bi civîn û çalakîyekê, li Nûneratîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), ya Stenbolê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Pîroz kirin.

Li gel endamên PWKyê yên jin, endam û rêvebirên Stenbolê yên PWKyê, gelek jinên kurd jî beşdarî vê çalakîyê bûn.

Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun, di destpêka civinê de di derbarê vê çalakîyê û maneya 8ê asarê de axaftinek kir.

Paşê Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê mane û girîngîya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de kurte axaftinek kir û gul dîyarîyî beşdarên çalakîyê yên jin kir, ji bo beşdarîya wan spasîya jinên kurd û Kurdistanî kir, ji ber ku ev çalakîya li dar xistin jî spasîya hemû rêvebir û endamên PWKyê yên li Stenbolê kir.

Paşê li ser navê Komîsyona Jinan a PWKyê, di derbarê girîngîya rojê, têkoşîn û xebatên jinên kurd de axaftinek hate kirin.

Welatperwerê kurd Abdulmecît Kapazan jî du helbestên Cigerxwîn ên di derbarê 8ê Adarê de xwend.

Paşê beşdarên çalakîyê bi hev re taştêyek kirin, ji bo pêşdebirina peywendîyên jinên Kurd ên li Stenbolê axaftin û sohbet hatin kirin.

Di çalakîya li Stenbolê ya Komîsyona Jinan a PWKyê de, jinên kurd ên li Stenbolê di atmosfereke germ, dostane, berhemdar de 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin

09.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

9-049.jpg10-036.jpg5-111.jpg

11-028.jpg8-055.jpg4-152.jpg3-171.jpg2-196.jpg1-170.jpg

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *