Kumîta derêxistina rastiyan li derheq cinayetên rêjîma Îranê bi dijî serhildêrên şorişa Jîna yê de rapora xwe belav kir

Kumita derêxistina rastiyan di raora xwe de ragihandiye ku rêjîma Îranê li tepeserkirina şoreşa Jînayê de cinayet li dijî mirovahiyê kiriye

Komîteya derêxistina rastiyan a Saziya Neterwên Yekgirtî roja Înê 18ê Reşemê bi belavkirina raporekî hemîaliyane, daye zanîn ku rêjîma Îranê li encamdana tundîtîjiyên li hember nerizayetî û xwenîşandanên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de kiryarên wek kuştin, birîndarkirin , îşkence, destdirêjî, bêserûşûnkirina û cinayet li dijî mirovahiyê encan dane. Pêka rapora Komîteya peydakirina rastiyan a Saziya Neterwên Yekgirtî ku li roja Înê 18ê Reşemê hatiye belavkirin, rêjîma Îranê li encamdana tundîtîjiyên li hember nerizayetî û xwenîşandanên şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de kiryarên wek kuştin, kûştinên serexo yên bê dadgeh û neyasayî, bikaranîna tundûtijyên ji ast derketî, standina azadiya xelkê bi awayekî xoserane, îşkence, destdirêjî, bêserûşûnkirina bi zorê û lipeyketinên bi armanca azardan û destdirêjiyê, cinayet li dijî mirovahiyê encan dane.

Komîteya peydakirina reastiyan a Saziya Neterwên Yekgirtî bi tekezî ragihandiye ku binpêkirina mafê mirov bi awayekî taybet karlêkerî li ser zarok, jin û kêmîneyên netewî û olî hebûye û lipeyketin bi armanca azardana zayendî, netewî û olî bi awayekî bi hev re hatine kirin.

Vê komîteyê, daye zanîn ku 551 kesên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine kuştin ku zêdetir ji 49 kes ji wan jin û zarok bûne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *