Komara Derewan

Gava ku li Tirkîyê kîngê qala “dewleta kûr” dibe an jî gengeşî li ser çê dibe, yekemîn qala navenda şerê taybet ku bi tirkî jê re dibêjin “özel harp dairesi”, tê kirin. Lê pirsa rastî, ev mijarek pir dûr û dirêj û lêkolînek taybet dixwaze. Ji ber ku em ji mijara xwe dûr nekevin ez dixwazim bûyerên di diroka nêzîk de bikar anîne bi kurtayî bibîrbinim.

Wekî tê zanîn navenda şerê taybet li gor doktrînên li dijî sîstema komonîzmê, li hemû welatên ku endamê NATO yê bûn, di bin navên cûda de hat damizrandin. Li tirkîyê ji ev şebeka fermî di salên 1950 an şûnda ji nûve xwe reorganîze dike û di bin navê “Seferberlik tetik kurumu” çalakîyan didomîne.

Di sala 1955 an de, li Selanîkê xanîyê ku qaşo Atatürk têde hatibû dine, ji alîyê endamên vê rêxistinê ve tê bombe kirin. Dewleta Tirk vê lîstîka xwe ya gemarî li dijî hemwelatîyên Rûm û yên nemuslumanin bi kar tîne.

Ew kesê ku bomba bi destê xwe awêtbû xanîyê Ataturk, dewlet Tirk, wî kesî ji welatê Yûnanî direvînin tînin Tirkîyê û pişt re jî wî kesî dikin wali. Navê wî kesî ji Oktay vural bû û bi salan ji di qadên cure cure wezîfe kir. Niha jî teqawut buye.

Di sala 1957 an de li kibrisê, Tirkîye dibin navê “Türk Mukavvemet Teşkilatı” (TMT) de rêxistinekî îlegal dide damezrandin.

Li bajarên mezin yên Tirkîyê de, li ser daxwaza rayedarên dewletê di bin nave “Kibris Tirke vê Tirk bimîne” (kıbrıs Türktür Türk kalacak) komele tên avakirin. Piranîya damezrandinvanê vê komelê jî walî û şefên polîsan û rojnamevanan pêk dihat.

Demek şûnda ev kampanya li dijî hemwelatîyên Rûm û civatên nemisilmanan wek lehîyên talan û qirkirinê dest pê kir. Di dîrokê de ev bûyer bi nave “bûyerên 6-7 Îlonê” tên zanîn.

Bûyerên 6_7 Îlonê ku li dijî hemwelatîyên Rûm, Ermenî û Cuhîyan pêkhatin lê piranî li dijî civata Rûm bû.
Di salên 1970 an de 50 rewşenbîr û xwendewanên Kurd tên girtin. Li Antalya bi tawanbarîya cûdaxwazîyê tên dadgeh kirin. Ev doz, di nav civata Kurd de wek doza 49 an tê binav kirin.

Di salên 1970 an de şewitandina Saraya Çandê (Kültür sarayı)
12 Adarê 1970 an de Derbaya leşkerî
Qetlîama Nûrhaqê (qetil kirina Sinan Cemgil û hevalên wî)
Qetliama “Kızıldere” (qetil kirin Mahir Çayan û hevalên wî)
Îşkencên “koşka Zîverbey”
1 Gulan 1977 an de, qetlîama yek gulanê
Di sala 1978 an de li Îzmir Çîğlî yê, suîsqata li dijî Ecevît
Qetlîama Malatya
Qetlîama Çorum
Qetlîama Sivas
Qetlîama Maraş
Qetlîama Kamişlo
Piştî 12 Îlonê koçberî, wêrankirin û talan kirina Kurdistanê
îşkencên zîndana Dîyarbekir “5 nolu”
û piştî 1984 an vir de Qetlîamên li Kurdîstanê pêk hatin
Qatlîama Cizîrê, Licê, Qulpê, Dîgorê, û yên me navên wan ne nivisîye.

Wala kirin û şewitandina gund û bajarên Kurdistanê
Ew kuştinên ku bi navê “qisasê wan ne diyarê” tên bi nav kirin

Koçberî, xizanî û pişaftinên di bin navê “biratîyê” de tên meşandin.

Gelo emê ji 1984 an vir de 40 hezarî zêdetir kuştin û talankirina Kurdistanê çewa bi nav bikin?
Ev bûyer, ev dîrok dîroka jiyanekî bixwîn, dîroka komkujîya gelê me ye. Dive tu carî em van rastîyan ji bîr nekin.

Ew mijarên wek babîlostekî civatê di bin bandora xuda hiştîye û hê jî didome ji alîyê dewleta dagirker ve hatîye sazkirin. Ev dewleta dagirker hebûn û rastîya xwe li ser dîwarên derewan ava kirîye. Ji ber vê yekê navê vê dewletê Komara derewa ye. Tu carî komara derewan nabe komara demokratîk! Ew kesên bi xewnên komara demokratîk xwe di xapînin û pesnên kujerên gelê Kurd dikin rola Ziya Gokalp dileyizin.

26 Jun 2009

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir